Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Keça agir û rojê; Arîn Mîrkan

06/10/2024
in Uncategorized
A A
Keça agir û rojê; Arîn Mîrkan
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di 5`ê Cotmeha 2015`an de têkoşera azadiyê Arîn Mîrkan bi cesaret û vîneke xurt, ji bo parastina hevalên xwe û Kobanê bedan xwe kir pêtên agir û çeteyên DAIŞ`ê şewitand, Arîn Mîrkan bi vê çalakiya xwe ya fedayî ji cîhanê re ragihand ku bila beden nebe, lê welat û fikir azad be.

 Berfa zozanan a li ser Kaşê Miştenûr, keça agir û rojê, qîrîna rindîxana welatê Serhedê, destana çiyayên bilind… Belê, Rêheval Arîn Mîrkan a ku pora xwe bi kenê zarokên Kobanê hine dayî û mîna bi sedan hevalên xwe, bedena xwe kir mertal, ji bo parastin û rizgarkirina bajarê Kobanê. Cangoriya azadiyê bi vê gava dîrokî û di xeta xwe ya Apo`î de, ji hemû cîhanê re ragihand ku bila beden nebe, lê welat û fikir azad be.

Kurtejiyana têkoşera berxwedêr ‘Arîn Mîrkan’

Arîn Mîrkan bi navê xwe yê rast Dilara Kînc. Arîn di sala 1992’yan de, li gundê Mîrkan ango Hisê yê girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê ji dayik bûye. Dibistana xwe ya seretayî û navîn li gundê Mîrkan xwendiye. Arîn mîna Zîlan û Bêrîtan Keça malbateke welatparêz e. Û xwedî têgihiştineke rastiya Kurd û Kurdistanê bû. Lewra têkoşera bêhempa Arîn Mîrkan a ku bûye navnîşana berxwedana Kobanê, hîn di temenê xwe yê biçûk de ku di sala 2007`an de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Arîn Mîrkan di nava hevalên xwe de bi rûkenî, dilnizmî û fedekarî dihat nasîn. Bi şoreşa Rojava re di sala 2012`an de û avabûna YPJ`ê di Nîsana 2013`an de, Arîn Mîrkan vedigere Rojavayê Kurdistanê û cihê xwe di nava YPJ`ê de digre. Di heman demê de, Arîn xwedî sekin û kesayeteke bi coş û moral bû. Herwiha di nava YPJ`ê de bi rengekî xwezayî rola fermandariyê dilîst û ji bona hevalên xwe çavkaniya hêvî û coşê bû. Arîn tevî sê birayên xwe beşdarî nava refên berxwedanê dibin û xwesteka wê jî ew bû ku her tim li hemberî dijmin di qada cengê de şer bike, lê dijmin nedizanî ku wê Arîn bi bedena xwe bibe pêtên agir û wan bişewtîne. Ev jiyana lehenga keça kurde, ev ne efsaneyeke ji xeyalê mirove, ev Arîn e, nasnameya kurd û Kurdistanê ye.

Fermana hovan û lehengiya wêrekan

Di 15`ê Îlona 2014`an de, çeteyên DAIŞ`ê ji 3`ê aliyan ve bi êrîşeke dijwar berê xwe dan bajarê Kobanê. Ji bo parastina Kobanê şervanên YPJ`ê, YPG`ê û gelê welatparêz li dijî êrîşan li ber xwe dan. Di şeva 5`ê cotmeha 2015`an de êrîşên çeteyan gihiştin Girê Miştenûr, ji ber Miştenûr cihekî stratejîk bû, çete bi hemû hêza xwe êrîş kirin û weke zebaniyên cehenemê bi ser bendên berxwedanê ve dihatin. Piştî ku bendên berxwedanê dikevin qonaxa man û nemanê û tankên çeteyan dikevin nav çeperên hevalan, êdî fermandara mezin Arîn Mîrkan, fermana paşvekişînê dide hevalên xwe. Piştî ku hevalên wê, xwe bi paş ve dikişînin. Û guleyên çeka Arînê bi dawî dibin, êdî weke parêzvana rûmeta mirovahiyê, bi bedena xwe ya ku tije bombe kiriye, xwe bi çeteyên DAIŞ’ê û tankên wan de diteqîne.

Arîn Mîrka sembol û efsaneya berxwedana Kobanê ye

Arîn Mîrkan bi cesaret û vîneke xurt, ji bo parastina hevalên xwe û Kobanê çalakiya fedayî pêk anî. Bi vê çalakiyê re asta berxwedan û têkoşîna şervanên YPJ`ê digihîje lûtkeyê. Ev berxwedan û têkoşîn bi rizgarkirina Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an de tacîdar dibe û YPJ`ê weke nasnameya tevahî jinên azadîxwaz hat pênasekirin. Çalakiya Rêheval Arîn Mîrkan, derbeyeke mezin li çeteyê DAIŞ’ê xist. Piştî vê çalakiya fedayî ya rêheval Arîn Mîrkan, êdî berxwedana Kobanê ket qonaxeke nû û bi sedan Arînên din, bedena xwe bi dijmin de teqandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.