Nehir pale
Pirsgirêka zayendperestî bandorê li ser hemû pirsgirêkên civakî dike. Di encama hemû pirsgirêkan de lihevnekirin, pevçûn û şer çêdibin, jin û zarok jî dibin qurban. Cudahî xistina navbera jin û mêr de û bi rêbazên tûnd nêzî jinê bûyîn ne tenê li malbatê heye. Li hemû ciyên pîroz, dibistan, nexweşxane, bazar û kolanan ev cudahiya di navbera jin û mêr de heye. Mînak heyanî niha qedexe ye ku jin nêzî mizgeftan bibe, wexta ku mirî têne veşartin nabe jin amade be. Ji xwe li şîna miriyan cî ji jinan re nîne, tenê ciyê mêran heye. Jin jî li kûderê şîna xwe bikin ne girîng e.
Her wiha ji bo jin bixwînin û xwendina xwe berdewam bikin her roj ji aliyê malbata wan û civakê ve îhanet li wan tê kirin. Niha keçik temenê wê dibe 6 salî û ji ber ji malê derdikeve û diçe dibistanê divê serê xwe bigre. Hemû şagirtên keç serê xwe digrin û wiha têne dibistanê. Mamoste jî weke zarok li wan nanêre, çawa nêzî jinên bi temen mezin dibin wisa nêzî keçên temen biçûk jî dibin. Mamoste dema ku wane xwe didin berê xwe nadin aliyê keçikan. Keçikên biçûk li dibistanan fêrî qaliban dikin û mejiyê wan felc dikin. Ji xwe hejmareke mezin ji mamosteyan dema ku têne dibistanê û wane didin zarokan nîqab bikar tînin. Tiştên ku malbata zayendperest ew fêrkirine derbasî şagirtên xwe dikin.
Li nexweşxaneyan jî nabe ku jin biçe gel bijîjkên mêr. Carne temenê hinek jinan 50`î derbas kiriye yan jî temenê keçikan 6 salî ye dîsa malbat wan nabe gel bijîjkên mêr. Divê mêr destê xwe nede canê jinê û pêre ne axivê. Ji ber vê yekê dema ku hinek malbat keçên xwe bibin gel bijîjkên mêr ew bijîjik bi riya mêrên ku bi wan re çûne hewl didin nexweşiyên wan fêm bikin û pirsgirêkên wan ên tendurustî çareser bikin. Gelek caran bijîjkên mêr nexweşiyên jinan fêmnakin û wisa derman ji wan re dinivîsîn in. Mamosteyên mêr, bijîjkên mêr ango mêr bi giştî rêbazên ew bi jinê re didin bikar anîn gelekî zayendperest in.
Di têkiliya mêr a bi jinê re gelekî seqetî hene. Jin jî weke her tiştî mulkê mêr e. Mêr çawa dixwaze jinê bide bikar anîn û nêzî wê bibe kesek wî lêpirsîn nake yan nêz nabe. Mêr li gorî zîhniyet û piskolojiya xwe nêzî jinê dibe û zagonan jêre datîne. Hemû jî di bin navê şeref û namûsê de têne kirin. Pêwîste ku kesek namûsa wî nebîne, dengê wê nebhîze û destê xwe nediyê. Heyanî niha di bin navê ol de hinek mêr li ser hevjîn û keçên xwe qedexe dikin ku derbikevin bazarê, ew pêdiviyê wan pêktînin û jin gelekî kêm ji malê derdikevin.
Mêr her tiştê ku dixwaze rewa kiriye û tiştek ji bo wî ne qedexe ye. Lê belê her tiştê girêdayî jin be eybe tê dîtin. Di encama zexta li ser jinê her tim jin fedî dike û ditirse. Heyanî ku dimrê hesabê gotinên xelkê, malbat û hevjînê xwe dike.