Tuesday, May 27, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Aldar Xelîl: Tu Kes Nikare Roja Me Tarî Bike

09/10/2024
in Uncategorized
A A
Aldar Xelîl: Tu Kes Nikare Roja Me Tarî Bike
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl da diyar kirin ku Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê domandina qirkirina gelê herêmê ye û got, “Dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina hemû mirovahiyê ye.”

Derheqê Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê û bandora wê li ser gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê, endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê (Partiya Yekitîyên Demokrat) Aldar Xelîl pirsên rojnameya me bersivand û heypeyvîn wiha bu:

1- Armanca Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo hatiye meşandin çi ye û hêzên ku li pişt wê komployê cih digirtin kê bûn?

Tê zanîn, 9’ê Cotmeha 1998’an li hemberî Rêber Apo Komployek Navnetewî hate destpêkirin. Ev komplo ne tenê li dijî Rêber Apo hat kirin, di heman demê de, di kesayetê Rêber Apo de li dijî Gelê Kurd hat kirin. Rêber Apo bi şêwazeke ku destê tarî di nav de birin paytexta Yûnanistan yê Atînayê. Ev bû berdewamiya pêvajoya dilgirtina Rêber Apo ya 15’ê Sibatê jî. Piştî wê Rêber Apo radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin. Serokwezîrê wê demê yê Dewleta Tirk a dagirker Bûlent Ecevît anî ser ziman û got ‘Me nezanî ev bûyer çawa pêk hat?’ Ev hurgûlî me dide xuya kirin, gelek hêzên hegemon yên veşartî destê wan di nav komployê de heye. Dewleta Tirk tenê rîsta gardîyan di leyize.  Bi wê pêvajoyê hêzên desthilatdar û tarî hewildan kirin ku di kesayetê Rêber Apo de, gelê Kurd giştî dîl bigirin. Rêber Apo hemberî wê komployê sinorek xêz kir. Bi wê komployê nekarîn Rêber Apo bê deng bikin. Ramanên Rêber Apo di Îmraliyê de gehişte mejiyê milyonan mirova. Ev 26 salin di destê dewleta Tirk ya dagirker de dîl girtiye.  Gelê Kurd piştî wê pêvajoya komployê bi şîara ‘Hûn Nikarin Rojame Tarî Bikin’, li derdorê Rêber Apo bû xeleka agir. Gelek ciwan, keç û xortên kurd agir berdan bedena xwe. Rêber Apo ne tenê weke Rêbere, ew weke wîn û hişmendiya xwe didîtin. Di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de gelek xweşmêr û fedayî derketin. Komploya Navnetewî bû sedem ku ev bigihije lûtkeyeke din. Berovajî wê, Rêber Apo bi felsefeya xwe zêdetir gelê Kurd ê ku razayî bû şîyar kir. Armancgirtina Rêber Apo, ji ber ku wî  dara ziwa bû şîn kir û ji tinebunê hebûn avakir. Destpêka damezirandina Tevgera Azadiyê navê Kurd û Kurdistanê jî ne dihat zimanê ti kesî. Tevger û rêxistinên beriya Tevgera Azadiyê, şûna  pirsgrêka Kurd çareser bikin, berovajî wê pirsgrêk kûrtir dikirin. Di hat zanîn ku êdî zayînek û hişmendiyek cûda ji bona civakê pêwîste. Ev pêwîst bû ku civaka kurd êdî hilbijartinekê bike. Rêber Apo bi avakirina Tevgera Azadiyê û belavkirina hişmendî û ramanên xwe derbeyek mezin li pergala heyî xist. Ev hêzên tarî û hegemon hewildan kirin ku Rêber Apo fizîkî tine bikin. Di sala 1996’an de, li paytexta Sûriyê Şamê, nêzî cihê Rêber Apo tê de dimîne teqînek mezin rû da. Heman dîrokê de hemberî wê çalakiya Şehîd Zîlan a meha Pûşber a 1996’an bi çalakiya xwe ya fedaî ev vala derxist.

2- Rêber Apo çawa hişt ku Komploya Navnetewî negihêje armanca xwe?

Piştî salên 2000’î, Rêber Apo dest bi nivîsandina Paraznameyan kir. Bi rêbazeke têr tijî Rêber  Apo bi ramanên xwe gelê Kurd û Rojhilata Navîn agahdar kirin û civak perwerde kir. Niha ev salên dawiyê  de, li ser Rêber Apo tecrîd û izalasyonek mezin hatiye destpêkirin. Ji ber bikarin ramanên Rêber Apo yî ku cîhanê bandor dike belav nebe. Dixwazin hişmendîyê mirovan pêşnekevin. Rêber Apo pêşengê çareserkirina alozîyên Rojhilata Navîn e. Ger pêşengên şoreşa Rojavayê Kurdistanê gor fikir û ramanên Rêber Apo bingeh ne girtiban, dê deskeftiyên Kurdan hemû têk çû ba. Rêber Apo bi nivîsandinên Paraznameyan nerîn û felsefeyan xwe komplo pûç kir.  Ev bû sedem ku cîhan hemû bi ramanên Rêber Apo sûd werbigire. Ji ber Rêber Apo got ‘ Paraznameyên min li ku bin ez li wirim.’ Rêber Apo bi sekna xwe ya berxweder komplo jî, tecrîd jî wala derxist. Tecrida girankîrî ya ku li ser Rêber Apo dimeşe, berdewamîya komployê ye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî ramanên  Rêber Apo serkeft. Gel û peşêngên ji Rojavayê Kurdistanê perwerde kirin û ev kirin xwedî zanist. Ev şoreşa pêk nehatiba, dê hêzên veşartî li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê deshilatî daban meşandin. Piştî destpêkirina şoreşa Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê ji bona şoreş sernekeve tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo dihate destpêkirin.

