Jinên li kampa Berxwedan dimînin derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelên Kurdistanê Abdulah Ocalan de gotin: Dibe ku rêberê me fîzîkî dîl hatibe girtin, lê ramanên wî azad in. Rêberê ku jin azad kiriye wê bi têkoşîna jinê ya domdar jî azad bibe.
BI ŞÎRÊ FELSEFEYA RÊBER APO ZAROK
MEZIN DIBIN
Têkildarî mijarê jina bi navê Qedriye Menan Mustefa ku nişteciya kampa Berxwedan e got: Beriya ku Rêber APO hebe, jin hebisciyê çar dîwar bû. Mafê xwe yê jiyanê ji dest dabû. Rêber APO yekem fîlosof, zanyar û ramyarê ku azadiya jinê misoger kiriye ye. Qedriye tekez dike ku dewletên komploger dixwestin bi riya dîlgirtina Rêber APO vîna jinê lawaz bikin û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: Berevajî armancên komplogeran, jina Kurd bû pêşengê têkoşîna jinên cîhanê. Jin bi girêdana xwe ya samîmî bi rêberê xwe re wê asta têkoşîna xwe bilind bike û dê serokê xwe jî rizgar bike. Jina Kurd îroj zarokên bi şîrê felsefeya Rêber APO mezin dikin. Ji bo têkbirina tecrîda girankirî ya ku dewleta faşîst a Tirkiyê li ser rêberê me ferz kiriye, em ê heya dawiyê têbikoşin û wefedarê Serok APO bin.
RÊBER APO KILÎTA ÇARESERIYÊ YE
Meryem Fayîq Xelîl jî got: Jina Kurd li ser hîmên pîtoleya Rêber APO derbasî qonaxeke nû ya jiyanê bû. Jinê rastiya xwe nas kir û li cihê xwe yê xwezayî vegerî. Meryem destnîşan dike ku; raste Rêberê me dîl hatiye girtin, lê bi ramanên xwe yên derbarê azadiya jinê de zindî di nav me de ye.
Jinên Kampa Berxwedan di dawiyê de tekez kirin ku tenê Rêber APO dikare hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike û ev tişt anîn ziman: Rêber APO xwedî keda mezin a têkoşîna azadiya jinê ye. Jinên Kurd û ên cîhanê dendarê Rêber APO ne. Ji ber vê yekê, em bang li hemû jinên cîhanê, saziyên navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku beşdarî têkoşîna jinê ya azadiya Rêber APO bibin û vê tecrîda faşîzma Tirk a bêbext li ser Rêber APO bişkînin.
Şîlan XOCE