Şaredariya Gel a bajaroka El-Keramê ya girêdayî Reqayê xebatên xwe yên pêşxistina rewşa xizmetguzariyê didomîne.
Ji dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bajaroka El-Keramê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine, Şaredariya Gel a bajarok di nava kar û xebatan de ye. Şaredariya Gel ji bo pirsgirêka hatin û çûnê çareser bike û dilsoziya bi şehîdan re çerxeriya ber bi bajarên Dêrazorê û Reqayê ve ava dike.
Ji bo dilsoziya bi şehîdan re çerxerê bi navê “Çerxeriya Şehîdan” hate binavkirin û têde peykerek hatiye çêkirin ku nîşana şehîdan dide û di destên peyker de şaxekî zeytûnê heye.
Çerxerê ji aliyekî din ve pirsgirêka hatin û çûnê çareser dike. Heta niha % 50 ji projeyê bi dawî bûye û tê payîn di dawiya meha Tebaxê de xebata wê bi dawî bibe.
Girêdayî mijarê endamê rêveberiya Buroya Pîşeyî ya Şaredariya Gel endezyar Feysel El-Beyrem diyar kir ku ev xebat tiştekî herî biçûk li hemberî keda şehîdan e, da ku welatiyên herêmê karibin jiyana xwe vejînin.
Bajaroka El-Keramê di 20’ê adara 2017’an de ji destên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate rizgarkirin…ANHA