Birûc Resûl/Qamişlo
Şêxmûs Ehmed diyar kir ku di nava hemû şert û mercên dijwar de Rêveberiya Xweser bi erkê xwe yên mirovî radibe û wiha got: “Pêwîste civaka navneteweyî li hemberî penaberan bi erkê xwe rabe û destekê bide Rêveberiya Xwese.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî vegera penaberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Lubnanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo hêsankirina vegera penaberên Sûriyayî ji Lubnanê ew amade ye destekê pêşkêş bike. Rêveberiyê da zanîn ku vegera li welat mafekî bingehîn e ku pêwîste tevahî alî ji bo hêsankirina wê bixebitin. Her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku bi cidiyet li êşa penaberan binêre û ji bo hêsankirina vegera wan bibe alîkar. Hijmara penaberên ku heya roja îro derbasî Bakur û Rojhilatê Suriyê bune 7 hezar û 703`an ne, bê guman roj bi roj hijmara benaberan zêde dibe.
Derbarê pêşwazêkirina penaberên Lubnanê yên ku derbasî Bakur û Rojhilatê Suriya yê dibin hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ji Rojnemeya me re axivî.
17 kampên ku Rêveberiya Xweser bi rêk û pêk dikin
Şêxmûs Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Rewşa Kampan û penaberên ku li Bakur û Rojhilatê Suriyê cih digirin, ev bi salan e ye ku Rêveberiya Xweser û hin saziyên xwecihî alîkariyê pêşkêş dikin. Tê zanîn ku herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê herêmekî dorpêç kiriye ji gelek aliyan, bi taybet dewleta tirk a dagirker ku ji sala 2018`an ve heya roja me ya îro êrişên xwe yên dijmirovî li ser herêmê bê navber didomîne. Her wiha di van êrişan de jî gelek pênesaziyên herêmê hatin ruxandin ku gel jiyana xwe li ser didin meşandin, armanc jê ew bû ku bi van êrişên hov û dijmirovî îradeya gel bide şikandin û riya koçberiyê zêde bike. ji ber vê yekê bandoriyeke neyinî li ser penaberên ku di kampan de jiyan dikin, tê kirin. ji ber dorpêç ji aliyê hukumeta Şamê jî heya. Her wiha ji 17 kampên ku Rêveberiya xweser rêk û pêk dikin UN tenê 5 kampan nasdike û alîkariyê pêşkêş dike.”
‘Alîkariyê ji saziyên navdewletî yên UN tune ye’
Şêxmûs balkişand ser xala mirovahiyê û wiha got: “Rêveberiya Xweser di Nîsana 2023`an de wekî insiyatîfa ku pêşkêşî raya giştî, hêzên eleqadarî pirsgirêka Surî û çareserkirina wê kirin û di heman demê de Rêverberya Xweser jî cihê xwe dinavde digire, her wiha gelek xal hatin pêşkêşkirin û yek ji wan xalan, xala mirovahiyê bû. Bi taybet ji bo penaberên Surî û Lubinan, wek tê zanîn ku di demên dawî de gelek êrişên giran û astengî derketin ku nejadparestê li ser penaberan hat kirin ku ji hêla dewleta Lubinanê û hem jî Rêxistinên li Lubanê dimînin. Rêveberiya Xwerser got:”Em amedena ku pêşwaziya penaberan bikin û kampan ji bo an ava bikin”. mixabin heya niha ti deestekên alîkariyê ji saziyên navdewletî yên UN tune ye, her wiha heya roja îro jî ji bo alîkariya penabaran xwe bêdeng kiriya. Di van demên dewî de şer û pevçûne ku di navbera Israyîl û Huzib Allah de qewimî, heya niha nêzî Meliyonek kes ji başûrê Lubana Koçber bûne û di nava wan de bi hezaran Sûrî jî hene, her wiha gelek ji van penaberan jiyana xwwe ji dest dane.”
‘Pêwîste saziyên navdewletî derbasî hemû Kampan bibin’
Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Alîkariya ku were pêşkêş kirin ji bo tevahî penaberan pêwîstî bi xizmetguzarî heya û destekdayine navdewletî heya, her wiha vekirina dergihên ku alîkarî têre derbas dibin bi taybet dergihê Elyarebiyê Til Koçer û di heman demê de pêwîste saziyên navdewletî derbasî hemî Kaman bibin û alîkarî pêşkêş bikin ku cûdahiyê nekin di navbere penaberan de.”
‘Nejedparestî li hemberî penaberên Sûrî zêde dibe’
Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di van şert û mercan de wek Rêveberiya Xweser bi erkê xwe yên mirovahiyê dirabin, her wiha ev erk ne tenê dikeve li ser mile Rêveberiye Xweser, di heman demê de dikeve li ser milê civaka navdewletî. Di Rojhilata Navîn de şer û qirîzên dijwar têre derbas dibin, ji ber vê yekî koçberî û penaberî lê zêdeye, nejedparestî li hemberî penaberên Sûrî zêde dibe.”