Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşengeha Şehîd Herekol; hêvî û xewnin xwendekaran pêkanî

21/10/2024
in Uncategorized
A A
Pêşengeha Şehîd Herekol ya Pirtûkan
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/ Qamişlo

Di pêşengeha şehîd Herekol a 8`emîn de, tevgera ciwan, zarok û jinan di asta herî jordebû û li gorî dîtinên wan pirtûkên herî zêde bala wan dikişand, pirtûkên kurdî bûn; ji ber ku xewin û xeyalê wan ew bû ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û binvîsînin û îro ev xewin û xeyalê wan li ser erdê pêkhat.

Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kordîneya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê salane Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li dar dixe. Gelek çapxaneyên xwecihî û yên navneteweyî beşdardibin. Îsal jî 8’emîn pêşangeha şehîd Herekol di 15’ê Cotmehê de bi dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya bajarê Qamişlo dest pê kir û di 23’ê Cotmehê de wê bi dawî bibe. Di pêşengehê de 54 çapxane û saziyên wêjeyî bi 143 hezar pirtûk û bi 15 hezar sernavan beşdar bûne.

Têkildarî xwenidina pirtûkan û tevlîbûna gel ji pêşengehê re xwediyê weşanxaneya û xwîner ji rojnameya me re axivîn.

`Weşanxana Dara ji sala 2018’an ve tevlî pêşengeha Şehîd Herekol dibe`

Xwediyê Weşanxaneya Dara, Elî Ebû Zêd diyar kir ku weşanxaneya wan li bajarê Qamişlo ye, ji sala 2018’an ve ew tevlî pêşengeha Şehîd Herekol dibin û wiha got: “Divê salê de bigiştî 7 weşanxane û pirtûkxaneyekê tevlî pêşngehê bûn, hin ji van weşanxaneyan ji Bakurê Kurdistanê hatin e. Herwiha weşanxaneyên Danûk û Şaneyên Nexş ew li Rojavayê Kurdistanê dimînin û weşanxaneya Nûbihar, Avêsta û Pirtûkên Kurdî ji Bakurên Kurdistanê beşdarî pêşengihê bûne, pirtûkên ku herî zêde bala xwendevanan dikşîne ya Darxan û Îmberyal. Tevlîbûna ji pêşengihê re her sal zêde dibe  û bi taybet  xwendina pirtûkên zimanê kurdî zêde dibe. Pirtûka herî ku xwesteka kirînê li ser heye û tê kirîn, romana Bextiyar Elî ya bi navê Hinara Dawî Ya Dinyayê ye. Roj bi roj em hewldidin ku bihayê pirtûkan kêm bikin, da ku xwesteka kirînê zêde bibe û çûn û hatin di pêşengihê de bêhtir bibe. Him jî em bi gel re bibin alîkar da ku çanda xwendinê zêde bikin. Daxwaza min ew e ku ev pêşengih zêdeyî 8 rojan be, ji ber ku gelek kes hene xwesteka wan ya hatinê heye lê cihê wan dûr e, heya bighin wê pêşengih bidawî bibe.

`Ji Şamê beşdarî pêşangehê bûne`

Berpirsyarê weşanxaneya Mezopotamya û nivîskar Ciwan Silo diyar kir ku weşanxaneya wan li Şamê hatiye, lê ev sala 7’emîn e, tevlî pêşengeha Şehîd Herekol dibin û wiha got: ” Tevî zehmetiyên me kişandin ji Şamê heya em gihan vir, lê çanda xwendinê gelek kême û sal bi sal çûn û hatin kêmtir dibe. Îsal jî hejmara xwendekarên ku tên serdana pêşengihê gelek kêm e. Xwandekarê ku tên jî xwesteka pirtûkên kopî dikin ji ber ku bihayê wan erzantir e. Kêmbûna çûn û hatinê vedgera  du sedeman, dema pêşengihê ne guncawe ku di nîvê mehê de ye ya din jî cihê wê dûrî herkesî ye û gel astengiyan dibîne heya ku digihêje pêşengihê. Di heman demê de cih ji bo me tenge û em bi hêvîne piştgirî ji bo nivîskaran bê kirin û weşanxane rewşa wan baştir be û ji bo xelk bên weşanxaneyê pirtûkan bikirin. Di heman demê de pirtûkên ku herî zêde tên firotin romanin û helbestin. Daxwaza min ewe ku cihê pêşengihê were guhertin, ji ber ku cih teng e.”

‘Em bi hêvî ne, çanda xwendinê pêş bikeve’

Berdevka Jinên Partiya Sûriya Pêşerojê Welîda Hesen da zanîn ku îsal çanda xwendinê di pêşengiha Şehîd Herekol de ji salên borî zêdetire û wiha berdewam kir: “Pirtûkên herî bala min kişand pirtûkên bi zimanê kurdî bûn. Di heman demê de xwesteka xwendekaran heye ku pirtûkên zimanê kurdî bikirin. Lê bihabûna nirxê pirtûkan dibe astengî lipêşiya xwendekaran. Herwiha beşê kurdî yê ku di pêşengeha Şehîd Herekol de bala her kesî dikşanid û em serkeftinê ji bo hemû hevalan dixwazin.”

‘Daxwaz ew e, ku pirtûk erzan bibin’

Xwînerê bi navê Baran Kurd ji bajarê Amûdê anî ser ziman ku ev sê rojin ew beşdarî Pêşengeha Şehîd Herekol ya pirtûkan dibe û wiha got: ” Îsal hejmara pirtûkên di pêşengeha şehîd Herekol de zêdebûn. Dema mirov pêşengihek bi vî rengî bibîne helbet wê balkêş be, her roj dema ez sardana pêşengihê dikim girêdana min ji pirtûkan re zêde dibe. Di pêşengihê de gelek roman û çîrokên balkêş hene û bala min dikşînin lê em zehmetiyan dikşînin di milê buhabûna wan de.”

‘Ji 7 salî heya 70’ê salî serdana Pêşengiha Şehîd Herekol dikirin’

Xwendekara bi navê Menal Hisên ji dibistana Huriyê diyarkir ku ew ji xwendina pirtûkan hezdike û wiha got: “Tişta herî bala min kişand di pêşengeha Şehîd Herekol de kovara Mizgîn û Rona bû. Ji ber ku naveroka van kovaran li ser gelek tiştên xweş diaxive. Ez gelek ji kovara Mizgîn û Rona hezdikim ji ber ku ez jê gelek tiştan fêrdibim.”   

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.