Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di demek kurt de xebatên girîng

17/08/2018
in Uncategorized
A A
Di demek kurt de xebatên girîng
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Şopdarên Rojê ev 8 mehe bê navber xebatên xwe berdewam dike. Li Navenda Şopdarên Rojê jin û ciwan bi hevre xebatê lê birêvedibin. Navendê heta niha gelek pirtûk bi zimanê Kurdî û Erebî werger kirine û dokumanter amade kirine.

Bi armanca piştrastkirina şoreşa Rojava û beûyerên wê, parastina van piştrastiyan ji windakirinê. Navenda Şobdarên Rojê ya çand û wêjeyî di 1’ê meha Çileya 2018’an de li bajarê Qamişlo hate vekirin. Ku ev navend di riya belgefîlm, nivîsnadina çîrok û romanên serpêhatiyên şoreşê de bûne, bûye mîna hafizeya dîrokê û lêvegerek jibû nivşên nû.
Di navendê de jin û ciwan bi hevre xebatê di meşînin, Navend ji sê beşên wekî(nivîskî, piştrastkirin û ragihandin)pêk tê. Ji bo ku em navend, xebat û çalakiyên wan ji nêzve nasbikin, Rojnameya Ronahî serdana nevendê kir û nerînên wan girtin.
DÎROKA KURDAN JİNÛVE PİŞTRAST BİKİN
Endama Rêvebira Navenda Şobdarên Rojê Heyva Heyder Hesen da zanîn ku girînge şoreş Rojava bê piştrastkirin û belgekirin, bi taybet qada leşkerî ku di oxira parstina xak û azadiya gel de, gele keç û xort canê xwe fedakirin û bûne sembol. Û axaftina xwe wiha dom kir: “Dîroka kurdan di nav rûpelên dîroka cîhanê de nehatiya piştrastkirin, bi taybet dîroka jinê, heger hind belge ser kurdan hebe jî bi pênûsa dijmin hatiye nivîsandin. ji bo wê pêwîste ku em ji nûve bi pênûsa rastiyê van belgeyan sererast bikin û dîroka kurd a resen tijî tekoşîna leşkerî û gel a bêhmpa bi nivîsên xwe di her demê de zindî bikin; û ji bo wê jî kedek mezin pêwîst dike.”
Dİ DEMEK KURT DE
XEBATEK ŞÎNBER
Di çarçoveya danesîna beşê navend û pirtûkan Heyva wiha got: “Beşa yekem nivîskî ye, sê jin tê de dixebitin û sê xoet pirtûkên wekî çîrok û romanên serpêhatî amaede dikin. Her wiha amedekirina pirtûkan ser belgeyên ku bi lêkolîn û roportaj bi kesên pispor di dîrok, wêjeya kurdî û dîmografiyê de dikin, di heman demê de sûd ji hind pirtûkên ku bi pênûsa kurdan hatiye nivîsandin digrin. Heya niha pirtûkên wekî “Şefeqa bi rûyêdin ku çîrokên şoreşê vedibêje Henan Reşko nivîsandiye, Serdaba Reş Ehmed Hemê ye naveroka wê ser DAIŞ û hovîtiya wan vedibêje û pirtûka sêyemîn jî Eyqona nemirî ji şoreşa kurdî ji berhemên Heyfa û Sena ne. Ev pirtûk bi taybet ser jinên kurd ji serdema mîsolojî û heya roja îro, ku jin di qada şer û civakê de jî pêşengtî û rêbertî kiriye vedibêje. Her wiha Ristem Resûl demografiya lêşkerî bi zimanê kurdî weşand.Pirtûk bi zimanê kurdî û Erbeî tê nivîsandin.”
EYQONA NEMİR
PİŞTRASTKİRİNA DÎROKA JİNÊ YE
Rêvebira Navendê Sena Hacî jî bal kişand ser veşartina rola jin di dîrokê de û wiha got: “Pêwîste hemû mijarên girêdayî jin piştrast bikin, ji bo wê di nivîsên xwe de girîngî da rola jin di şoreşê de taybet di qada leşkerî û beriya wê çawabû. ku jin dinavbera 7 salên şorşê de gelek destkeftî bi destxistin û heya roja îro diparêzin û mezin dikin. Jin di du qadên girîng de tekoşîn û şer dike şerê li himberî hişmendiya kevneşop û kor û şerê çeteyên herî hov DAIŞ’ê bi hêz, vîn û bawerî kir û bûne sembola azadi yê. û Sena wiha domkir: “Girîngiya pirtûka “Eyqonên nemir di piştrastkirina pêvajoyên tekoşîna û berwxedaniya jinê, me gelek belge ser kesayetên jinên tekoşer û berxwedêr ji Bakûr, Başûr Rojhilat û Rojava yê Kurdistanê girtin dest, lê em dizanin ku hîn jî hene. Rastî da ku agahiyên rast kombikin em rastî zehmetiyan hatin, ji ber ku lêvegerên ku em agahiyên rast bigrin nebû, ji ber ku dîrok kurd û berwxedaniya wan ne hatiye piştrast kirin.”
DÎROAK JİNA TEKOŞER PİŞTRAST BİKİN
Sena Hacî da zanîn ku heya niha 23 şoreşên kurdistanê çêbûne, lê tekoşîna jinê di wan de nehatiye vegotin û wiha bi lêvkir: “Tevî ku herkes dizane bi saya piştgirtî û parastina jin ji herêmên wêre bû sedema serke ji pêşketin û serkeftina wê û şoreşê. Lê ev hemû berhemdayînê jinê bi sedên salan di dîrokê de hatin veşartin, ji bo wê jî yek ji armancama ji vê pirtûka bi navê “Eyqoneya nimir” ku em berwxedaniya kurd û jinê belge û piştrast bikin û vê dîroka ku bi hezarên salan veşartî ji raya giştî re derxînin. Her wiha wê ev pirtûk ji nivşên nû û herkesên dixazin dîroka tekoşîna jin û kurd a resen nasbike bibe lêvegerek.”

Evîn YÛSIV/ Melek DEMÎRTAŞ

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.