Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hezar û 800 mamoste hatin perwerde kirin

17/08/2018
in Uncategorized
A A
Hezar û 800 mamoste hatin perwerde kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Tebqayê dewreya perwerdeyê ya ku beriya 2 mehan dabû destpêkirin, bi dawî kir. Komîteyê ji bo amadekirina mamosteyên Tebqa û gundewarên rojhilat û bakur ji bo hezar û 800 mamosteyan ji beşên cuda dewreya perwerdekirinê vekir.

Di amadekariyên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê de ji bo pêşwazkirina sala perwerdeyê ya nû, hezar û 800 mamoste di ezmûnekê re hatin derbas kirin. Mamoste beriya 2 mehan tev li dewreyên perwerdeyê bûbûn.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Tebqayê dewreya perwerdeyê ya ku beriya 2 mehan dabû destpêkirin, bi dawî kir. Komîteyê ji bo amadekirina mamosteyên Tebqa û gundewarên rojhilat û bakur ji bo hezar û 800 mamosteyan ji beşên cuda dewreya perwerdekirinê vekir.
Armanca vê dewreyê, pêşxistina asta fikrî û zanistî ya mamosteyan, karînên wan di wanedayînê de û têgihiştina bi xwendekaran re û teşwîqkirina xwendekaran bû.
Di dewreyê de mamosteyan waneyên şêwazên wanedayînê, waneyên derûnî û bîrdozî dîtin ku ji aliyê 75 perwerdekarên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê hatin dayîn.
Mamoste li 11 navendan bi vî awayî hatin belav kirin: Bajarê Tebqa 3 navend (Umer El-Mixtar, El-Qadisiye, Fayêz Mensûr), bajarokê El-Cirniyê 3 navend (El-Ciriniyê, El-Mehmûdlî, El-Remle) û 5 navend li gundewarên başûr (El-Mensûra, Hinêde, El-Sehil, El-Kesrat, Retla).
Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê Hezar El-Derwîş diyar kir ku ji bo naskirina asta sûdgirtina mamosteyan ji dewreyê me nirxandinek dawî ji bo mamosteyan çêkir. Komîteya nirxandinê ji 5 endaman, hevserokên navendê, arşîv, 2 ji perwerdekaran pêk dihat.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê 2’yê Îlona vê salê wek destpêka sala perwerdeyê ya 2018-2019’an diyar kir…ANHA

Post Views: 134
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.