Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pirtûkên Jineolojî 8. pêşengiha şehîd Herekol xemiland

20/10/2024
in Uncategorized
A A
Pirtûkên Jineolojî 8. pêşengiha şehîd Herekol xemiland
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

2`mîn sal e ku pirtûkên Jineolojî di pêşengeha Şehîd Herekol de tên pêşandana.

Endama Akademiya Jineolojî Mizgîn Îbêş diyar kir ku armanca wan ji beşdarbûna pêşengehê pişxistin asata hişmendiya jinê û belavkirina fikrê azad e.

Zanista Jineolojî di sala 2008’an de ji aliyê Rêber Apo ve di pirtûka sosyolojiya azadî de hat pêşinyarkirin. Li tevahî cîhanê cara yekem hizir, zanist û hebûna jinê di pirtûka jineolojî de deng veda. Armanca ew e ku jin bibin xwedî biryar û enerjiya ku bi hezaran salan di hundirê xwe de veşartine derxin holê. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinan tê nasîn. Jin hêza xwe di vê şoreşê de bi rêxistin kirin û di aliyê çandî, civakî, aborî, dîplomasî, leşkerî û siyasî de derxistin hole.

Di 15’ê Cotmeha 2024’an de Pêşengeha Şehîd Herekol ya 8`mîn li bajarê Qamişlo hat destpêkirin. Ev sala  2`mîn e ku pirtûkên jineolojî tevlî pirtûkên din dibe û di pêşegehê de tên pêşandan. Armanca tevlîbûna pirtûkên jineolojî ji pêşengehê re pêşketina xwendin û belavbûna hizira jinê di nav civakê de ye.

Derbarê tevlîbûna Zanista jin (Jineolojî) di pêşengeha şehîd Herekol a 8`emîn de, endama Akademiya Jineolojî Mizgîn Îbêş ji Rojnemeya me re axivî.

Mizgîn Îbêş diyar kir ku sala 2`emîn e ku ew pirtûkên Jineolojî tevlî pêşengeha Şehîd Herekol dikin û wiha got: “Em wek beşê jineolojî cara 2`emîn tevlî pêşengeha Şehîd Herekol dibin. Zanista Jineolojî yek ji berhemên Rêber Apo ne, herwiha berhemên jin yê ku beşdarî pêşengehê jî bûne ev in; Pirtûk, kovar û rola jin di nava civakê de, jineolojî û gelek mijarên cûda li ser jin û civakê di van pirtûk hatine belavkirin. Em gelkî kêfxweşin ku tiştekî bi vî rengî çêdibe, ji ber îro jinê di tevahiya qadan de rola xwe lîstiye û di aliyê zanistî de jî hîn xwe li pêş dixe û wê gavên mezin bavêje. Ji bo wê em dixwazin çi pirtûk, kovar û rojname ku mijarê jinê tê de were weşandin, bi riya wê de jin xwe li pêşbixîn e.”

‘Armanca Jineolojî reng û dengê jinê di nava civakê de bê belavkirin’

Mizgîn Îbêş axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîste mijarê Jineolojî fêrî hemû civak û cîhanê bikin û hin zêdetir were naskirin, amrmanca me jê ew e ku civakeke nû rol, deng û rengê jinê di nava wê de hebe bê avakirin. Di heman demê de jin di tevahî qadan de cihê xwe bigire. Di nava civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de her tim rola jin di nava zanistê de hatiye windakirin, her çiqas di aliyê zanistê de jinên zane, jinên fîlesof, jinên zanyar derketine pêş, lê careke din jî civakê ew qebûl nekirin e, ji bo wê em mînakên van jinan digirin û em dixwazin bi rengekî din di hemû aliyan de jinan bidin pêş. Heger jin bi riya zanistê xwe li pêş nexe wê nikaribe  bibe bersiv ji bo civaka ku jinan red dikin, îro gelek têkiliyên me di aliyê zanistî de bi zanîngehên derveyî welat re hene, armanca me jê di aliyê zanistê de rola jin bidin xuyakirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.