TEV-DEM’ê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şengalê ya başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş berdewama êrîşa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an e.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Şengalê ya dewleta Tirk şermezar kir.
TEV-DEM’ê di daxuyaniyê de wiha got, “Em piştrast dikin ku êrîşa artêşa Tirk a dagirker li dijî Şengalê berdewama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an e. Ev êrîş eşkere serweriya axa Iraqê û başûrê Kurdistanê binpê dike. Em bang li hêzên Iraqê û başûrê Kurdistanê dikin ku helwesta xwe li hemberî van destdirêjiyên li dijî gelê Şengalê zelal nîşan bidin û rê li pêşiya hemleyên komkujiya li dijî gelê Kurd û bi taybet Êzidiyan bigirin.”