Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komîteya Aborî ya Konigra Star projeya Demsal berfireh dike

16/10/2024
in Uncategorized
A A
Komîteya Aborî ya Konigra Star projeya Demsal berfireh dike
Share on FacebookShare on Twitter

Komîteya Aborî ya Rêxistina Kongra Star projeya Demsal a li Tirbespiyê berfireh dike. Jin destnîşan dikin ku ev proje derfetên kar û xweseriya herêmê bi dest dixe.

Projeya Demsal a çandinî û sewaldariyê ya Aboriya Jin a Komîteya Aborî ya Kongra Star li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî bajarê Qamişlo di sala 2015’an de hatiye avakirin. Di vê projeya ku bi 4 jinan dest pê kir de nêzî 100 jin kar dikin, tê de çandiniya hemû cureyên çandiniyê yên her çar werzên salê hene. Her wiha sewaldarî jî heye. Proje ji bo ku derfetên zêdetir û berhemên bêtir peyda bike berfirehtir dibe. Berdevka Komîteya Aborî ya Kongra Star Gulê Murad têkildarî projeyê axivî.

Gulê Murad diyar kir ku ew ji bo armancên xwe projeyê ji sala 2015’an ve heta îro berdewam dikin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Proje biçûk û sînordar bû. Bi demê re mezin bû, pêşketin çêbûn. Niha hejmara jinên ku cih digrin di projeyê de, nêzî 100’î ye. Ev jin ne tenê ji bo qezenckirina pere li vir in, ji bo kesayeta xwe bi hêz bikin jî dixebitin û fêrî kar dibin niha gihaştine asta pisporiyê. Jin li vir jî çandinî û sewaldariyê fêm dikin. Demsal di nava xwe de çandiniya sebze, fêkî, çandina genim, nîsk û ceh dihewîne. Her wiha sewaldarî, berhemên dest jî hene mîna ava bacanên sor û îsotan.”

‘Ji bo herêm û jinan xweseriyek e’

Gulê Murad teqez kir ku ev proje ji bo herêmê gaveke girîng e û got: “Ev proje gelek girîng e, ji ber ku ji armancên me yên sereke bidestxistina xweserî û xwetêrkirina herêmê ye di aliyê peydakirina pêdiviyên jiyanê yên sereke ji xwarinê bêyî ku herêm hewcedarî berhemên derve bibe.”

Gulê Murad diyar kir ku ew ji bo pêşxistina jinan di warê proje û bîrdoziyê de dixebitin û wiha pê de çû: “Di heman demê de ji bo peydakirina derfetên kar ji jinan re. Gelek jin ji malên xwe derneketibûn û tevlî koperatîfan nebûbûn. Jinan piştî ku di projeyê de cih girtin, girêdaneke wan çêbû, xwe xwediyên projeyê dibînin, dixwazin bi pêş bixin. Hêjayî gotinê ye ku em girîngî didin perwerdekirina jinan a îdeolojîk li ser parastin, azadî, rêbaz û mafên wan.”

Werza berhemdayîn û berfirehkirina projeyê

Gulê Murad da zanîn ku ew amadekariyên werza salê ya nû dikin û wiha berdewam kir: “Her werzek şînahiya wê cuda ye. Niha em amadekariyên werza payîzê dikin. Sera tên amadekirin her wiha sewal jî di pêvajoya zayînê de ne. Li aliyekî din, em amadekariya vekirina dikanek dikin, ji bo firotina berhemên ku ji vê projeyê derdikevin, dibe ku derfetên her kesê tunebin ji bo werin cihê projeyê loma em dikanê vedikin ji bo her kes bikaribe berheman bikire.”

Bandora germê û qutkirina avê

Reca Mixlif a ji sala 2020’an weke karker cihê xwe di projeya Demsal de cih digre. Dibêje ku tevî pileyên germê û qutkirina avê xebatên xwe berdewam kirine û wiha pêde çû: “Dibe ku hinek bandora neyînî li berhemên çandiniyê bûbe ji ber ku pileyên germê îsal bilind bûn. Di heman demê de qutkirina elektrîkê jî bandora xwe kir. Berhema sala borî baştir bû.”

‘Ji bo me derfet e’

Reca Mixlif tekez kir ku projeya Demsal gelek derfet ji wan re pêşkêş kirine û wiha bi dawî kir: “Vê projeyê gelek derfetên kar ji jinan re peyda kir, wekheviya di navbera jin û mêr de pêk hat. Em ji bo hemû cureyên çandiniyê, yên hemû werzên salê dixebitin. Eger em bînin gel hev, navbera dema destpêkê dema ku ez hatim û niha de gelek pêşketin çêbûne. Kar zêde bû, derfetên kar jî pê re zêde bûn. Eger jinek kar bike, dikare malbata xwe jî xwedî bike.” NÛ JINHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.