Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pirtûkên Rêber Apo ronî kirina civakê ye’

21/10/2024
in Uncategorized
A A
‘Pirtûkên Rêber Apo ronî kirina civakê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Komîteya amadekar ya Pêşengiha Şehîd Herekol ya pirtûkan Besam Xelo da xuya kirin ku Parazname û Dahûrandinên Rêber Apo asta zanista mirov dide xuyakirin û di hema demê de ji bona ramanê Rêber Apo were naskirin, em pirtûkên Rêber Apo ji bona kesên ku serdana pêşengehê dikin dîyarî didin.

Pêşengiha Şehîd Herekol a pirtûkan ya sala 8’emîn de didome. Di pêşengihê de eleqeyeke mezin ji bona pirtûkên Rêber Apo tê nîşan dan. Komîteya Amadekar ya pêşengihê li ser wê bingehê parazname û dahurandinên Rêber Apo dîyarî didin kesên ku perê xwe didin pêşengihê.

Derbarê domandina pêşengiha pirtûkan û paraznameyên  Rêber Apo de, endamê Komîteya Amadekar a Pêşengiha Şehîd Herekol Besam Xelo ji rojnameya me re axivî.

‘Pirtûkên Rêber Apo di pêşengihê de cihekê girîng digire’

Komîteya Amedekar ya Pêşengiha Şehîd Herekol Besam Xelo diyar kir ku Parazname û Dahurandinên Rêber Apo ji bo zanista civakê derfetek mezine û wisa dest bi axiftina xwe kir: “Em niha şerê cîhanê yê 3’emîn jiyan dikin. Pêwîste civak vê rewşê baş nas bike. Ji bona wê jî pêwîste ramanê Rêber Apo were xwendin û naskirin. Parazname û dahurandinên Rêber Apo ji bona civakê hêzek nû dide mirovan. Pirtukên Rêber Apo fêmkirina wê çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn de rîstek mezin dileyize. Pêwîste ku pirtûkên Rêber Apo were naskirin û pêkanîn. Dibe xebatkarên me yên hemû beşan û gelê me ji bona fikir û zanista Rêber Apo bidin nasandin û pirtûkên Rêber Apo bixwûnin û belav bikin. Ji ber vê yekê di Pêşengeha Şehîd Herekol a 8’emîn de em parazname û dahurandinên Rêber Apo ji bo gelê xwe, yê ku serdana pêşengihê diyarî didin.”

‘Mirov bi zanista xwe heye’

Besam Xelo wisa domand: “Mirov di jiyana xwe de jî, zanebûn û ferbûnê pêwiste pêk bîne. Ji bona wê jî dibe bixwîne û lêkolîn bik e. Şoreşa yekemîn di cîhanê de şoreşa fikir û zanistê ye. Em çi qas giringîyê bidin xwendin û fêrbûnê ew qas jî em pêşketina civakî pêktînin. Feylosefê navdar jî dibêjin ‘ Hebûna mirov aqil e.’  Em niha serdema teknîkê jiyan dikin. Pêwîste em wê teknîkê baş bikarbînin û em bikin xizmeta şoreş û gel de. Bi pêşxistina mejiyên çêkirî hewil didin civakê ji rê derxînin û bikin robot. Em giringî bidin xwendin û zaneûnê û pêş bixin.”

‘Weşanxanayên cuda di pêşengihê de Paraznameyên Rêber Apo pêşkeş dikin’

Besam axaftina xwe wisa qedand: “Weşanxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşan dikin û yên parçeyên din ên Kurdistanê weşan dikin Pirtûkên Rêber Apo ji bona mêvanên pêşengihê pêşkêş dikin. Weşanxaneyên weke Şilêr, Civaka Demokratîk, Amara û Jineolojî yê jî hene. Di heman demê de weşanxaneyên Aram, Nubihar yên ku Bakurê Kurdistanê weşan dikin jî di pêşengihê de pirtûkên Rêber Apo standên di wan weşanxaneyan de, cîh digirin. Eleqeyek mezin di pêşengihê bi taybet ji bona Parazname û Dahûrandinên Rêber Apo tê dîtin. Ji ber ramanê Rêber Apo mirovahîyê ronî dike û ji bo civakê hêza çareserîyê ye. Pirtûkên Rêber Apo yên wek Sosyolojîya Azadî, Kûştina Zilam, Çawa Bijîn? û Qirkirina Çandî de Kurd peyda dibin. Di heman demê de, paraznameyên 1 heya 5’ê jî cih digire. Em cardin ji hemû gelên xwe yê ku sardana pêşengihê kirinê spas  dikin û ji bona ramanên Rêber Apo zêdetir pêş bikeve em bangê gelê xwe dikin û vexwendinê ji bona Pêşengiha Şehîd Herekol dikin”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.