Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîroka gundê Çetel Ziyaretê

16/08/2018
in Uncategorized
A A
Dîroka gundê Çetel Ziyaretê
Share on FacebookShare on Twitter

Gundê Çetel Ziyaretê yek ji gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ye. Piştî êrîşa artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî kantona Efrînê bi hezaran welatiyên Efrînê ku ji ber hovîtiya artêşa Tirk neçarî koçberiyê bûbûn, hembêz kirin.

Ji ber tunebûna jêderên ni

vîskî yên dîrokî, piraniya nivîsên nûjen derbarê vê devera cografîk û pêkhatebûna wê ya niştecihbûnê de ji çîrokên rûspiyan hatine girtin. Ev çîrok jî di herikîn û hûnandina zanistî de gelek caran dûrî rastiyê dikevin. Bi taybetî ne li gorî bingehên zanistî û lêkolînên dîrokî hatine nivîsandin. Lê di lêhûrbûna van çîrokan de mirov dikare hin rastiyan derxe holê û rastiya qonaxa wê ya aloz, zelal bike.

Di belgeyên fermî yên dewleta Sûriyê de navê gund “El-Ziyara” ye. Her wiha kesên ku navê wê yê kevn nas dikin wekî ku jê re Çetel Ziyaretê tê gotin, kêm in. Di demên borî de Çetel Ziyaretê jê re dihat gotin, ji ber ku di gund de du qube hene. Li gorî çîrokên welatiyan yek ji van qubeya mizgeftê ya serdema El-Umeriyê ye. Her wiha ya duyemîn jî li gorî heman çîrokê qubeya gora Şêx Yûsif El-Kofî ya serdema şerên îslamî ne.

Gund di dawiya sedsala 18’emîn de li ser bermahiya bajarokekî hilweşandî ya serdemên kevnar û navîn de hatiye avakirin. Di vê deverê re gelek şaristaniyên weke Hîtît, Mîtanî, Horî, Yewnanî û Romayî derbas bûne. Di serdemên kevnar de ji ber cihê wê yê stratejîk ku li ser rêyên bazirganiyê dikeve gelek caran geş bûye.

Bêguman li vê deverê şer her tim rû dane û her tim li hemberî şer û hilweşandinê rû bi rû maye. Kevirên mezin û şikeftên kûr û bîrên avê yên li seranserî deverê vê yekê piştrast dike.

Piştî têkşikandina êla Milan û

hilweşandina mîrnişîna wan li bakurê Kurdistanê li ser destên artêşa Osmaniyan, gelek şervanên şoreşa li dijî Osmaniyan neçarî koçberiyê bûn û ji navenda xîlafeta Osmaniyan dûr ketin. Hin ji wan ber bi Xoresanê û Ermenistanê ve koçber bûn. Hin şoreşgerên din jî ber bi parçeyên din ên Kurdistanê ve çûn ku di wê serdemê de ev şoreşger hembêz kirin.

Yek ji van malbatên şoreşger malbata Welî Kal bû û girêdayî baskê Xidirkan ê aliyê Îbrahîm Paşa yê Milî bû. Ev malbat

ber bi başûr û rojava ve çû û derbasî bajarê Serêkaniyê bû, piştre berê xwe da bajarê Bîra Ermenaz û ji wir berê xwe da bajarê Miharêt El-Numan û herî dawî li benara rojhilatê çiyayê Lêlûn bi cih bû.

Malbata Welî Kal ji heft birayan pêk dihat, yek ji wan li bajarê Bîra Ermenaz a girêdayî parêzgeha Idlibê û birayekî din jî li bajarê Miharêt El-Numan ê parêzgeha Idlibê bi cih bû. Her du birayên li van deveran bi cih bûne di nava Ereban de heliyan û niha bi zimanê Kurdî nizanin. Birayekî din jî li ser rêya koçberiyê mir. Birayên din jî li gundê Batimiskê (şûnwarekî dîrokî li başûrê gundê Çetel Ziyaretê ye) bi cih bûn.

Piştre her sê birayan cihê xwe guhert û li gundê Çetel Ziyaretê yê niha bi cih bûn û birayê çaremîn jî li gundê Aqîbê yê bakurê rojavayê Çetel Ziyaretê bi cih bû. Li Aqîbê jî niha girêdayî wî malbata Osman, malbata Îbiş, malbata Telûbê û hin malbatên din hene.

