Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Herêma Şehbayê Xebatên Pêşwazîkirina Demsala Zivistanê

22/10/2024
in Uncategorized
A A
Li Herêma Şehbayê Xebatên Pêşwazîkirina Demsala Zivistanê
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Yekîtiye Şeredariyan ya Kantona Efrîn û Şehbayê bi hatina demsala zivistanê re dest bi xebatên binasazî yên herêmê û kampan kirine. Yek ji endamên Yekîtiye Şeredariyan Mehmûd Reşîd da zanîn ku ji bo derbaskirina pirisgirên ku bi desmala zivistanê re diteyisin ew hewildana avakirina binaseiyeke saxlem dikin.

Li Herêma Şehbayê bi hatina demsala Zivistanê re ji aliyê Şeredariya herêmê ve dest bi xebatên amedekirina û nûkirina binasaziya herêmê û kampan hate kirin. Herêma Şehbayê ku bi koçberên Efrînê tê naskirin, ji 7 salan ve bi siyaset û dorpêça Hikumeta Şamê re rû bi rû ye. Li gorî şert û derfetên di destê rêveberiya herêmê de, pêdiviyên bingehîn yên gel û binasaziya herêmê tên bicihkirin. Bi derbasbûna nêzî 7 salan li ser kampên koçberan her wiha çareserkirina hin pirsgirêkên xedemî di herêmê de, Yekîtiya Şeredariyan li Kantona Efrîn û Şehbayê dest bi xebatên nûkirin û avakirinê kirine. Girêdayî vê mijarên yek ji Endamên Yekîtiya Şeredariyan li herêmê Mehmûd Reşîd ji rojnameya me re axivî.

Xebatên beriya zivistanê tên meşandin   

Mehmûd bal kişand ser xebatên ku ji bo pêşwazîkirina zivistanê pê radibin û wiha got: “Xebatê şeredariyê di çarçoveya peydakirina pêdiviyên bingehîn yên binasaziya herêmê de tê gerandin. Di vê pêvajoya beriya zivistanê de me xwest em hin xebatan di herêmê de bidin meşandin û her wiha hin nûkirinên ku ji 6 salan de nehatine kirin em li ser kar bikin. Bi taybet di aliyê riyên ku pêwîstî bi çêkiririn û np kirina wan heye, me dest pê kir. Her wiha beriya zivistanê kenalên paqijiyê hatin çêkirin. Di aliyê din de şebekeyên elektirîkê hatin nû kirin da ku di baranan de pirisgirêk dernekevin”.

Nûkirina riyên herêmê

Mehmûd derbarê xebatê girêdayî çêkirina riyan wiha axivî: “Herêma Şehbayê ji rûdana şer û geşedanên siyasî yên ku li ser cigrafiya wê hatine qewmandin, di aliyê riyên herêmê de gelek zehmetî di çûyîn û hatinê de tên kişandin. Îsal weke pirûje me xwest bi derfetên di destê me de em hin riyan nûbikirin. Ev pirûje niha me ji Navçeya Şêrawa de destpêkiriye, her wiha Til Rifet û wê heyanî aliyê Navçeya Ehdas û Fafînê were. Yanî beriya derbasbûna demsala zivistanê emê van xebatan bi dawî bikin. li gorî derfetên di destê me de me karî 114 mtre ji zifta riyan peyda bikirina”.

Kebatê Şeredariyê di hundir kampan de

Mehmûd di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên ku di hundir kampan de tê kirin û wiha pê de çû: “Rewşa kampan bi giştî xwedî taybetmendiyeke cuda ye, di demsala zivistanê de yên ku herî zêde rastî zehmetiyan tê ew in. di destpêka ku milet derbasî herêmê bûye li gorî pêwîstiya bicihkirina gel, di wê asta ku dihate xwestin de binasaziya kampan nebû. Ji lewra îsal be hemû kanalên paqijiyê ya kampan guhartin, da ku pirisgirêkên tenduristiyê dernekevin. Bê guman di aliyê din de weke tedbîrên xweparastinê dermanên mîkrobatan her dem di kampan û herêmê de tê belavkirin. Di aliyê din de çadirên hin malbatan hene hetine rizîn, ev yek jî hate çareserkirin. Her wiha riyên di hundir kampan de bi madeyên guncav hatin nûkirin.

Di van demên dawiyê de ji bo pêşwazîkirina gelê me yê ku ji lubnanê derbasî herêmê dibe. li kampa Veger zêdetirî 60 kampî û di kampa Serdem nêzî 20 çadirî hate amedekirin. bê guman xebatê me yê nûkirin û sereraskirinê wê di hemû kampan de bê temamkirin”.

Siyaseta dorpêçê bi rê û rêbazên cuda tê domandin

Mehmûd di dawiya axaftina xwe de zehmetiyê ku ji ber siyaseta dorpêça Hikumeta Şamê têne jiyan kirin anî ziman û wiha got: “Her çiqas em hewil bidin ku derfetên di destê me de bi siyaseta dorpêçê ve girê nedin, lê rastiya ku Hikumeta Şamê siyaseta dorpêçê li ser me feriz dike heye û her dem bi rê û rêbazên cuda xwe nû dike. Bi taybet di aliyê derbaskirina pêdiviyên şeredariyê de astengiyan derdixîne holê. Dema em bixwazibin hin made û alavan derbasî herêmê bikin dibe asteng û li hember wê pereyên mezin daxwaz dike. ê ev yek berdewamiya siyaseta dorpêçê li her gel û tavahî herêmê ye. Bi giştî rewşa herêmê ber çave ewqas derfetên mezin yên ku em bikaribin hemû pirsgirêkan çareserbikin nîne, di vê warî de em astengiyan jiyan dikin. Ev gel gelê me ye em çi pêşkêş bikin û avabikin bê guman layiqî vê yekê ne, û heyanî ku ji destê be bê emê hewil bidin ku gelê me di êşa zehmetiyên zivistanê re derbas nebe”.

Post Views: 81
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.