Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi koma ku ava kiriye jinan bi erdnîgariya Kurdistanê tîne cem hev

20/10/2024
in Uncategorized
A A
Bi koma ku ava kiriye jinan bi erdnîgariya Kurdistanê tîne cem hev
Share on FacebookShare on Twitter

Atiya Abdulrahman a ji Silêmanî bi “Koma geştiyar a Jinên Kurdistanê” ya ku bi xwe damezrand, jinan ji malên wan derdixe û wan bi erdnîgariya Kurdistanê tîne cem hev.

Jinên Kurd ji bo çanda Kurdî derbasî nifşê nû bikin rola sereke dileyîzin. Atiya Abdulrahman a ku mamosteyek ji Silêmaniyê ye piştî 6 salan li derveyî welat ma û vegeriya welat bi armanca danasîna çand û erdnîgariya  Kurdistanê “Koma Geştiyar a Jinên Kurdistanê” ava kir.

‘Her jin dikare tevlî gera me bibe’

Atiya Abdulrahman a ku temenê wê 77 salîye, di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ez hewl didim jinan ji malên wan derxînim û bi geran xwezaya Kurdistanê bi wan bidim naskirin.” Atiya Abdulrahman wiha berdevam kir:

“Dema ez zivirîm Kurdistanê fikrek min ya avakirina komekê hebû. Ji ber vê min di sala 2010’an de heremên Kurdistanê nas kir. Ji bo bi min re biçin herêmên cuda yên Kurdistanê û derveyî welat min komek jinan ava kir.her jin dikare bibe endamê koma me û tevlî gera me bibe.”

‘Ez bi cilên xwe yên gelerî gelek welatan geriyam’

Atiya Abdulrahman  diyar kir ji zaroktiya xwe ve ji cilên gelerî hezdike û wiha pê de çû: “Dema ku dayik û bavê min ji min re cilên gelerî dikiriyan min xwe gelek pîroz hîs dikir. Rûxmê ku ez bi salan li derveyî welat mam min çand û zimanê xwe parast. Ez gelek welatan geriyam û hêz û îradeya jina Kurd da nasîn.  Ez li gelek welatan bi cilên Kurdî geriyam.”

‘Em dixwazin di navbera jinan de têkîliyek xurt bidin avakirin’

Yek ji endama komê Basoz Ehmed ji Zaningeha Mûsilê ya ji beşa Îngîlîzî xêlas kir ye. Basoz Ehmed da zanîn ku armanca lidarxistina gerê ji bo jinan ew e ku di navbera jinan de têkiliyeke xurt were avakirin û ji bo pêşxistina çanda Kurdî tevkariyê bike û wiha got: “Em dixwazin jin di nava aşitî û yekîtiyê de jiyana xwe bidomînin û desthilatdariya mêrsalar baş nasbikin.”

Yek ji endamên komê çalakvana sivîl Şoxan Mehmûd jî got: “Em weke endamekî vê komê bi saya hêz û îradeya jinan serdana xwezaya bedew a Kurdistanê dikin. Ez gelek kêfxweş im ku gelek geştên xwe bi vê komê re dikim.” NÛ JINHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.