Endama Komîteya Sulhê Şêxa Mehmûd da zanîn ku komîteya Sulhê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan xwedî girîgiyeke mezin e.
Şêxa Mehmûd yek ji jinê ku piştî Şoreşa Rojava cihê xwe di nava rêveberiyê û di mala jinê ya Serêkaniyê de girtiye. Şêxa diyar kir ku avakirina Komîteya Sulhê girîngiyeke wê ya mezin di nav civakê de heye û bi taybet jî ji bo jinê.”
Şêxa Mehmûd derbarê kar û xebata xwe ya Komîteya Sulhê de wiha got: “Karê me di Komîteya Sulhê de tê wateya çareserkirina gelek pirsgirêkan. Em li vir hemû pirsgirêkên jinan ji pevçûnên malbatî, pevçûna cîrantî bigire heta bi li ser du zewaciyê disekinin û ji bo ku ev pirsgirêk dernekevin dibin çareserî. Pirsgirêka tundiya li ser jinê ku ji hêla mêrve tê kirin û zewaca di temenê biçûk de çareser dikin. Ji ber ku di cavekê de bi çavekÎ biçûk li jinê tê nerîn, avakirina Komîteya Sulhê bû weke sened ji hemû jinan re.”
Şêxayê, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku avakirina Komîteya Sulhê girîngiyeke wê ya mezin heye ji bo jinê û bi taybetî jî ji bo jinên Ereb û dewam kir: “Heta niha jî gelek jin zehmetiyan ji hêla mêr ve dikşînin û bi taybetî jî jinên pêkhateyên Ereb.”
Şêxa yê di dawiya gotinên xwe de bang li hemû jinan kir ku ji bo hemû pirsgirêkên xwe berê xwe bidin Komîteya Sulhê û pirsgirêkên xwe bi mala jinê re parve bikin…JINNEWS