Kemal Necim
Ji ber rewşa qedexe û çewisandina li ser çand û zimanê kurdî, derfeta ku civaka Kurd li Rojava di der barê cureyên hunerê de perwerde bibe kêm bûn, lewma piraniya karên hunerî, bi taybet di beşên mûzîk û şano û sînemayê de weke hewildanên takekesane pêş ketin. Her çiqas hin ezmûnên bi bandor jî derketin, lê her weke hunerke ne ekademîk dihate tomarkirin.
Piştî pêvajoya şoreşê derfetên berferh vebûn ku ev qadên hunerê bi serbestî, bê çewisandin pêş bikevin. Li gorî derfetan di nava 10 salên dawî de ta radeykê li qadên hunera mûzîk, şano û sînemayê hinek liv û tevger çêbû û ji bo birêxsitinkirina kar û barên hunerî hin dezgeh û saziyên taybet yên her beşekî hunerî hatin avakirin. Mîna navend û komên mûzîkê û komînên şano û sînemayê.
Heta niha bi rêya van dezgehan bi dehan berhem hatin afirandin. Bi dehan stran û videoklîp hatine tomarkirin, her wiha bi dehan lîstikên şanoyê hatine lîstin û tomarkirin û pêşandan, di hêla sînemayê de hin hewildan çêbûn û hin film rêzefilm hatin e çêkirin. Lê dema ku rexnegêr yan civak van berheman datîne ber çavên nirxandin û rexneyê, her diyar dibe ku tiştekî kêm û netekûz heye. Dê peyvên stranê baş bin lê awaza wê qels e, awaz baş be peyv yan ritim yan dengê stranbêjan kêm û qels e. Di hêla şanoyê de jî wiha ye, mirov nikare ta niha behsa pêşandaneke şanoyê bike ku salekê hatiye pêşandan. Tê zanîn ku şanoyên serkeftî caran bi salan têne pêşandan û bi dihên salan di bîra civakê de dimînin. Her wiha heta niha her çiqas kurtefilm û rêzefilmên televizyonê û sînemayê hatine çêkirin, lê yek jî neketiye bîra civakê, ta niha karekterkî kurdî ji filmekî yan rêzefilmekî nehatiye naskirin di nava civakê de, tevî ewqas derfetan jî, lê xelkê ji bo herin rêzefilmeke kurdî temaşe bikin berê xwe ji rêzefilmên erebî yan tirkî veneguheztine. Her wiha heta niha navê filmekî sînemayê yê Kurdî neketiye ser zimanê civakê.
Dema ku rexnegir û civak van tiştan dipirsin, bersiva herî nêzîkî ziman ew e ku xebatkarên pispor tune ne, kesên ku di şano û filman de dilîzin ne pispor in û di perwerdeyên ekademîk re derbas nebûne. Her çiqas li gelek navendên çandî de carê ji bo demên kurt korsên perwerdeya hunerî, di mijarên şano û sînema û mûzêkê de têne vekirin jî, lê ew nabin egera avakirina hunermendên pispor, her wiha cihê perwerdeya akademîk ya demdirêj û sistematîk nagire.
Eger mirov van hêman û egeran bîne ber çavan wê baş têbihêje bê çima damezrandin û vekirina Peymangeha Bilind a Hunerî girîng e û gaveke li pêş e. Ev peymangeha ku tê payin vê salê dest bi sala yekem ya perwerdeyê bike, dê bibe gava pêşîn li Rojava. Ku li Rojava êdî şagirt dikarin bi awayekî sistematîk û demdirêj (3`ê sal) di beşên mûzîn û şano û sînemayê de perwerde bibim û dilplomayan wergirin. Titşa pir girîng ew e ku aliyên têkildar hîna ji destpêkê de, mamosteyên pisopr û têgihiştî payda bikin da ku nifşekî hunermendên behremend û ekademîk were avakirin.