Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî yên herêma Firatê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku rêjîma AKP`ê dixwaze çavên civaka Tirkiyê ji ser aloziya hundirîn, siyasî û diravî bibe û şerê kurdan dike.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî yên herêma Firatê topbarana balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê û komkujiyên ku li ser Kurdan pêk tîne, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Nûnerên partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevserokên desteyan, endam û rêveberên meclisa kantona Kobanê beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî yên herêma Firatê kiryarên hovane yên hikumeta AKP`ê ku di roja salvegera komkujiya Koço ya ku bi sedan şêniyên Şengalê tê de bûn qurban, li herêmên Kurdan êrîşan pêk tînin, dikin hedef û alîkariya çeteyên DAIŞ`ê dike, şermezar dikin.
Her wiha hate destnîşankirin ku tevgera azadiyê parastina Şengalê kir û ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, lê hikumeta AKP`ê ku alîkariya terorê dike di rêya wekîlên xwe de li herêmê hewl dide armancên xwe pêk bîne û tevgerên kurdan têk bibe û li Şengal, Efrîn û herêmên din ên kurdan tola xwe ji kurdan hilîne.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hikumeta AKP`ê dixwaze çavên civaka Tirkiyê ji ser aloziya hundirîn, siyasî û diravî bibe û şerê kurdan dike.
Di dawiyê de bang Ii rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li hemberî komkujiyên Erdoganê faşîst û siyaseta wî li dijî gelê Kurd bê deng nemînin û helwestên xwe nîşan bidin.