Rohat Bulut
Herî zêde dewlemendiya bajaran xwe li ser civakê dide der. Heke li bajarekî di warê etnîkî de dewlemeniyek hebe tê wateya ser erd û binerda wî bajarî jî dewlemend e. Di vir de em dewlemendiya madî û manewî di nav hev de û bi hev re dinirxînin. Lewre madî û manewî yanî diyarkirina van nirxan bi xwe ji civakbûyîn û watedayîna civakê pêk tê. Dema civak nirxekî bide vê dewlemendiyê û watedar bike dê her tiştên din bi xwezaya xwe derê pêş.
Li vir dema mirov civakbûyînê binirxîn e pêwîst e, mirov berê xwe bide pêkhateya bajarvaniyê. Heke li bajarekî hêmanên civakbûyînê yên bi hev re jiyanê yên netewên ji hev cuda hebe û xurt be tê wateya ku ew bajar di warê madî û manewî de jî xurt e. Mebesta me ya ji xurtbûn û dewlemendiyê ew e ku civaka li bajaran bi taybetî jî ya ku ji gelek pêkhateyên neteweyên ji hev cuda pêk tên dikaribe bi çand, ziman, foklor û taybetmendiyên xwe bijîn. Her wiha bi nirxên xwe yê ser erd û bin erd ve girêdayî be û dikaribe biparêz e.
Bi taybetî jî risteke mezin dikeve ser milê rêveberiyên herêmî. Divê rêveberiyên herêmî dikaribe vê dewlemendiyê biparêze û pêş ve bixe. Ji endizyariya avahiyên bajêr bigire heta gastronomiya bajêr li mîrateya civakê ya bajarvaniyê xwedî derbikeve. Her wiha pêwîst e rêvebirên herêm ne tenê li welatê xwe vê yekê bi tevahiya cîhanê bide nasîn. Ev danasîna civakê ya madî û manewî di heman demê de dê bibe misogeriya pêşeroja civakê.
Heke çand, ziman, bawerî û pir rengîniya civakê bê parastin û ew çand û exlaqê bi hev re jiyanê di asta hişmendî de bê pêşxistin dê ji tevahiya mirovahiyê re bibe mînakek. Di heman demê de bi vê yekê re dê aştî demokrasiya di navbera gelan de jî bê avakirin. Ji xwe li tevahiya cîhanê û bi taybetî jî li Rojhilata navî tişta pêwîst jî ev e. Dema em bala xwe didin şer û pevçûnê ku rû didin, em dibînin ku sedema sereke ew e ku ev çand qels e. Lewma jî ji her cure êrîşan re vekirî ye. Ev dibe sedem ku nirxên civakê ji holê rabe.
Ji lewre jî pêwistî pê heye ku rêveberiyên herêmî nirxên civakê biparêz e. Lewre parastina civakê bi xwe di parastina nirxan de derbas dibe. Heke nirxên hevpar ên civak û mirovahiyê neyên parastin mirov nikare behsa civakbûyînê jî bike. Bi taybetî jî ev bi serê xwe û jixweber pêş nakeve. Ji bo wê jî girîng e ku hişmendiyek bê avakirin. Ew jî bi perwerde, watedayîn û rêzgirtinê ve girêdayî ye. Bêguman di vê hişmendiya ku bê avakirin de hewceye li gel mirov û civakê hemû zindîwar û bi giştî xweza li ber çavan bê girtin. Di bingeha xwe de watedayîna giştî ya xweza û hemû zindîwaran, li gorî wê tevgerîn dê mirov û civakbûyînê pêş ve bibe.
Lewma divê em hemû nirxan di nav hev de û bi nêrîneke bê berjewendî di bêjinga jiyana civakî re derbas bikin. Bi taybetî jî civakbûyîna li bajaran ji hemû êrîş û pişaftinê re vekiriye. Lewre jî rêveberiyên herêmî divê bi baldarî nêzî bajar, bajarvanî û bi hev re jiyana pirneteweyî bibin ku dikaribin nirx û dewlemendiyên madî û manewî yên civakê biparêz e.