Friday, May 30, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kar û xebatên Şaneya Kirîzê

03/10/2024
in Uncategorized
A A
Kar û xebatên Şaneya Kirîzê
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Berdevka Şaneya Kirîzê Gulîstan Elî diyar kir ku Rêveberiya Xwesere saziyek bi navê “Şaneya Kirîzê” da avakirin, bi armanca ku penaberên Lubinanê bi awayek hêsan derbasî milê Bakur û Rojhilatê Suriyê bibin.

Di encama şerê Îsraîl û Hizbullah de yê li Lubnanê diqewme, gelek malbatên Sûriyê ji Lubnanê derketin û vegeriyan Sûriyê û herêma Rêveberiya Xweser. Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina wan, gelek tedbîr girtine. Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwazîkirina penaberên Sûriyê yên ji Lubnanê vedigerin, Şaneya Kirîzê ava kir û ji wê demê ve hewl dide navendan ji wan re peyda bike.

Her wiha Şaneya Kirîzê di derbarê derbaskirin û pêşwazîkirina kesên ji Lubnanê têne herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê didomîne.

Bi hezaran penaberên Sûriyê û lubnanî berê xwe didin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Heta niha bi rêya deriyê Tebqayê 5 hezar û 439 kes derbasî herêmê bûne. Di nava wan de 23 Lubnanî hene û 8 cenaze jî hatine. Bi rêya deriyê Ebû Kehef ê kantona Minbicê jî 6 hezar û 375 Sûrî û 5 Lubnanî, her wiha 3 cenaze derbasî herêmê bûne. Di heman demê de heya niha hijmarê penaberan gihîştiya 11 hezar û 814`an de.

Derbarê armanca avakirin, kar û xebatên Şaneya Kirîzê Berdevka Şaneya Kirîzê Gulîstan Elî ji Rojnemeya me re axivî.

Gulîstan Elî di destpêka axaftina xwe wiha got: “Ev rewşa heyî û koçberiya ku tê qewmandin em jê ne dûrin û bi me ve girêdayî ye. şerê ku di navbera Îsraîl û Hizbullah de hat dest pê kirin, tenê welatî jê re bûne qûrbanî. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî bi erkekî mirovî radibe ku li koçberan xwedî derkevin û destekê bide wan da ku ji şer derbasî cihekî bi ewle bibin. Armanca Rêverberiya Xweseriya  Demokratîk jî, ji vê yekê ku cîhan bizanibe rêveberiyek heye ku daxwaza wê tenê misogirkirina gelê Sûriyê ye û yekbûyîna wan e. Her wiha ev ne pêngavek yekeme ji aliyê Rêverberiya Xweser, ji ber ku gelek caran jî bi gelê Sûriyê re bûye destek û wan ji şer û jiyane bê ewle xilas kiriye.”

 Hazirtiyê 3`ê kampa tên kirin

Gulîstan balkişand ser armanca avakirina şaneya Kirîzê û wiha domand: “Roj bi roj şerê li Lubnanê zêdetir dibe û xelkên wir koçberî sînorê Sûriyê dibin. Di vê rewşê de Rêveberiya Xwere saziyek bi navê “Şaneya Kirîzê” bi alîkariya van kesên ku li ser sînoran xelkê derbas dikin û ji van mijaran fêm dikin, bi awayek lezgîn hat ava kirin. her wiha biryar hat girtin ku ev kesên li Lubnanê mane lê malbatên wan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, vegerin malên xwe û bi awayek normal jiyana xwe berdewam bikin. Her wiha 3`ê kampe ji bo penaber Lubinanê yên ku derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê dibin, tên hazirkirin û wê li wan kampan de werin bi cihkirin. Tişte ku di vê demê de ji me tê xwestin hêsankirina derbaskirina koçberan ji sînorê Lubnanê ber bi Sûriyê ve. Bê guman karê me berdewame û wê bidomîne heta ku bîlançoya giştî ya van koçberan were derxistin û em biryarên din jî derxînin.”

Li gorî Gulîstan Elî ji me diyar kir ku ji bo penaberan wê 2 kamp li kantona Cizîrê (Erîşe û Newroz) û kampa Ednaniye li kantona Reqayê bêne avakirin.

Şaneya Kirîzê a Lubinanê

Gulîstan Elî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Saziya Şaneya Kirîzê li Lubnanê bi nûnetiya Rêverberiya Xweser heye. Her wiha erkê wê jî ewe, berî ku welatiyên koçber derbsî Sûriyê bibin, diçin serdana wan û rewşa wan a jiyanê bi giştî dikin arşîf û ji me re bi rengê lîste rê dikin. Li gorî vê jî alîkarî ji bo wan tê dayîn, da ku bi awayek hêsan derbasî milê Sûriyê bibin. Şaneya Kirîzê hatina malbatan û cenazeyan, hêsan kir. Saziyên têkildarî û Daîreya Têkiliyên Derve wê bi erkên xwe rabin û wê xwe bigihînin hikumeta Lubnanê û Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê, her wiha bi aliyên navneteweyî re peywendiyan deyinin.”

‘Pêwîste her kes bi erkê xwe yê mirovî rabe’

Gulîstan Elî di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û alîkarî pêşkêşî penaberan bikin û wiha lê zêde kir: “Bangewaziyê me ew e ku her kes bi erkê xwe yê mirovî rabe û alîkarî ji van penabera re were pêşkêş kirin. her wiha wek tê zanîn ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinava dorpêçekî de ye, di heman demê de êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bê navber li ser herêmê didome. Ji ber vê yekê pêwîste her kes li penaberan xwedî derkevin.”

 

Post Views: 62
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’
ROJEV

‘Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’

29/05/2025
Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

29/05/2025
Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya
NÛÇE

Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya

29/05/2025
Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir
NÛÇE

Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir

29/05/2025
‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’
JIN

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’

28/05/2025
‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’
NÛÇE

‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’

28/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.