Dilyar Cizîrî
Ji Adara sala 2021’yan tam, piştî telefûna bi Mihemed Ocalan a çend deqeyan û vir ve tu agahî ji Rêber Abdulah Ocalan nehatiye girtin. Sîstema tecrîdê ya girankirî bi dijwarî hate zêdekirin. Tevahî qanûnên li Tirkiyê û cîhanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin binpêkirin. Di demekê de ev rewş bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Hin agahî hatin belavkirin ku têkilî di navbera Rêber Abdulah Ocalan re çêbûye.
Bêyî Tevgera Azadiyê tu agahiyan derbarê mijarê de belav bike, hin saziyên ragihandinê bi îdaya ku têkiliya Abdullah Ocalan bi riya bernameya Watsapp bi Rêveberiyên Tevgera Azadiyê li Qendîlê re çêbûye. Di heman demê de silavdayîna kesayeta nijatperest Dewlet Behçelî ya bi perlementerên DEM-Partiyê re wekî destpêka pêvajoyeke nû pênase dikin.!
Bi rastî dema min nûçeya wan xwend ez matmayî mam, ev ewqas gelê kurd ehmeq û nezan hesab dikin? Ewqas dixwazin mijarê biçûk nîşan bidin? Heger rast dewleta Tirk dixwaze pêvajoyeke aştiyê destpê bike, hemû rê û rêbaz diyar in. Gava yekem bela dawî li sîstema tecrîdê bîne û herî kêm di mijara Imralî de li gorî qanûnên xwe tevbigere. Wekî din pir rehet dikarin mijarên siyasî bi partiyê re nîqaş bikin û danûstandin werin destpêkirin.
Ema tişta diyar dibe, encama berxwedana gêrîla û têkçûyîna Artêşa Tirk derdikeve holê. Erdogan û fermandarên wî yên leşkerî wiha xeyal dikirin, di mijara balafirên bê mirov de gavên mezin avêtine, êdî dikarin li her derê derbeyên giran li gelê kurd û hêzên wan bixin. Bi rastî jî çend salan balafirên wan ên bê mirov kêm zêde be bandoreke xwe hebû. Ema ne di asta ew xeyal dikin.
Di Newroza derbasbûyî de dema Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Murad Keraylan mizgînî da. Wê demê sîstema “Tenê Artêşa Tirk li jorê” têk çû. Hêzên Gêrîla ew zemîn şikand û balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ên herî pêşketî bi hêsanî anîn xwarê. Di heman demê de yekîneyên Gêrîla yên Azmanî jî ketin dewrê û gelek çalakiyên ji ezman ve li dijî artêşa Tirk pêk anîn.
Ji ber wê jî mirov dikare bêje, ev qonaxa guhertina hevsengiyan e. Hikûmeta Erdgoan-Behçelî bi taybet piştî şerê Xeza û Lubnanê dizanin di rojhilata Navîn de guhertinên mezin hene. Ji ber wê jî dixwazin gelê kurd û raya giştî bixapînin. Heger rast dixwazin pêvajoya danûstendinan destpêbike, pir rehet dikarin danûstandinên siyasî bidin destpêkirin. Ema heger dewleta Tirk û rayedarên wê xeyal dikin ku ew ê bi rêbazên şerê taybet û bi îdaya ku wan tecrîd şikandine, wê nikaribin rêveberiya gelê kurd û civakê wê bi navendên şerê taybet bixapînin.
Di encama berxwedana gêrîla û derbeyên giran li dijî artêşa wan tengav bûne, ema wiha diyare bi niyetek qirêj serî li hemû rê û rêbazan digirin. Pêre hin kes wekî hemû nûçeyên wan rastin nirxandin dikin. Em jî ji wan kesan, dewleta Tirk û hemû cîhanê re jî dibêjin çareserî vegera hiqûqan e. Heta tecrîd heye û hiqûq hatiye binpêkirin, ne mumkine gelê kurd û tevgera azadiyê bikeve bin bandora wan.