Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi şerê gelê şoreşger wê serkeftin misoger bibe

21/10/2024
in Uncategorized
A A
Bi şerê gelê şoreşger wê serkeftin misoger bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

 Rêveberê Desteya Ciwan û werzîşê ya kantona Cizîrê Çiyager Baran diyar kir ku di 19’ê Cotmehê de bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Desteya Ciwanên werzîşê ya herêma Cizîrê bi dirûşmeya”Bi Pêkanîna şerê gelê şoreşgerî û serkeftina cenga azadiyê misoger bikin û Rêber Apo fîzîkî azad bibe” konfirans li bajarê Qamişlo li darket.

Tevî hemû şert û mercên ku Bakur û Rojhilatê Sûrî têre derbas dibe û qedera têkoşîna gelê kurd û têkoşîna 50 salî ya Rêber Apo û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî jî, serkeftina ku ji gelê kurd tê xwestin pêkanîna şerê gelê şoreşgeriyî ye. Ji ber ku Rêber Apo bi awayekî xurt stiratejiya şerê gelê şoreşgerî da pêşiya me. Heger civak bikaribe vê yekê pêk bîne wê helbet serkeftin misoger be.

Di derbarê lidarxistina konfiransa Desteya Ciwan û Werzîşê de Rêveberê Desteya Ciwan û werzîşê ya kantona Cizîrê Çiyager Baran ji rojnameya me re axivî.

Armanca darxistina konfiransê

Çiyager Baran diyar kir ku niha rojavayê kurdistanê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, şerekî bêhempa tê meşandin û wiha got: “Armanca me ji vê konfiransê ew bû ku em bidin diyarkirin ku  çawa ciwan bi rol û misyona xwe û bi erkê ku dikeve ser millê wan pêkbînin û roleke bingehîn bilîzin. Mebest ew bû ku di konfiransê de her ciwanek di kîjan aliyên civakê de jiyan dike, pêwîste bibe endamên parastinê û di pêkanîna şerê gelê şoreşgerî de xwedî rol û misyon be. Ji ber ku Rêber Apo da pêşiya me ku em bibin leşker û xwe ji bo şer û parastinê amede bikin û pêwîste ku ciwan pêşengtiya vî şerî bikin. Pêwîste ji he kesî zêdetir ciwan hêza wan xurt be ji ber ku dijmin li herderî êrîşî ciwanan dike û dixwaze vîna wan bişkîne. Divê ciwan nirxên civakî, Şoreşê û welatparêziyê biparêzin û bidin nîşandan ku tu carî dijmin nikare me bişkîne. Tevgera ciwanan wê hertim xwedî sekin be û li dijî dijminan bisekine.”

Giringtirîn xalên ku di konfiransê de hatin nirxandin

Baran da zanîn ku  gelek xal di konfiransê de hatin gotûbêjkirin û wiha got:”Di konfiransê de bal hat kişandin li ser giringî û stratejiya şerê gelê şoreşgerî û rola ciwanan di pêşengtî û parastina  nirxên civakî, çandî û welatparêziyê û pêwîste ku em çawa tev bigerin. Di vê çarçovê de nîqaşên berfireh hatin meşandin û her ciwanek divê berpirsyariyê bigre ser milê xwe û her ciwanek li kur be jî divê avakirina welatê xwe û parastina wê misoger bike û di asta herî pêş de cihê xwe bigre. Di bingeh de pêwîste ku şerê gelê şoreşgerî ji milê zanistî ve pêşbikeve, ji ber tişta herî ku em rastî wê tên û dijmin dixwaze bi riya wê bandorê li ser me bike şerê taybet e û bikaranîna wê li ser jin û ciwanan di asta yekemîn de tê meşandin û heyanî astekî bandora xwe heye.  Me jî ev da diyarkirin ku şerê gelê şoreşgerî stratejîke û pêwîste bi awayekî zanistî were naskiirin û pêkanîn, ev yek jî wê bi riya perwerdeyê hîn baştir were naskirin.”

Biryarên ku di konfiransê de hatin girtin

Rêveberê Desteya Ciwan û werzîşê ya kantona Cizîrê Çiyager Baran dawî liaxaftinên xwe anîn û wiha got:” Biryarên ku di konfiransê de hatine girtin ev bûn:

-Divê em hertim çalakbin û di nava çalakiyan debin heya azadiya fîzîkî ye Rêber Apo bidest bixin.

– Hemû ciwan di kîjan beşî de kar bikin divê xwe di bin sîwana HPC’ê de birêxistin bikin.

– Rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê divê bibe armanca me ya bingehîn.

-Heya ku em bikaribin şerê gelê şoreşgerî bidin pêkanîn divê em herî zêde giraniyê bibin perwerdeyên bîrdozî.

-Em wek ciwan li hember şerên ku di roja me ya îro de li çiyayên Kurdistanê tê meşandin berpirsiyar bin û heya ku dagirkerî têk neçe û ji welatê me dernekeve, em hemleya werin cenga azadiyê nesekinînin û divê em ji bona xwe esas bigrin.”

Post Views: 178
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
NÛÇE

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

25/05/2025
‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha
ÇAND Û HUNER

Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.