Ahmet Aktaş
Beşera şer a li Rojhilata Navîn, ne ya xêrê ye, roj bi roj şer û ceng germtir dibe û derbasî şerê yekser ê navbera dewletan dibe.
Rewşa şerê cîhanî yê 3yan, li alîkî herêma Ukranya, li aliyê din herêma Rojhilata Navîn û li vê herêmê jî pêşengiya vî karê qirker dane Receb û Netanyahu.
Her du jî di vî karê xwe yê qirêj de teqsîrê nakin, berovajî, mîna rikeberiyê bi lez û bez êrîşên xwe li herêmên di projeyên wan de ye didin meşandin.
Belê di vê êrîşa xwe ya diwî de Netanyahu, ya li ser Libnanê, weke ku gavekê derbasî pêş bû be. Lewma Receb, weke ku hinek hesidî be, hêrs bû dev avêt Netanyahu.
Di devjeniya xwe de zêde jî diçe û dibêje; “piştî van êrîşan armanca Netanyahu Tirkiye ye”!
Bêgûman ev derewek mezine.
Ji bo ku him bazirganiya xwe ya bi Israilê re bide veşartin, him ometa misilman û raya giştî bide xabapandin, xwe dijberî Netanyahu dide nîşandan.
Li aliyê din dewleta Tirk, endamê NATO ye û gava Israil êrîşî Tirkiyê bike, tê wateya êrîşî DYEyê û dewletên NATO hemûyan dike.
Lê Receb, êdî bi ti awayî nema dikare weke berê bi hêsanî raya giştî û gel bixapîne. Jiber ku fêlbazî û sixtekariyê wî ewqas pir bûne, êdî nema tên veşartin.
Em dîsa vegerin mijara êrîşên Netanyahu yên li dijî Libnanê û Suriyeyê.
Divê em li projeya mezin temaşe bikin. Di vê projeya stratejik a mezin de armanca sereke û bingehîn Îran e û aktorên sergovend ên vê êrîşkariyê jî Recebê Tirkiyê û Netanyahuyê Israilê ye.
Jixwe Netanyahu, vê armanca sereke venaşêrê, aşkere li ber ekranan dibêje.
Mînak, di vê êrîşa xwe ya dawî de bang li gelê Îranê dike û dibêje; “em ne li dijî we ne, em li dijî rejîma we ne”, “em dostê we ne, em ne dijminê we ne”, “yê neyarê we rejima we ya xeter e” û hwd.
Netanyahû, hîn jî pê de diçe û encamên êrîşên xwe û dema nêzik a ketina rejîma îslamiya Îranê jî destnîşan dike û dibêje; “gelê Pers û gelê Yahûd, du gelên kevnar in û wê di demek gelek nêz de, li Îranek azad bi hev re bijîn”…û hwd.
Li goreyî tê dîtin, stratejiya dewletên hegemonên xwediyê projeya cenga cîhanê ya 3san, bi destê Netanyahû û Receb, bi rêya hîn pirtir qirkirinê û terora dewletê, tirsê bi afirînin û bi vê şêwazê dewlet û hêzên dijberî xwe terbiye bikin.
Ev hilwest, gotina “bi rêya birçîkirinê terbiyekirin”tîne bîra mirovan.!
Jixwe ev herdu hilwestên “bi birçîhiştin û bi tirsê terbiye kirin” hevdû temam dikin û her nuha jî ev herdu stratejî bi hev ve tên meşandin.
Gelo bi van hilwestan, tektîkan û stratejiyan wê karibin gelê Filistin, gelê Kurdistanê û hwd.gelên mezlûm terbiye bikin û teslîm bigirin?
Erê heta nuha jiber van siyasetên qirker ên malxerab gelên me gelek zerar û ziyan dîtin, lê teslîm nebûn.
Gelên mezlûm, êdî şîarên “Berxwedan Jıyan E Û Jın Jıyan Azadî” ji xwe re kirine rêber!