Farûk Sakik
Di hefta borî de, Îsraîl tevgera bejayî da destpêkirin û Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir.
Îran bi vê êrişê xwest îspat bike ku xwedî hêz e. Heger bêdeng bimaya wê îmaja wan serûbin bibûya. Îranê xwest bi vê hemlê pêşî li vê yekê bigire. Îsraîl jî tevgera bejayî da destpêkirin û her roj windahiyan dide. Ew jî dizanin ku di vî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de, bi hejmara personelên şer hêza dewletekê nayê destnîşankirin. Di şer de kî xwedî teknîkeke şer be, ev esas tê girtin.
Îsraîl li avahiya Neteweyên Yekbûyî nexşeyek nîşan dabû. Di vê nexşeyê de Lubnan, Sûriye, Iraq û Îran reş bû. Ango ev der wê bihatina dagirkirin. Ji bo vê yekê tevgera bejayî lazim bû. Wan jî wisa kir. Çima ecele kirin? Ev biryar bi hilbijartinên Amerîkayê re bi endeks bû. Berî hilbijartinan dixwestin encamê bigirin. Bersiva destpêkê ji Trump hat. Got, divê Îsraîl navendên Îranê yên nukleerî tune bike. Şerê cîhanê anha di vê merheleyê de ye. Dewletên ku ji vî şerî bi bandor dibin jî, ji bo paşeroja xwe hin tedbîran digirin. Tu dewletek an jî hêzek bi awayekî zelal terefê xwe eşkere nake. Hin amadekariyên xwe dike û li benda rewşa defacto disekine.
Tirkiye jî ji van dewletan yek e. Alîgir an jî dijberê kîjan aliyê diyar nake. Amadekariyên xwe dike. Di van amadekariyan de yek jî siyaseta li dijî Kurdan e. Bi Bahçelî dest pê kirin. Ew erkdar kirin. Civaka ku bi serkêşiya MHP’ê, bi dijminatiya Kurdan hatî jehrîkirin, bi tenê bi midaxeleya MHP’ê were îqnakirin. Komploya navneteweyî ya li hember Kurdan û Rêber Apo dabûn destpêkirin, encam negirtibû. Ji xwe komplo û Şerê Sêyem ê Cîhanê di heman serdemê de destpêkiribû.
Wan wê demê digot navenda vî şerî Rojhilata Navîn e. Li vê navendê bi navê Abdullah Ocalan kesayetek ku roj bi roj nêrînên wî yê zirar bide berjewendiyên wan belav dibin. Komplo ji bo vê yekê dabûn destpêkirin. Serkêşên komployê jî Amerîka û Îsraîl bûn. Îroj herkesî xwe li gorî şerê Sûriyê dîzayn dike. Herkesî digot di Sûriyê de em ê encam bigirin. Lê wisa nebû.
Amerîka û Tirkiye li dijî Esad, komên cîhadîst perwerde kirin. Erdogan balafira xwe ya wê li Şamê nimêja înê bike amadekiribû. Îsraîl bi siyasetek şerê Sûriyê li gorî peryoda Amerîkayê tevdigeriya.
Di şerê Sûriyê de çibû? Kurd bi ser ketin. Amerîka û Îsraîl dîtin hêzên îslamîst roj bi roj radîkal dibin û ji guhertina sîstema Sûriyê zêdetir, ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Li ser vê yekê stratejiyeke nû xistin meriyetê. Amerîka ji bo li wê derê bimîne pêdivî bi Kurdan re tevgeriya.
Îsraîl dît ku ev hêzên îslamîst ku li Sûriyê bi ser kevin wê piştgirî bidin Hamas û Hîzbûllahê. Wek Amerîka wan jî piştgiriya xwe ya van cîhadistan bi dawî kirin. Îran dema ku dît Amerîka bi hêz dibe, navbeynkarî kir ku Rûsya piştgirî bide rejîma Şamê. Û wisa bû. Di vî şerî de Beşar Esad bi ser ket. Îroj ev enî terk kirin û vegeriyan şerê Îsraîlê. Dewleta Tirkiyê jî vegeriya û ji Sûriyê berê xwe da vî şerê gav bi gav nêzî wan dibe. Kêmaniyên ku di şerê Sûriyê de kiribû ji bo dubare neke, berê xwe da Kurdan. Li Sûriyê bi Kurdan re tevbigeriya, ew pêvajoya muzekereyan dewam bikira, wê encam bigirta û wê ev kaos-qeyrana Tirkiyê ya îroj tunebûya.
Tirkiye di sala 2013-2014-2015’an de ji avakirina Komarê heta wê demê serdema herî bi aram dijiya. Nerazîbûna Erdogan a desthilatê, ev welat wêran kir. Îroj ev kêmasiyên xwe dîtin û dîsa berê xwe dane Îmrali. Lê şerm dikin ku têkçûna xwe qebûl bikin. Bi diyaloga Bahçelî û DEM Partî dest pê kirin. Dîrokê, dîsa Kurdan û Rêber Apo mafdar nîşan da ku xeta sêyemîn çareseriya hemû pirsgirêkan e.