Bi boneya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd Yekitiya Ragihandina Jin YRJ’ê daxuyaniyek da. YRJ’ê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew ê herdem li ser xeta azadiya jinê û li ser şopa Gurbetelî, di her şert û mercan de bibin deng û pênûsa fikir, hêvî, bîrdozî û tekoşîna jinên berxwedêr û dildarên azadiyê.
YRJ’ê di destpêka daxuyaniyê de wiha got: “Em di şexsê rojnamevan û pêşenga xeta azadiya jinê Gurbetelî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Şaristan Asmîn, Saya Onur, Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Rosîda Amargî, Nujiyan Erhan û Denîz Firat de hemû şehîdên çapemeniya azad bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Roja rojnamevaniya jinên Kurd a bi têkoşîna Gurbetelî û Şîlan Arasan destpêkir û îro li tevahî Kurdistanê belav bûye û jinên li ser vê rêya heqîqetê têkoşîna azadî û rastiyê didin pîroz dikin.”
YRJ’ê diyar kir ku Rojnamegeriya Jinên Kurd di encama berxwedan, berdêla rastiya jiyana tevahî jin û gelê Kurd de ava bû û wiha domand: “Avakirin, li pey rastiyê çûyîn û rastî derxistina holê bûye jênevegera jiyana rojnamegerên jin. Di rastiya Kurdistanê de rojnamegeriya jin kirin şerek bê eman dixwest. Vê rastiyê pêwistiya xwe bi fikir û zikirekî bi hêz hebû. Ew jî di xeta ragihandina jina Kurd de xwerêxistin bû. Jinên Kurd ên rojnameger îro mîrasê tevgera azadiya jin û jinên dîroka jinê heta roja îro ronî kirine, girtin ser milê xwe. Jinên rojnameger ên di demên herî zor û zehmet de, li dijî êrişên faşîzan rastî ji civakê re ragihandî îro mînaka wê têkoşînê ye. Li hemberî hişmendiya ragihandina mêr-dewletê, li hemberî berovajîkirina rastiya jin-civakê, li hemberî dagirkerî û qirkirinê, ragihandina azad a jin bû dengê têkoşîna jinên şoreşger û berxwedêr. Ragihandina jina Kurd li ser xeta azadiya jin xwe bi rêxistin kir û pêşxist. Xeta ragihandina azad ji Gurbetelî heta Nagîhan û Gulistanan bi têkoşînekî bênavber, bi nirxên mezin û bi berdêlên giran hat afirandin. Ev xeta heqîqetê bûye îlham û çavkanî ji rojnamegeriya Kurdî re. Ji ber rojnamegera Şoreşger Gurbetelî Ersoz bi zanîst, têkoşîna xwe ji tevahî jinan re bû rênas û navnîşana rêya heqîqetê. Ev yek jî bû sedem ku xebatên me li ser hîmên saxlem pêş bikeve.”
’Rojnamegerên jin Bi heskirin bawerî û hêviya jinê ber bi heqîqet û zanista jinê ve meşiyan’
YRJ’ê wiha domand: “Rojnamevana şoreşger û dilsoza jiyana azad, Gurbetelî Ersoz, bi kesayeta xwe ya pêşeng, li dijî pîvan û kevneşopiyên paşverû yên civakî, li dijî hişmendiya serdest a medya mêr û pergala wê ya desthilatdar bi estetîk û fikra jinê, bi pênûsa xwe bû avakera jiyana azad û vegotina rastiyan. Di şoreşa Kurdistanê de qada ragihandinê bi pêşengiya Gurbetelî Ersoz û bi dehan rojnamevanên li ser şopa heqîqetê têkoşiyan, bû qada hesabpirsîna ji desthilatdariya mêr-dewletê. Di destpêka salên 1990’î de, bi taybetî li bakurê Kurdistanê, li hemberî siyaseta tinekirin, qirkirin û zihniyeta dagirkeriyê ya dewleta Tirk, rastiya ruhê berxwedêr ê jina kurd û gelê Kurdistanê yê têkoşîner derkete holê.Ji roja tevgera azadiyê û tevgera azadiya Jinê destpêkir û heta niha êrişên qirkirinê yên dagirkeriyê û mêr-dewletê li dijî jin û gelê Kurd tên meşandin. Rojnamegerên jin eşkerekirin û ragihandina rastiya hovîtiya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê wekî erkekî dîrokî dîtin. Di pêşxistina wê de rolekî pêşeng leyîstin. Bi heskirina jinê, bi bawerî û hêviya jinê ber bi heqîqet û zanista jinê ve meşiyan. Ji bo şoreş û zanîsta jinê li cihanê belav bibe, bi dîmen, lêkolîn û danahevên girîng pêşxistin.”
