Dilyar Cizîrî
Kirîza li Rojhilata Navîn daye der her ku diçe dijwartir dibe. Îsraîl bê navber biryar daye bi hêza leşkerî û piştevaniya DYA û Ewropa hegemboniya xwe li ser gelên herêmê feriz bike. Li dijî dijberên xwe Tevgera Hemas û Huzib El-Ah ên piştgiriya xwe ji Îranê digirin, cek û teknîka xwe bikar tîne. Gefa destwerdana leşkerî li dijî Lubnanê dide û gefa êrişa li dijî Îranê dixwe. Wiha lê hatiye ku her kes êdî bi tirsa ku şerê di navbera wan ê di çarçoveya şerê cîhanê yê sêyemîn de pêk tê, veguhere şerê çekên nuklerî û zirar li xweza û mirovahiya di herêmê de were.
Lê tişta ji helwesta hêzên mezin ên wekî DYA, Ewropa û Neteweyên Yekbûyî diyar dibe, di vê qonaxê de wê ev yek pêk neyê. Wer xuya dike armanca sereke ya Israîl formatkirina rayedarên Hemas û Hizib El-Ah e. Di heman demê de peyamdayîna ji Îranê re ye. Di heman demê de li dijî rêjîma Beşar El-Esed dike armanc û li cihê dixwaze fûzayên xwe bi ser de dibarînin. Rêjîma Esed jî di bê xemiya xwe de berdewame. Armanca wî ya sereke desthiladariya wî parastî bimîne.
Tişta herî zêde di alozî û şerê di navbera wan de mirovan dêşîne kuştina sivîlan e. Di şerê Xeza û Lubnanê de heta niha bi hezaran kesên bê guneh ku hejmarek mezin zarok jî di nav de jiyana xwe ji dest dane. Gelekê din jî birîndar bûne. Pirsgirêka mezin hemû hêzên di nava şer û bazaran de cih digrin bi tu awayî xema wan ji qurbaniyên civakê tune ye. Derdê wan parastina desthiladariya xwe ye. Dema mirov nûçeyan li ser malper û kenalên desthiladaran dişopîne baş diyar dibe, hêzên behsa mijarê çi Israîl û hevkarên wê eniya Rojava, çi Îran û hevkarên wê eniya Rojhilat bi heman zihniyetê ji bo parastina desthildariya xwe tenê şer dikin. Yên dibin qurbanî û zirarê dibînin jî civak e.
Heger rast ew hêz bixwazin şer rawerste û aloziya di navbera Îsraîl, Hizb El-Ah û Hemas jî li Rojhilata Navîn bi dawî bibe, gerek li mînakên çareseriyê bigerin. Ev mînak ne zêde dûre. Di aloziya Sûriyê ku ev 14 sal in her ku diçe gûr dibe, tevî destwerdanek navdewletî ya bê dawî di xaka Sûriyê de çêbûye. Destdirjiya dewletên herêmî wekî Tirkiyê û Îranê heye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema Rêveberiya Xweser bi rêk û pêk parastina xwe kiriye, Piratîka Rêveberiya Xweser û hevgirtina netew û mezheban a li ser esasê piradîgma Netewa Demokratîk pêk hatiye, xetên çareseriyê nîşan daye. Xeta xwe dispêre hevgirtina civakê û rakirina berpirsyariya rêveberiya xwe ye. Ji bo wê gerek hêzên niha di nava şer dene, di heman demê de hêzên din ku bi sedên salan tu aliyekî nikariya aliyên din tune bike. Wekî mînak ma Israîl dikare Hemas û Huzib El-Ah tune bike. Yan dewletên din dikarin tevgerên siyasî û leşkerî tune bikin. Bê guman bersiv na ye.
Ji ber wê baş isbat bûye Ezmûna Rêveberiyê û hevgirtina civakî ya demokratîk tekane riya çareseriyê ye.