3- Di 10’ê Cotmeha 2023’an de pêngava cîhanî ya bi navê “Ji Rêber Apo re azadiya fizîkî, pirsgrêka Kurd re çareserî”  hatiye destpêkirin. Ji bona serkeftina wê pêngavê dibe çi were kirin, erkê dikeve li ser mile civakê çi ye?  Peyamek dawîyê li ser Komploya 9’ê Cotmehê heye?

Di destpeka damezêrandina  da Tevgera Azadiyê de, gelên din Rêber Apo zêde nas nedikirin. Piştî xwendinên paraznameyên Rêber Apo ji nûve Rêber Apo fêm kirin û wek Rêberê xwe dîtin. Jina bi eslê xwe Yûnanî Elefterîa Fortulakî piştî pêwajoya dîlgirtina Rêber Apo çalakiya fedaîyane pêş xist. Ruxmê ku wê hevalê Rêber Apo ne dîtibu jî da xuyakirin, ji bona miro Rêber Apo re jiyan bike ne pêwîste mirov tenê Rêber Apo bibîne.  Li ser wê bingehê ji bona azadiya Rêber Apo gelek cûre çalakî pêş xistin.  Bakur, Başûr Rojhilat û Rojava herderê di nav tevgerek mezin da bûn. Temenê 7 heya 70’ê salî Rêber Apo re xwedî derketin. Ev da xuyakirin ku raman û felsefeya Rêber Apo civakî ye û giştî mirovahîyê digire bin sîwana xwe.

Bangawazî ya me ji bona gelên bindest û bin desthilatiya hêzên metînger de berxwe didin e. Ev hêzên ku rista xwe li wê komployê de hebûn em şermezar dikin. Pêwîste ev jî li derdorê ramanên Rêber Apo re kom bibin. Rêber Apo Rêberekê netewî ye û raman û birdozîya wî ji bona hemû gelên bindestin. Saziyên navnetewî yên weke CPT û DMME ( Dadgeha Mafê Mirovan yê Ewropa) dibe erkên xwe rabin. Dema Rêber Apo dibe mijar cîhan hemû bê deng e. Biryara DMME, ruxmê ku derheqê Rêber Apo dibe demildest bê berdan jî heye, dewleta Tirk ya dagirker zagonên navnetewî binpê dike. Ev sazî û dezgeh ji hemberî kiryarên dewleta Tirk ya dagirker bê helwest û bê dengin. Ji ber berjewendîyên wan yên desthilatî û metingerîyê rê nade, helwestek aliyê berjewendîyên gel danin holê. Bangawaziya ji bona rewşa Rêber Apo, bangewaziya gelên Rojhilata Navîn e. Pewîste saziyên navnetewî bi erkên xwe rabin, zagonên xwe binpê nekin. Ji ber azadiya Rêber Apo, azadiya hemû gelên bindest e. Ji bona azadiya Rêber Apo ya fizîkî ti erk bikeve ser milê kê dibe erka xwe rabe. Dîsa em bi wê mebesta rojên reş û tarî destpêkirina  Komploya navnetewî a 9’ê Cotmeha 1998’an şermezar dikin û şehid û pakrewanên derdorê Rêber Apo bûn xelekek agir bi dirûşmeya ‘ Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin’, bi rêzdarî bibîrtînin û soza bilindkirina agirê rojê didin.

Post Views: 149
ShareTweetPin

Herî Dawî

Derwêşên Serdemê: Alî Haydar Kaytan û Riza Altun
NÛÇE

Derwêşên Serdemê: Alî Haydar Kaytan û Riza Altun

27/05/2025
‘Pirojeyên me li ser şopandina rewşa koçberan li herêmên dagirkirî bû’
ÇAND Û HUNER

‘Pirojeyên me li ser şopandina rewşa koçberan li herêmên dagirkirî bû’

27/05/2025
Mîhrîcana Nûjyan dengê jinên sînameger ê azad e
ÇAND Û HUNER

Mîhrîcana Nûjyan dengê jinên sînameger ê azad e

27/05/2025
Nirxandinên mamosteyan ji bo sala xwendinê
NÛÇE

Nirxandinên mamosteyan ji bo sala xwendinê

26/05/2025
‘Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin’
ROJEV

‘Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin’

26/05/2025
Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir
NÛÇE

Festîvala fîlman a Nûjiyan bi fîlma Siwariyên Şengalê roja yekemîn destpêkir

25/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.