Girêdayî mijarê dîroknas Ebdilcelîl Îbiş ku yek ji welatiyên gundê Çetel Ziyaretê ye, wiha dibêje: “Gund ji aliyê her sê birayan (Welî, Bekir û Derwîş) ve hate vejandin. Piştre hin malbatên din ji gundên derdorê wekî malbata Elî Pîç û malbata Eyûb di gund de bi cih bûn.”

Îbiş diyar dike ku hejmara

welatiyên gund li gorî serjima

ra 2011’an di navbera 3500 û 4500 kesî de ye. Îbiş da zanîn ku têkiliyên gund bi cîranên xwe yên sunnî û şîayî re her tim baş bûn û di serdema Osmaniyan de gund di aliyê îdarî de girêdayî bajarê Kîlîsê yê bakurê Kurdistanê bû û piştî salên

20’an ya sedsala borî piştî ku navenda herêmê Efrînê hate avakirin, bi Efrînê ve hate girêdan.

Îbiş destnîşan kir ku gund bi çandiniya pembo, genim, ceh, nîsk, nok û gelek cureyên sebzeyan navdar bû. Di van 50 salên dawîn de jî gelek darên zeytûnan hatin çandin.

Gund di destpêkê de bi Xana xwe dihat nasîn ku ji aliyê bavpîrekî gund Îsa ve hate avakirin. Li vê xanê pêşwazi

ya karwanên bazirganiyê yên di navbera bakurê Kurdistanê û rojavayê Anatolyayê de û ji aliyekî din ve ber bi bajarê Helebê û hundirê Sûriyeyê ve dikirin.

Gundê Çetel Ziyaretê bi mêvanperweriya xwe tê nasîn û ev yek di minasebetan de piştrast dibe. Di salên 80’yî yên sedsala borî de dibistan hate avakirin û di van deh salên borî de gelek navendên xizmetguzariyê di gund de hatin avakirin.

Piştî aloziya Sûriyeyê welatiyên gund beşdarî xebatên şoreşa Rojava bûn û xwe ji şerê navxweyî û şerê desthilatdariyê parastin. Gelek ciwanên gund beşdarî nava refên Yekîneyên Parastina Gel/Jin (YPG û YPJ), hêzên Asayîşê û rêxistinên civaka sivîl bûn. Welatiyên gund her wiha jiyana xwe li gorî sîstema komînal bi rêxistin kir.

Di Nîsana 2013’an de hêzên rêjîmê xwest derbasî gund bibin û dorpêça komên çete ya li ser balafirgeha Minixê bişi

kînin. Di encamê de şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên rêjîmê û komên çete de rû dan. Welatiyên gund jî neçar man ber bi gundên kantona Efrînê ve koçber bibin.

Di serdema dagirkeriya komên çete de yên wekî Tugaya El-Tewhîd, Tugaya El-Fetih, çeteyên DAIŞ’ê, Artêşa Mihemed, Tabûrên Nûreddîn El-Zenkî, Artêşa Mucahidan, Cebhet El-Şamiyê, Cebhet El-Nusra, Eniya Kurdî ya Îslamî û çeteyên Tabûra Selahedîn, welatiyên gund rastî trajediyên giran hatin. Tevî hemû rewşên trajedîk welatiyên gund bi axa xwe ve girêdayî man.

Di meha

Sibata sala 2016’an de şervanên YPG’ê û YPJ’ê gund ji destê komên çete rizgar kir. Piştre hemû welatiyên gund careke din vegeriyan malên xwe û jiyana xwe li gorî sîstema komînal ji nû ve vejandin.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşî kantona Efrînê kir, gundê Çetel Ziyaretê bi hezaran welatiyên Efrînê ku ji ber hovîtiya artêşa Tirk neçarî koçberiyê bûbûn, hembêz kirin. Niha nêzî 500 malbatên ji Efrînê li gundê Çetel Ziyaretê bi cih bûne û li benda rizgarkirina Efrînê ne da ku karibin vegerin malên xwe.

Cafer CAFO-Elî GEDRO

Post Views: 53
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.