Sîpan Şînda
Heyran jaro, ez ê ji kulikê te mir im heeyyy, weeeyyy
Wey lê çavên min reş in kilê sibhanî nagir in.
Heçî dostikên vî heyamî ne, ji devê xwe ve dost in ji dilê xwe ve gawir in.
Ay lê heçî dostika wî başbe wey jaro, ay lê ji milk û emlak û bab û birakê wan şirîntir û çêtir in
Ay lê de bila Heyranê min sax be ay lê dostika wî ji vêre.
Kurdistan û bi taybetî ji herêma Botanê serkanîya dengbêjîyê û cureyên cuda yên miqamên giran e. Miqamên li Botanê têne gotin li çi herêmên din yên Kurdistanê nayêne gotin. Ji ber wê heta niha ji resenîya strana Kurdî ya li herêma Botanê tê gotin hatîye parastin û gelek xurt e. Mînak Payîzok, Bêlîte, Giranî, Serêlî, Xerîbî, Bûlik, Heyranok, Xizêmok, Lawik, û hwd. Yek ji strana Kurdî ya herî resen, navdar û kevin nabe jê strana Heyran e. Miqamê strana Heyran miqamekî giran û bi keyf e. Ji ber wê hemî dengbêj nikarine vê stranê bi miqamê wê yê resen bêjine. Miqamekî perda wê bilind e û gewî fetisînek e. Ji ber wê, bi taybetî jî ev stran û miqamê wê ji dengê gewriyê re gelekî giran e û dengê dengbêjan gelekî zû têxe. Ev miqam pitir li dengê mejî tê û dengbêjê ku dengê wî yê mejî be, bi rihetî dikare vî miqamî bêje.
Min ev stran ji gelek dengbêjan guhdarî kirîye. Lê belê yê ewilî min jê guhdarî kirî bê goman rehmetîyê bavê min bû. Dema em zarok, edetek ya bavê min hebû û çawa ew ji xewê radibû wî qîr dikirê û stran digotin. Bi taybetî ji strana Heyran, Sofî Birahîm, yan jî Bestik digotin. Sofî Birahîm jî bi miqamê Heyrano tê gotin û bi pirranî jî dema dengbêj strana Heyran dibêjin, Sofî Birahîm jî didîne ser. Hevalek yê bavê min hebû (niha jî sax e), dema dihat mala me, her tim bi hev re strana Heyrano digotin. Ewqas hez ji strana Heyrano dikirin ku wî hevalê bavê min navê kurê xwe yê mezin kirîye Heyran. Weke din çend dengbêjên hêl hene ku strana Heyrano bi miqamê wê yê resen dibêjine. Mînak Evdilayê Heyder, Ezdilezîzê Leşker, Ehmedê Elanê, Fadil Cizîrî û Îsivê Evdirehman çend dengbêjên ku strana Heyrano bi miqamê wê yê resen dibêjine û dengê wan lê tê, ji ber ku dengê wan yê mejî ye û nakeve. Jixwe dengbêjê keyfa wî lê bide her tim strana Heyrano dibêje, ji ber ku strana heyrano ne dilkule, berovajî wê bi keyf e û ji ber wê jî dema dengbêj wê dibêjine qet aciz nabine û zewqa wan her ku diçe zêde dibe.
Strana Heyran, straneke evîniyêye û bi awayekî duwetî hatiye hûnandin. Ango kurik û keçikê (Heyran û Mûmê) avêtine ser êkûdu. Bê goman ne ku kurik û keçik hatîne pêşberî hevdû rûniştine û gotine, ev jî hunerek ya dengbêja ye ku bi vî hawî gotine. Mînak Heyran banî dike û dibêje:
Ay lê keçikê li te keçînê
Ay lê te memik hêgên vê hêlînê
Ay lê mi go zozanê jûrî xweş in, de rabe ez û tu biçînê
Piştî vê gotinê keçik lê dizivirîne û dibêje:
Heyran jaro hege tu mazîçinî xwe ji nizaran bernede,
Ay lê hege tu bi heval û hogirî tu wê cabê li min nede
Ay lê hege tu bê heval û hogirî, tu were devê xwe bêxe xal û gerdenê, nava û singan û beran, bernede
Ay lê heta stêrka sibê derkeve, ay lê xwe bavêje aliyê qublet e
Strana Heyrano stranekî dirêje û her dengbêjê ku dibêje jî bendên cuda li ser vê zêde dike. Bi taybetî ji dema denbêj li hev dirûnin û bi hev re dibêjin, ew lê germ dibine û êdî nizanine bisekinin û wey welga wî yê bendekê li ser ve zêde bike. Lê ew her li gorî rîtma stranê dibêjine û ji resenîya wê dûr nakevine. Bê goman dema denbêj qîr dikinê, hecgo bendekê ji devê Mûmê û bendekê jî ji devê Heyranî bêjine. Di stranê de cih û deveran didine li ber hevdû û dijberiya deşt û zozanan, germayî û hûnikayî û gelek tiştên din bi awayekî hunerî û hostayî têne hûnandin. Di stranê de gelek sembol jî têne bikaranîn, jiyana civakî tête ristin û rewşa herdû evîndaran ya ketîn tête bi awayekî eşkere tête vegotin. Mînak:
De rabe keçikûkê cahêlê vê nanpêjê
De tu wê rabe nanî bipêje yekê bavêje li ser nîvê evê sêl ê
Ay lê de tu wê ji kul û mereqê Heyranîkê xwe ji, hey belê çavên xwe paqijke hêceta vê dûkêlê
Heyrano jaro tenîna Sindîya
Wey lê migo derdorê van reşkona spî dikin ji heramê van kevîya
Ay lê migo îro li min xweş tê dengê berxan, kalîna van mîya
Ay lê wez nizanim ne simbêlê Heyranê min sortirin ne qurmizê li ser lêvên keçikên van Cihûyan/Dihîyan.
Weke me li jorê ji anî ziman, strana Heyrano gelekî dirêje û di stranê de navê gelek cih û deverên herêma Botan û Behdîna têne gotin. Lê di stranê de dawî nîne ango encam ne dîyare ka çawa çêdibe û em nizanine ka Heyrano û Mûmê digihêne êkûdu yan na. Her wiha distranê de çi mirin û nexweşî ji nayêne vegotin. Belê her çend me Heyrano û Mûmê nedîtibin û em nebûne şahidê evîna wan jî, lê bi saya serê dengbêjên nemir hecgo me evînîya wan dîtî.