Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşeng û  Fermandara Artêşa Jinê Bêrîtan Hêvî

23/10/2024
in Uncategorized
A A
Pêşeng û  Fermandara Artêşa Jinê Bêrîtan Hêvî
Share on FacebookShare on Twitter

Leyla Weşûkanî

Bêrîtan xwedawenda şer û bedewiyê, keça Dêrsimê ya wêrek û dilvîn, di rojek wek vê rojê de serê xwe li hemberî xiyanetê hilda û ji ser zinarên Lêlkanê  xwe wek bazekî, berda newala kûr. Ji bo ku xiyaneta mala Berzanî vala derxîne, xwe perçe perçe kir û ji xiyanetê re bû ders û îbret, Bêrîtana dilgerm û nazdar xiyanet li ser xwe qebûl nekir û kete rêza jinên Dêrsimê yên serhildêr. Bêrîtan Hêvî her di xwest ku kesayeteke ne ji rêzê be, ji ber vê her di nava hewildanan de bû ku xwedî kesayeteke bi hêz û xwedî vîn be. Dema ku Rêber Apo rapora şehîd Bêrîtan di xwîne, bala wî di kişîne ku hevala Bêrîtan pir şarezaye û ji xwe bawere. Rêbertî ji hevalan pirs dike, gelo ev heval kiye û çawa ku di xwaze destana, jiyana min xêz bike, hevalên ku hevala Bêrîtan di nasin ji, Rêber Apo re qala kesayeta Bêrîtan û berxwedana wê ya bê hempa dikin. Rêbertî pir xemgîn dibe ku hevaleke wiha wek Bêrîtan şehîd ketiye, piştî ku bi detayî bûyera şehadeta heval pirs dike û di nase, wiha di nirxîne û di bêje: Bêrîtan xeta jina serhildê re û helwesta Bêrîtan li hemberê, xiyaneta mala Berzaniye û di heman demê de, li hemberî xeta Ferhad yê ku teslîmiyet li ser xwe qebûl kir û xwe radestî hêzên YNK ê kir. Lê Gulnaz wek Besê û Zerîfeyan teslîmiyet qebûl nekir û sere xwe li himberî xeta KDP hilda û bi wêrekî, xwe ji serê zinarên Xakurkê avêt xwarê û xeta xiyanetê bi bin xist. Rêber Apo ji bo tevgera jin wiha di nirxîne û di bêje, Bêrîtan xeta jinê ya leşgeriye û fermandara gerîla ya serkeftiye, Bêrîtan  artêşbûna jinê ye. Ji wê rojê de tevgera jinên Kurdistanê ev roj kiriye roja artêşbûna jinê, yanî 25. 10. 1992. Sal roja avakirina artêşê ye. Yekîneyên Sitar. Bi navê YJA- STAR hatiye saz kirin, dema ku em qala hevala Bêrîtan Hêvî dikin artêşbûna jinê têye bîra mirov û dema ku em qala artêşbûna jinê dikin careke din Bêrîtan û çalakiya xwe ya bê hempa têye bîra mirovan û mirov bi wê çalakiyê serbilind dibe û wê ji xwere nimûne digire dest. Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) keça çalakvan a Dêrsimî, piştî ku partiyê û Rêbertî di bihîze û birdûziya wan qebûl dike, biryara xwe dide û tevî dergistiyê  xwe Huseyên têne û beşdarî nava partiyê dibin. Hevala Bêrîtan keçeke pir jîr û zana bû, di esnayê çalakiya xwe ya serhildêrî de sal û nîveke xwe tijî kiribû. Hevala Bêrîtan bi zanebûn beşdarî nava partiyê bibû, Bêrîtan Ferhad Ocalan û emsalên wî baş nas dikir û ji wan bewer ne dikir, Bêrîtan her di nava xwede guman di hewand û di xwest ku bi zanibe bêka çi di navbera, Osman û pêşmergan de diqewime. Ji xwe di dema ku wê heval biçin çalakiyan hevala Bêrîtan li himberî vesaziya ku hevalê Harûn çê kiriye ne razîbûna xwe raber dike û bi îsrar hevalên jin beşdarî çalakiyan dike. Di şerde jî rola xwe pir xûrt dileyize û heyanî nefesa xwe ya dawiyê şer dike û bi qehremantî diçe şehadetê. Hevala Bêrîtan hem di şerde û hem jî di jiyanê de xwedî rol bûye û jiyana xwe ya di sal û nîvekê ya di nava gerîla de tijî derbas dike û ji hemû jinên gerîla re dibe qûdwe û remza jina azadî xwaz û serhildêr. Em jî hevalên hevala Bêrîtan sere xwe bi berxwedan û çalakiya wê bilind dikin û li ked û mîrasa wê xwedî derdikevin û di rojeke wek vê rojê de, soza xwe jêre nû dikin. Em di bêjin ku emê dagirkeriyê û hevkarên wan yên xiyanetkar bi binbixin û jiyaneke azad ji jin û civakê re ava bikin, emê tola we ji xiyanetkaran rakin. Bi hurmet û minetdarî ez hevala Bêrîtan û di şexsê wê de hemû şehîdên kurdistanê bi bîr tînim û bejna xwe li him berî bîranîna wan di tewînim û soza xwe ji wan re nû dikim. Îro li ser daxwaza şehîd Bêrîtan min ji hevalên dibistanê re helweyeke pir xweş çêkir û min hin heval jî fêrî çêkirina helawê kir, hevala Bêrîtan pir ji helawê hezdikir.

Post Views: 54
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.