Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Serêkaniyê parçeyek ji canê me ye’

20/10/2024
in Uncategorized
A A
‘Serêkaniyê parçeyek ji canê me ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Koçberên Kampa Serêkaniyê diyar kirin ku 5 sal in Serêkaniyê hatiye dagirkirin, 5 sal berxwedanî di bin şert û mercên herî giran û zehmet de tê kirin û gotin, “Axa me parçeyek ji canê me ye û em tu carî dev ji parçeyê canê xwe bernadin her wê bimîne cih û warê me.”

Piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve, şêniyên van bajaran ji ber hovîtiya çeteyan bi darê zorê, ji cih û warên xwe hatin derxistin, lewre Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina van malbatan, kampa Serêkaniyê ava kir.

Ev 5 sal in Serêkaniyê hatiye dagirkirin, 5 sal berxwedanî di bin şert û mercên herî giran û zehmet de tê kirin. 5 sal konên koçberan nehatine guhertin, di zivistan û havînan de jiyana wan ne ti jiyan e. Tevî ku Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe hewl dide bi koçberan re bibe alîkar, lê jiyana koçberan di nava kampê de zehmet e. Herwiha koçber hemû astengî û zehemtiyan bi têkoşîneke mezin derbas dikin û hêviya vegera mal û milkên xwe jiyan dikin. koçber êş, zor û zehmetiyên ku îro li kampê dikşînin hevkarên dagirkeriyê berpirsyar in.

Derbarê rewş û berdewana li kampa Serêkaniyê, Koçberên Kampa Serêkaniyê ji rojnameya me re axivîn.

Koçbera bi navê Mêrvet Xidêr diyar kir ku ji hovitiya êrişên dagirkeriyê ew neçarî jiyana li kampê bûn û wiha got: “Ez ji gundekî girêdayî navçeya Tiltemirê me û niha li kampa Serêkaniyê jiyan dikim. Dema êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser bajar û navçeyên me pêk hatin, em neçar bûn berê xwe bidin bajarê Hesekê. Li Hesekê di dibistanan de bicih bûn, lê nedibû ku em demek dirêj di dibistanan de bimînin ji ber hejamara me zêdebûn lewra Rêveberiya Xweser ji me re kampa Serêkaniyê ava kir û ev 5 sal in em ji cih û warên xwe derketine. Her kes dizane jiyana kampan bi çi rengiye, gotin tenê têra şîrovekirina astengiyên jiyana koçberiyê nake, ne jî êş dikare bê xuyakirin, di axa xwe de em bûne koçber, dagirkerî û çeteyên wê ne tenê me dûrî malên me kir, me dûrî parçeyeke ji canê me kir, ji ber mirov cihê ku lê jiyan dike, mîna zarokê xwe dibîne, zarok jî pareyeke ji canê dayikê ye, niha jî canê me birîndar e, lê çawa ku dayik çiqasî dûrî zarokê xwe dikeve û hizkirina wê zêdetir dibe, cih û warên me jî her wê bimîne parçeyê canê me, çiqasî me dûrî wê bikin her em ê hev bin û hêviya ku parçeyê canê me vegere û kêfxweşiya jiyanê vegere qut nabe. Di heman demê de berxwedaniya me ji komployên ku li ser me tên meşandin, mezintire.”

‘Ne havîna me havîne û ne zivistana me zivistane’

Mêrvet Xidêr di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku kamp bi her awayê xwe zehmete û wiha got: “Di nava kampê de hin rêxistinên cîhanî zembîlên xwarin û paqijiyê mehane li me belav dike, lê em bêjin nebêjin ew têra me nakin û bi zor û zehmetiyan em xwe dighînin serê mehê. Di heman demê de ne havîna me havîne û ne zivistana me zivistane, ji ber di dema havînî germahiyeke wê ya zêde heye, him toza li kampê jî, ji bo tenduristiya me nebaşe, ya herî girîng jî kesên temen mezin germahiya zêde ji bo wan zehmet e. Li kêlek wê di demsala zivistanî de sermaya zêde heye, rêjeya sotemeniya ku li me tê belavkirin têra me nake, ji ber kon ne mîna xêniyane, serma xwe lê digire, herwiha çûnûhatina li kampê ji ber barîna baranê dibe asteng. Daxwaza û hêviyên min ji rêxistinên navneteweyî yên berpirsên kempane ku guhdanên zêde ji kampê re bê kirin û rewşa me binerin ku em bi ci awayî jiyan dikin.”

‘Serêkaniyê cihê derguşa şarestaniya me ye’

Mêrvet Xidêr axafrina xwe wiha qedan: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin û plana wan ew e ku hemû bajarên me dagir bikin. Ew dixwazin demografiya herêmê biguherînin û projeya Neteweya Demokratîk têk bibin. Dewleta tirk hewl dide hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, lê bi saya berxwedaniya me û ya zarokên me heya roja îro planên dagirkeriyê têk çû. Lewma niha dixwazin carek din êriş bikin da ku cihên din jî dagir bikin, hem jî qirkirineke çandî li ser me pêk bînin, lê bera xwen û xeyalan ji xwe re ava nekin, Serêkaniyê cihê derguşa şarestaniya me ye, warê Rustem, Egîd û lehengan e, Serêkaniyê bi tenê namîn e, em 100 sal din jî, jiyan bikin, her em ê ji bo Serêkaniyê jiyan bikin.”

‘Ka mirovahî ka wijdanê mirovan’

Koçbera bi navê Sedîqa Hesen jî diyar kir ku ew ji bajarê Kobanê ye lê 30 salan li Serêkaniyê jiyan dikir û wiha got: “Ez ji bajarê Kobanê me lê 30 salan me li Serêkaniyê jiyan dikir. Piştî ku Serêkaniyê hat dagirkirin, em derbasî kampa Serêkaniyê bûn, di kampê de hewcedariya me bi gelek tiştan heye, bi taybetî 5 sal in kon nehatine guhertin û ev dibe sedema nexweşiya gelek zarok û jinan. Bi hatina baranê re gelek kon li ber avê dirin. Ma ka mirovahî ka wijdanê mirovan, pêwîste her kes alîkariyê bide koçberan û bêdengiya xwe bişkîne. Em baş dizanin çi li dora me dibe em nayên xapandin. Ya ku xwedî li me derket Rêveberiya Xweser e, ya ku kamp ava kir û me bi cih kir ew e, ne rêxistinên mirovî ne ku tenê bi axaftin dibêjin em mafên mirovan diparêzin, lê daxwaza min ji wan ew e ku gotin tenê nemîn e û bi erkên xwe yên mirovî rabin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.