Jinên bajarê Til Temirê amadekariya zivistanê dikin. Jinên ku amadekariyan dikin gotin: “Jina afrîner ji tinebûnê heyî dike.”
Dayika bi navê Cemîla Mihemed (62) ku amadehiya pêdiviyên zivistanê dike û ji zarokên xwe re Reçela hejîran çêdike wiha dibêje, “Ez her sal ji bo zivistanê reçelê ji zarokên xwe re çêdikim. Ji ber ku ji ya hazir hem erzantir û hem jî bi tendirûstîtir û xweştir e. Ez ne bi tenê reçel ez di heman demê mekdûs û penêr jî çêkim .”
Cemîleyê diyar kir ku xwarinên bi keda destan tên çêkirin xweştirin û ji ber vê jî ew hemû pêdiviyên xwe yên zivistanê bi destê xwe çêdikin û hiltînin.
Jina bi navê Bêrîvan Ismaîl (28) ku ew jî bacanên reş û bamiyan amade dike wiha dibêje, “Bexçeyê me heye ,em rojane ji bexçe pêdiviyan wekî bacan, firingî, bamiye , milûxî û îsotan diçinin û em ji bo zivistanê amade dikin.”
Bêrîvanê di dewama axftina xwe de ev tişt got, “Bacanên reş dikolim û hişk dikim. her wiha bamiyeyan jî bi dar vedikim heta ku hişk bibin. Di zivistanê de ev zebze tine ne û ger hebin jî pir buha ne û ne xwezayî ne. Ji ber wê jî em niha amade dikin ku di zivistanê de li gel me peyde bibe û ji bo xwe bikin xwarin. ”
Bêrîvanê di dawiya axftinan xwede wiha got, “Ez bawer im her jinek ji bo zivistanê amadekariya xwe dike. ji ber ku jin afîrînerin û ji tinebûnê heyî dikin. “…JINNEWS