Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo endamên Ragihandina Azad ji sedî 35 ji nirxên pirtûkan hat kêmkirin

20/10/2024
in Uncategorized
A A
Ji bo endamên Ragihandina Azad ji sedî 35 ji nirxên pirtûkan hat kêmkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Ji bo endamên Ragihandina Azad ji sedî 35 ji nirxên pirtûkan di 8’emîn Pêşengiha Şehîd Herekol ya pirtûkan de hat kêmkirin. Endama Ragihandina azad Evîn Ibrahîm û endamê desteya amadekar ya pêşengehê Ebdmecîd Xelef diyar kirin ku armanca wan ji daxistina nirxên pirtûkan ji bo rojnamevanên Ragehandina Azad, destekdayîna bi wan re ye.

8`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dewam dike ku ji 15`ê Cotimehê ve hat destpêkirin û heye 22`ê Cotmehê wê bi dawî bibe. Her wiha li hola Zana ya bajarê Qamişlo tê li dar xistin. Xwendekar, nivîskar, rewşenbîr, wêjevan, xelkên herêmê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê serdanan pêşangehê dikin.

Ji bo kirîn û firotina pirtûkan nîqaş ji aliyê Komîteya Amedekar hat kirin ku wê 2 hezar kart bidin belavkirin ji bo xwendekaran û mêvanên ku serdana pêşengihê dikin, her wiha nirxê wê kartê jî 10 dolarên Emrîkî ne ku dikarin qasî wê nirxê pirtûkan bigirin.

Di heman demê de geftûgo di navbera Komîteya Amedekar a pêşengiha şehîd Herekol û Ragihandina Azad çêbû, li ser bingiha ku nirxên pirtûkan ji bo endamên Ragihandina Azad were kêmkirin, di encamê de jî ji sedî 35 ji bo endamên Ragihandina Azad hat kêmkirin, da ku Rojnemevan karîbin pirtûkan ji xwe re bigirin.

Di derbarê kêmkirina nirxên pirtûkan ji bo endamên Ragihandina Azad, endama Desteya Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Ibrahîm û endamên Komîteya Amedekar a pêşengha şehîd Herekol Ebdmecîd Xelef ji Rojnemeya me re axivîn.

Evîn Ibrahîm diyar kir ku ev 8`e mîn ji pêşengiha şehîd Herekol a pirtûkan tê li darxistin û wiha domand: “Pêşengiha şehîd Herekol ku heya roja îro dewam dike, her wiha ji 15`ê Cotmehê heya 22`ê Cotmehê wê dewam bike. ev 8 sal pêşengiha pirtûkan a şehîd Herekol tê li darxistin ku asta rewşenbîrî, asta xwendina dinava gel de û ev jî pêwîste bibe çandekî serke dinava civakê de. armanc ji pêşengiha şehîd Herekol jî ew e ku çanda xwendinê di nava civakê de pêşbixe. Her wiha beriya şoreşa Rojava were destpêkirin, rêjîma Bass dixwest nivîsandin û rewşenbîrî di nava herêmê de bide tunekirin û bi taybet nivîskarên ku bi zimanê kurdî di nivîsandin, her dem ji aliyê rêjîma Bass ve di hatin bi çavkirin. Ji lewre em dibînin ku çaqas mafê gelê herêmê hatiya bi ser xistin êdî her pêkhateyek bi rahetê bi zimanê xwe dinvîsêne û ji her kesî re dîrok û çanda xwe dide naskirin bi riya nivîsandina pirtûkan.”

‘Pêşengiha şehîd Herekol bûye pêşengihek netewî’

Evîn Ibrahîm da xuyakirin ku pêşengiha şehîd Herekol ne tenê li asta Rojavayê Kurdistanê ye, her wiha li asta her çar parçeyên Kurdistanê ye û dewletên derveyê kurdisatanê û wiha got: “Pêşengih her sala ku tê li dar xistin berfereh û mezintir dibe, em dibînin ku çiqas destkeftiyên wêjeyê hatine bi destxistin, êdî ne tenê pirtûkên ku di nava her çar parçeyên Kurdistanê de di pêşengihê tên pêşandan, her wiha ji gelek dewletên derveyî Kurdistanê bêşdarê pêşengihê dibin ku pêşengiha şehîd Herekol buye pêşengihek netewî.”

‘Kêmkirina nirxên pirtûkan ji bo Ragihandina Azad ji sedî 35 e’

Endama Desteya Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Ibrahîm di dawiya axaftina xwe de palkişand ser kêmkirina nirxên pirtûkan ji sedî 35, ji bo Endamên Ragihandina Azad û wiha domand: “Komîteya amedekar a pêşengha şehîd Herekol ji bo xwendkaran dibe alî kar û kêmkirina nirên pirtûkan ji wan re tê diyar kirin, lê me xwest di vê sale de jî ji bo Rojnemevanan buheyîn kirîna pirtûkan em kêmbikin, li ser vê bingihê têkiliya me bi Komîteya amedekar a pêşengiha şehîd Herekol çêbû ku nirxên pirtûkan ji bo Endamên Ragihandina Azad were pêk anîn, di encama nîqaşên me de ji sedî 35 ji nirxên pirtûkan hat kêmkirin. Ji ber ku Rojnemevan kesên sereken e ku pirtûkan bixuînin û nêzî xwendinê bibin, ji ber vê yekê me xwest em bibin alî kar.”

‘Giftûgo bi Ragihandina Azad re’

Di heman demên de Endamên Komîteya Amedekar Abdmecîd Xelef girêdayê kêmbûne nirxên pirtûkan ku ji sedî 35 ji Endamên Ragihandina Azad re hatiye kêmkirin û wiha got: “Em wekî Komîteya Amedekar geftego hat çêkirin, li ser mijara belavkirina pirtûkan û 2 hezar kartên bi nerxên 10 dolarên Emrîkî ji bo xwendekaran û mevanan, di heman demê de ji bo Ragihandina Azad giftego bi Yekîtiya Ragihandina Azad re YRA hat kirin û ji wan re jî hat biryarxistin ku ji sedî 35 nirxên pirtûkan were kêm kirin.”

Post Views: 123
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
NÛÇE

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

25/05/2025
‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha
ÇAND Û HUNER

Dengê çiyayî û resen; Tehsîn Taha

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.