Foza Yûsif anî ziman ku komploya ku li ser kurdan tê meşandin lîstokeke pir xeternak e û wiha got: “Dagirkeriya Tirk li dijî hemû gelan e. Êrîşên li ser Qendîl û Efrînê êrîşên li ser hemû gelan in.”
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Damezirîner a Federasyona Bakurê Sûriyê Foza Yûsif di 7’emîn kongreya Kongreya Star de axivî û diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk li ser hemû gelan e û wiha got: “Li dijî hemû êrîşên li ser Kurdistanê bi hêza jinan kongreya neteweyî pêwîst e were lidarxistin.”
Foza Yûsif wiha dewam kir: “Dîroka jinan em bi hevre dinîvisînin. Ev 7 salin şoreşa Rojava pêk hatiye. Di nava şoreşa Rojava de yekemîn jin pêşaroja xwe nîqaş dike û bîryar digre. Deskeftiyên şoreşa Rojava ye Kurdistanê ji bo tevahî jinên cîhanê ye. Jinêk azad dikare di hemû qadan de cîh bigre, nasnameya xwe xwedî derkeve. Bi fikre Rebêr APO pêşengtiya jinê di hemû cîhanê de em ê belav bikin.”
Foza da zanîn ku Kongreya Star ji bo hemû jinên cîhanê mînak e û wiha dewam kir: “Çanda jinan zindî dike û hêza jinan derdixe hole. Jinên ku di nava Kongreya Star de cih girtin, kedeke mezin dan. Pêşengiya şoreşa Rojava ya Kurdistanê jinan kir. Li dijî dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê, hijmendiya baviksalar şerêkî mezin da meşandin. Em nahêlin careke din jin werin fetisandin û qetilkirin. Em bi felsefeya Rebêr Apo xwedî hêz in.”
Foza anî ziman ku îrdadeya jinê tu dewletên dagirker qabûl nake û got: “Dewletên dagirker li dijî demokrasiye ne. Çaresêriya demokrasiyê destên jinê de ye. Em dibejin cihên ku demokrasî lê hebe desthilatdarî wê li wir tune be. Gelên li Sûriyê beriya şoreşa Rojava me bêdemokrasî dijî. Piştî ku şoreşa Rojava ye Kurdistanê pêk hat demokrasî kevirên xwe komî ser hev kir. Şoreşa Rojava ye Kurdistanê mafê jinê û mafê gelan re bû cihê mînak ê. Em jî deriyekê nû li sefr sîstema demokratîk vedikin. Mafê jînê û hemû gelan di wî deride em ê biparêzin. Dagirkerî êdî ne hêza me ne jî mafê me wê bin bixe. Bi we sîstema ku em ava dikin derî pêşiya qegtlîama gel û jînê digirin. Em jin li Bakurê Suriyê bi zanabûna xwe siyasetên dagirkeriye bin bixin. Em xwe dûrî hemû hişmendiyên baviksalar bikin.”
Foza li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî wiha axivî: “Komploya ku li ser kurdan lîstokeke pir xeternak e. Dagirkeriya Tirkan li dijî hemû gelan e. Êrîşên li ser Qendîl, Efrînê êrîşên li ser hemû gelan e. Em di wê demê de yekitiya Kurdan bi kongreya neteweyî û bi hêza jinê pêwîste li darbixin. Erka me wekî jin li hember hemû dagirkerî û hişmendiya zilaman sekinandine. Cihên ku lê koletî hebe li wir destdirejî li ser jinê heye. Emê destê xwe bidin hev û Suriyeke pêşarojê ava bikin. Şoreşa ku Bakûrê Kurdistanê hat despê kirin li Rojava yê Kurdistanê geş û li Rojhilata Navîn de jî mezin û belav bikin.”
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Damezirîner a Federasyona Bakurê Sûriyê Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Kongreya Kongreya Star ji bo pêşarojê bibe wesileya ku gavên xurttir werin avetin. Êdî dawiya koletiyê hatiye. Pêşeroja me pêşaroja jinan e.”