‘Em ê sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinê’
YRJ’ê wiha lê zêde kir: “Hêzên qirkerên jinê di serî de dewleta Tirk a dagirker çawa ku rojnamevan, şoreşger Gurbetelî Ersoz û 27 hevrêyên wê yên jin di 7’ê Cotmeha sala 1997’an li qadên Parastina Medya li çiyayê Garê şehîd kir, îro jî bi heman hovîtiyê êrişî tevgera azadiya jinê, bi taybetî jinên pêşeng ên şoreşa azadiya jinê dikin. Dewleta Tirk a dagiker li hemberî ragihandina azad êrişên topyekûn daye dest pêkirin. Di serî de qada ragihandinê, bi her awayî dijminatiya xwe li dijî jinan radigînin. Jinên bûne dengê heqîqetê û rastiyê radigînin dibin hedefa hêzên desthilatdar a kujer. Bi palpiştiya hêzên hegemonîk û hevkariya Kurdên xiyanetkar rêbazên herî hovane êrişên li dijî şoreşger, pêşeng û têkoşerên jinê didomîne. Mînaka wê ya herî dawî jî şehîdkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bû. Li tevahiya Kurdistanê hêzên desthilatdar û hevkarên wan bi girtin, cezadayîn û astengkirina şopandina rastiyan dixwaze ragihandina azad bê deng bike. Bi eşkerekirina rastiyê re, em ê hişmendiya zilam ya zayendperest, olperest, zanistperest û mêtînger hilweşînin. Ji salên 1990’î ve ev êriş hene. Ragihandia azad bêdeng ne bûye û wê bêdeng nebe. Çawa ku di berdêla rastî û heqîqetê de rojnamegerên jin canê xwe feda kirin, wê ji niha bû pêde jî bi wê vîn û biryardariyê xebatên xwe bide meşandin. Pîvan û soza bê dayîn tolhildana şehîd Gurbetelî, Gulistan, Nagîhan, Hêro Bahadîn û tevahî şehîdan be. Li hemberî van êrişên qirker û hovane zanekirina her jinekê ronîkirina her civakek birçiyê azadiyê ji bo me erkekî dîrokî ye. Emê bi kûrbûn, zanîn, zanîst û nêrîna pêşenga ragihandina jina Azad Gurbetelî Ersoz rêxistinbûna xwe pêşbixin, êrişan têk bibin. Bê rawestan Paradîgma Demokratîk Ekolojîk û azadîxwaziya jinê li tevahî cîhanê belav bikin. Bi felsefeya “ jin jiyan azadî” bi zanakirin û ronîkirina civakê sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinê.”
’Em ê bibin fikr û hêviya jinên berxwedêr’
YRJ’ê daxuyaniya xwe wiha qedand: “Em carekî din pêşenga xeta ragihandina azad û şoreşgera tevgera azadiya jinê Gurbetelî, heqîqetvana zanista Jineolojî Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û hemû şehîdên Cotmehê û şehîdên ragihandina azad bi heskirin, bêrîkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Carek din dibêjin, wê rêya wan rêya me be, têkoşîn û pêkanîna xeyalên wan erka me be. Bi biryardarî dibêjin ku tevî hemû êriş û zextên hêzên desthilatdar û mêr-dewletê wê ev rê bi serkeftinê tacîdar bibe. Wê şopînerên Gurbetelliyan bi zanabûn, vînek xurt di ragihandina rastiya şoreşa jinê de bi biryar bin. Di her şert û mercan de bibin deng û pênûsa fikir, hêvî, bîrdozî û tekoşîna jinên berxwedêr û dildarên azadiyê.”