Kemal Necim
Di salên dawî de, bi pêşketina tevgera çap û weşanê re, gelek pirtûkên pend û şîretan yan jî gotinên pêşiyan derketin. Weke gelek xebat û çalakiyên din ên nivîsîn û dahêneriyê, ev pirtûkên pend û şîretan jî bê serûber dikevin pirtûkxaneya kurdî û êdî karê berhevkirina pendan bûye karê bêkaran.
Pen û şîret, yan jî gotinên pêşiyan, biwêjeke navdar e ku behsa serpêhatiya gelan dike û ji pêşiyên berê hatiye girtin. Bûyerek e, çîrokek e ku bi çend peyvan bi ferhengek hêsan tê şîrove kirin ku wateya wê ji hêla her kesê ku dibihîze tê naskirin e.
Pend, gotinên kurt in, bi wateya şîretan e, ku dikarin ji me re bibin alîkar ku di rewşên tevlîhev de biryarên baş bidin. Ji ber vê yekê, ew dikare bibe rêbaza reftarên kes û civakan, lewma ji bo civakan girîng e. Pend û biwêj tevnek çandî ya hêja ye, mirov wan pendan weke rêbazên jiyanê û têkilî û reftarê dibînin û hewil didin tiştên baş û yên xerab ji hev nas bikin, tiştên xerab ji civakê dûr bixin û tiştên baş biçesipînin.
Gotinên pêşiyan beşeke bingehîn û girîng ê çanda mirovahiyê ne. Ew pend rengvedana ezmûna jiyana demdirêj ya mirovahiyê ye, çawa bi demê re mirovan ezmûn derbas kirine û berhev kirine û weke pend û şîret ji xwe re kirina rêbaza jiyanê. Her wiha bi rêya van pendan mirov dikare reftar û kevneşopî û pîvanên sincî yên civakên din nas bike. Pend û şîret bi hezarê salan ji nifşekî gihiştine nifşê din û bi gelek şêwe û ziman û zaraveyan hatine hûnandin û gotin, ku bûne alava çandin û çesipandina nirxên bi rûmet û rastkirina reftar û tevgera kesan.
Pend û şîret yek ji nirxên ramyarî û wêjeyî yê civak û gelan e, her civakek û her gelek, li gorî çanda xwe, nirxên xwe, bîr û baweriyên xwe, awayên jiyana xwe û şêweyên derbirînê û ziman û zaravayên xwe bi sedan pend û şîret hûnandine û gotine û bi sedên salan parastine. Civaka kurdan jî her wiha di pêvajoyên dîroka xwe de bi hezaran pend û şîret û gotinên pêşiyan afirandine û ji nifşekî radestî yê din kiriye heta roja me ya îro hatine. Lê mîna pir nirx û afrêneriyên devkî, ev berhem jî eger neyên parastin, nivîsîn û berhevkirin û belgekirin, dê roj bi roj winda bibin û tune bibin.
Lê pir pêwîst e ku kar û xebatên berhevkirinê û nivîsîn û belgekirinê bi awayên zanistî, rêkûpêk û têkûz bêne kirin. Heta niha bi dehan pirtûkên bi navê (Gotinên Pêşiyan) hatine çapkirin û belavkirin, lê piraniyan wan ne bi rêbazên zanistî hatine berhevkirin. Xuaye ku hin kesan, yan jî hin rewşebîran, ev karê berhevkirina pend û şîretan weke karekê hêsan û bêwestan dîtine, ji xwe re çend pirtûkan tînin ber hev, ji çend kal û pîran dipirsin û heme pirtûkekê çêdikin. Di encama van xebatên bêserûber de, şêweyê hûnandina pir pendan hatiye xerabkirin, wate hatine guhertin, carna jî pendên biyanî weke pendên Kurdî hatine nivîsîn û HWD. Xebata berhevkirina pend û şîretan xebateke zanist û lêkolînê ye, pêwîste nebe karê bêkaran.