Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Lîstika Erdogan a N

16/10/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hezkirina Welat
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Di siyaseta Tirkiyê de kevneşopiyeke dîrokî heye. Dema serokkomar an jî serokwezîr diçin derveyî welat, komek rojnamevan digirin gel xwe û di balafirê de daxuyaniyan didin. Rojnamevanên wê tevlî vê rêwitiyê bibin Serokkomar  biryar dide. Tu caran rojnamevanên mixalif tevlî vê rêwitiyê nabin. Di sefera Erdogan a Arnavût û Sirbistan de jî, me ji vê kevneşopiyê re şahidî kir. Erdogan di balafirê de daxuyaniyek balkêş da. Ji berê de pirsên ku şêwirmendên wî amadekiribûn û li rojnamevanan belavkiribûn, yek bi yek ji Erdogan hatin pirsîn.

Piştî geşadanên li Tirkiyê diqewimin, pirsek ji siyaseta cîhanê hat pirskirin. Dema dor hat Sûrî, Erdogan digot; ez bang li Rûsya, Îran û Sûriyê dikim. Li dijî planên Amerîka yên parçekirina Sûrî derkevin. Divê demildest werin cemhev. Mekanîzmayek sêalî divê were avakirin. Li hember planên Amerîka yên ji bo terorîstan helwestek were nîşandan û were astengkirin. Divê yekîtiya axa Sûrî were parastin.(Herêmên ku dagirkirî jibîr dike). Ev peyama wî di medya Tirkiyê de nehat servîs kirin. Rueters û Media Îsraîl girt rojeva xwe. Piştî demek di Medya Ereban de jî cîhek fireh girt. Em baş dizanin ku Erdogan van gotina parçekirina Sûrî zêdetir dixwaze bibêje, li hemberî statuya rêveberiya xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûrî helwest nîşanbidin.

Yên ku kaosa û qeyrana Sûrî kûr kir Erdogan bû. Bi çeteyan re lihev kir, ji wan re pêşengtî kir û êrişî rejima Şamê kir. Di  belgeyan de, di îfadeyên DAIŞ’yan de, dihat gotin; Me berê xwe dabû Şamê, me dixwest piştî Mûsil û Reqayê Şamê bigirin bin kontrola xwe, lê Erdogan got ji Kobanê destpêbikin. Erdogan li desthilatê bû lê bextewar nebû. DAIŞ têk çûbû. Li Rojava 3 kanton hatibû avakirin. Statuya rêveberiya xweser di qada navnetewî de dihat nasandin û têkilîyên wan yên dîplomatîk pêşdiketin.

Har û çavsorî bûbû. Ji Rêber Apo jî xwest ku 3 kanton werin fehskirin. YPG tevlî hêzên muxalif bibe û li dijî Şamê şer bikin. Rêber Apo ev red kirin û pêvajo bidawî bû. Tecrîd dest pê kir. Erdogan dît ew û çeteyên xwe di vî şerî de têk çûne û statuya Kurdan roj bi roj misoger dibe. Lavakirina bi Beşar Esad jî encam negirt. Ji bo vê yekê di wê balefirê de xwe avêt bextê Moskov, Tahran û Şamê, da ku Kurd li wê derê nebin xwedî statuyek.

Baş e..Ev Erdoganê evqas bi dijminatiya Kurdan har bûye wê çawa pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Bahçeliyê ku dijminatiya xwe ya Kurdan li notêr dayî tesdîqkirin, wê çawa pêvajoyeke nû bide destpêkirin? Di sala 2015’an Rêber Apo ji wan re gotibû ku Rojava xeta me ya sor e. Evcar ku herin Îmrali wê ji Rêber Apo çi bixwazin? Daxuyaniya herî dawî ya Rrêxistina Çavderiya Mafên Mirovan a Sûrî de dihat gotin. Di vê hefta dawî de 190 TIR lojîstikên eskerî derbasî Îdlibê û heremên dewleta Tirk dagirkiriye hatiye kirin. Li aliyek bang dike qaşo yekparetiya axa Sûrî dike û li aliyek jî dagirkeriya xwe xûrt dike. Medyayê ev sextekarî dît ku cîh neda vê banga Erdogan. Ji aliyê hin çavdêrên siyasî ve tê gotin ku Îsraîl piştî Lubnanê wê berê xwe bide Sûriyê. Erdogan jî li gor vê îhtîmalê amadekariyek dike.  Dive Kurd vê lîstikê vê siyaseta qirêj bibînin û li gor vê yekê jî amadekariyên xwe bikin.

Dive hemû nakokî û nîqaşên xwe deynin aliyekê, yekîtiya xwe ya netewî avabikin. Herî dawî, em gotina Rêber Apo ya berî Bihara Gelen destpêbike, bi bîr bixin: “Li Rojhilata Navîn guhertinên nû wê pêk werin.  Divê Kurd bi amade bin. Yekîtiya xwe ya eskerî û dîplomasiya xwe ava bikin”

Post Views: 77
ShareTweetPin

Herî Dawî

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.