Monday, May 26, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qanûna Erdoganê dagirker!

13/10/2024
in Uncategorized
A A
Jin jinûve evînê li ser vê xakê şîn dikin! -3-
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Na! Wisa nefikirin. Eşqiyayan, tecawizkaran, hovên dagirker, talanker û hwd. van hemûyan jî li gorî xwe qanûnek wan, rêzikek wan heye. Heta dizan jî, ku her kes bi wan dizane, qanûneke wan heye. Mînak ti diz, eşkere eşkere, bi rojê, yan jî li ber tava heyvê çavê xwe bernade tiştekî. Her xwe li benda tariyê digire da ku ti kes wî nebîne.

Werhasil, nebêjin “ev faşîst e, ev dagirker, jixwe dewleta wan jî ne ti dewlet e, hemû mafya ne” û hema wisa derbas nebin. Qanûneke wan, destûreke wan jî heye. Me dixwest bêyî ku em pê de kûr biçin, hema em bikevin nava mijarê. Lê hin mijarên wisa hene ku tu ji dîrokê, ji erdnîgariyê û civaknasiyê behs nekî û mînak nedî, mirov nikare daxwaza xwe bîne ziman.

Mijara me, mijûlahiya me jî di esasê xwe de dagirkerî ye, dagirkeriya dewleta Tirk e; dewleta talanker ku dapoşa faşîzmeke bi navê Erdogan-Bahçelî daye ber sûret-sufatê xwe ye.

Mînaka ku em ê ji dîroka eşîr û qebîleyên Turanî bidin, ji vê faşîzma Erdogan-Bahçelî re îro bûye wekî qanûn. Qebîleyên Turanî-Tirk, di sed sala 9. dest pê dikin êrîşî Rojhilata Navîn, Îran û Kurdistan dikin. Ev mijarên dîrokê têra xwe kûr û bi êş in. Lê ji me re tenê ev pêwîst e ku qanûna faşîzma Erdogan di wan serdeman de dest pê kiriye were hûnandin.

Piştî hatina destpêkê ya van eşîr û qebîleyên Turanî, şer û ceng û talankerî ji Îrana jorî bigire heta bi Erebîstanê ti car li ser van erdan xelas nebûye. Hin caran kêm, hin caran jî wekî hatina Moxolan pir bi êş…  Êlên Turanî, bi xweşî nehatine pêşwazî kirin. Yan jî erdnîgariya hatine li ser ne vala bûye. Werhasil, bi şer û şorî xwe bi cih kirine. Lê hin caran jî dema ku nekarîne xwediyên van erdan têk bibin, bi wan re li hev kirine. Vaye di encamê de qanûna ku Erdogan îro li ser dimeşe ji wan deman ve maye. Mînakek herî dîrokî ku faşîstên Tirk pir jê hez dikin û pê pesna xwe didin heye: Ez ne şaş bim artêşên Tirkên Turanî di şerê Mewarul Nehr dema têk diçe-yan jî ji bo ku bi ser bikeve- nizam kîjan padîşah yan jî serdarê Selçûkî dibêje “min xewnek dîtiye em Turanî hemû bûne Misilman” yanî stratejî yan jî qanûna Tirkên Turanî jê pêde wisa şikil girtiye: “destê ku te nekariye badî, maç bike li ser eniya xwe dayne”. Yanî êlên Tirkên Turanî bi şev kafirkî ketine xewê û sibê jî Misilman rabûne! Sedem: gelên herêmê Misilman in û bi vê kafirbûnê li ser van erdan nikarin nanekî jî bixwin.

Ka lê binêre Erdoganê fatihê Rojhilata Navîn, xwêrxazê gelê Filîstîn(!) (Haniye piştî ku ji Tirkiye çûye Îranê, Îsraîlê ew kuştiye û kuştina Nasrallah jî piştî têkiliyên Hakan Fîdan çêbû ) piştî ku Tirkên Turanî bûne Misilman bi hezar salan çi kir. Ber bi dawiya meha Îlonê li DYE’ê civîneke NY’ê hebû. Qaşo rayedarên hemû dewletan li wê derê bûn. Erdogan jî… Vê carê di binê çengê wî de nexşeya Rojava xuya nekir. Yan jî me nedît. Lê wekî ku me gotiye ew qanûna bav û kalên xwe dubare kir. Çi got? Em dizanin weke navê xwe wî gelek tişt gotiye. Vaye ya herî balkêş ev bû: “Me li gel Bidin ti civîn plan nekirine, lê em li Benda Esad in”.

Dibe ku yek bêje “ma çi pê ve heye, hevokeke dîplomatîk a ji rêzê ye”. Çawa were şîrovekirin jî, ew qanûna stratejîk a ku li ber çema Mewaraun Nehr çêbûye tê bîra mirov: “Destê ku te nekariye badî, maç bike li ser eniya xwe dayne”. Maneya vê çi ye? Dagirkeriya Tirk a bi pêşengiya Erdogan-Bahçelî li ber Kurdan ewqas tengav bûye ku eger Beşar Esad Xiristiyan bûya, ji bo pê re li hev bike, îhtimal hebû vê carê hemû Tirkan bike Îsawî. Û bi ser Kurdan de were. Ya din jî: Dijmin e û li gorî xwe qaşo biaqile. Rowanşa DYE’ê -bersiv- ji bo derewa ku kiribûn ku DYE û ew ê civînekê li dar bixin, dide. Maneya “me li gel Bidin ti civîn plan nekiriye” ev e. Ka ew Erdoganê ku par-pêrar ji devê wî beled û berq vedidan, digot “Ey Emerîka, ey Ewrûpa…” ma te par-pêrar li Tirkiye ji devê xwe jehr dibarand li ser Emerîk û Ewrûpa (!), tu niha di hemêza wan de yî. Eger zilamê gotina xwe bî, bêje ji wan re çi dibêjî. Na! Dîplomasî heye! Dîplomasiya bav û kalan: “destê ku te nekarî badî, maç bike”. 

Post Views: 110
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir
NÛÇE

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir

25/05/2025
‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’
NÛÇE

‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

25/05/2025
‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’
CIVAK Û JIYAN

‘Em amadekariyên wergirtina berhemên mûsimê îsal dikin’

25/05/2025
LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN
HAJMARA PDF

LI HEMBERÎ QEDEXEYAN; TÊKOŞÎN

25/05/2025
Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjiyan; Avakirina qadeke azad ji jinên sînameger e

25/05/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Entustrîkirina Çandê

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.