Idrîs Henan
Di heyameke wisan gerim û tevlihev de ku nexşeyên herêmê ji nû ve, bi zorê, têne xêzkirin û hemû asîmanên dewletan li Rojhilatan Navîn bi fûze, balefirên şer û yên kişfê hatine qetandin, pirsine gelek mezin tên pirsîn û her aliyek li cihê ku karibe bandortir be digere. Bê guman şerê heyî bi destarê desthilatdariyê têye gerandin û hêrandin. Her aliyek, qewmek, heyînek li berjewendiya xwe digere û li gorî wê jî stratejî û hevalbendiya xwe destnîşan dike. Yek ji faktorên sereke yê di navenda vî şerî de cografyaya Kurdistanê û gelê Kurd e. Ji bona ku gelê Kurd carek din nebe qurbanê berjeweniya aliyên dagirker û mêtinger, vêca neçare ku bibe xwedî statu û dest vala dernekeve. Ji bona wê jî, yekîtî, itîfaq û felsefeyek şoreşgerî li ser hîmê azadî û demokrasiyê hatibe avakirin hewceyeke man û nemanê ye. Nexwe dê carek din di nav agirê vê gengeşeya mezin de bişewite.
Çendîn zanebûna vê yekê ji bona misogerkirina azadiya Kurd girîng be, ewqas jî ji bona xeta ajantiya Kurd û hevkariya bi dagirkeran re girîng e. Ji ber vê çendê, îroj xeta azadiya Kurd rûbirûyê xeta şerê taybet a xweradestkirinê ye. Parallel têkoşînek mezin têye meşandin. Aliyek xeyalên azadiyê hene û aliyê dîtir jî xeyalên desthilatdariyek mayînde hene.
Di nav vê şêl û bêla li herêmê diqewime de, hinek berdevkên faşîzmê derketine qadê û behsa aşîtiya navxweyî ya bi Kurdan re dikin. Hinek propagandeyan belav dikin ku qaşo hema li ser rêya Îmraliyê ne! Ya rast ew e; Eger bixwazin bi Serokatiyê re hevdîtinan çêbikin, ya rast dê ew be. Lê tu nahêlî parêzer û malbat biçin gel Serokatiyê û nahêlî agahiyek jê bê wergirtin! Diyare ku provakasyonek nû di dewrê de ye. Milekî van gotinan davêjin meydanê û milekî êrişî gel dikin. Dêmekî tiştekî fermî ta niha nîne, kengê parêzer resmî sardana Îmraliyê bikin, wê çaxê mirov dikare qala diyalogekê bike. Îca bi zanebûn ajîtasoyneke wisa bi pêş dixin mirov dibêje qey heyranên aşîtiyê ne? Di rastiya wê de tehrîkek heye ku dixwazin siyaseta Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo bi pêşketiye sabote bikin û nehêlin doza Kurdan sûdê ji firsend û astmosfera heyî bibîne. Eger ne eşkere, zelal, fermî û li ber raya giştî belgekirî be, herikînek di cokên xefkên şerê taybet û Dolma Baxçeyek nû ye. Her gotin û idîayên derveyî fermiyetê jî ne dirust in.
Pratîka li ser erdê semîmiyeta wê gotegotê vala derdixîne. Eger mirov çavekî li mitînga Amedê ya Azadiyê bixe, binçavkirina dayîkên aşîtiyê û êrişên bi hemû cureyên çekan li ser Herêmên Parastina Medya heya Rojava, Bakur û Rojhilatî Sûriyê were, mirov dê baş têbigihjêje ka çiqas xwedî daxwazek dirust in?
Polîtîkayek şantajê bi qasî berjewendiyên wê yên demkî dide meşandin e. Xuyaye tu ders ji wan polîtîkayên pê wendakiriye negirtiye û hewl dide bi durûtiyê xwe ji bobelata Rojhilata Navîn desthilatdariya xwe xilas bike. Lew re jî vê nêzîkatiya xwe ya durû ku li ser tunekirin û qirkirina Kurdan ava kiriye, li ser her kesî ferz dike. Ji bona wê jî hemû çavkaniyên xwe xerc dike û pozisyona xwe girêdayî projeya tunekirina gelê Kurd bi kar tîne.
Gotinên Erdogan ên di derbarê metirsiya li ser Tirkiyê baş hestên wî yên jidestçûnê rave dikin ku mecbûrî itîfaqekî hundirîn û lihevhatinek neteweyî ye. Lê dîroka desthilatdariya faşîst li Tirkiyê pratîka wê ya roj îro piştrast dike ku heya jê were dê hewl bide atomsfera heyî bi navê aşîtî û diyalogê biçewsîne ku hîna jî difikire wê bi keştiya xwe ya kun, rol û misyoneke nû ya hêzê werbigire?!