Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hazirtiyên Festîvala Mono Drama

02/10/2024
in Uncategorized
A A
Hazirtiyên Festîvala Mono Drama
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Komîna Şano ya kantona Cizîrê ragehand ku ew ê bi navê ( Mono Drama) festîvalekî li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bixe. Armanca wê jî  xurtkirina rola lîstkvan û derhênerên şanoyê. Li ser vê bingehê ji 15’ê Îlonê û heta 5’ê Cotmehê nivîsên şanoyê tên pêşwazî kirin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên festîvala (Mono Drama) tê kirin ku yekemîn car wê li herêmê bê lidarxistin. Mono Drama cûreyeke şanoyê ye, tenê lîstikvanek şanoyê dilîze li ser tepa şanoyê, carnan bi alîkariya çend lîstkvanan tê li dar xistin, lê divê bêdeng bimînin. Mono peyveke Yûnanî ye tê wateya yek.

Derbarêamadekariyên Festîvala Mono Dirama endamê komîteya amadekar Enwer Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Girîngiya lidarxistina festîvalê

Enwer Mihemed di dstpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya festîvalê û wiha got: “Festîvala Mono Drama tê wateya ku lîstkvanek şanoyê pêşkêş bike, ev cûr jî xwe dispêre hewildanên derhêne an lîstkvan. Her sal di 27`ê Adarê de festîvala şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol tê li darxsitin, di vê festîvalê de nivîsên Mono Drama ji me re dihat lê me qebûl nedikir, ji ber ku festîval ya koman bû, gelek şanoger bi hev re pêşkêş dikin. Me rewş lêkolîn kir û dît ku giringiyeke Mono Drama heye mîna yên din, ji be vê yekê em ê hewil bidin vê festîvalê li dar bixin. Ji sedemên li dar xistina festîvalê; Pêşkêşkirina piştgiriyê ji bo lîstkvan û derhêneran da ku xebtên xwe pêşkêş bikin, festîvalên mîna Mono Drama ji bo xurtkirina lîstkvanan roleke mezin dilîze.”

Ji tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlîbûn heye

Enwer Mihemed wiha domand: “Ji destpêka festîval hate raghandin, gelek têkilî ji hêla derhêner, nivîskar û lîstkvanan  bi komîteya amadekar re ji tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin, herwiha nivîsên xwe ji bo tevlîbûna festîvalê pêşkêş kirin. Tîmek ji Şanoya Netewî li Şamê û jineke ciwan ji Ewropayê xwesteka wan di tevlîbûnê de heye û festîval Jî êdî wê pêşwaziya wan bike.”

Enwer Mihemed balkişand ser nivîsên go tên qebûlkirin û wiha got: “Gelek nivîs hatin lêkolînkirin, yên herî guncaw hatin erê kirin. Komên hatin erêkirin wê ji bo amadekirina şanoya xwe kar bike, duvre jî wê komîteya temaşekirinê van şanoyan binirxînin di dema provên ku çêbibin. Dibe ku festîval di meha Berfanbarê de bê lidarxistin.”

Enwer Mihemed derbarê cihê lidarxistina festêvalê de wiha got: “Tevî ku me cihê festîvalê diyar nekiriye, lê dibe ku li navenda Mihemed Şêxo bê lidarxistin. Ji hêla piştgiriya darayî ve jî hîn pilan berdewam in ji bo peydakirina pêwistiyan, lê organîzatoran tekez kirin ku ew ê dudilî nemînin di pêşkêşkirina piştgiriya manewî û darayî ji bo tîmên ku beşdar bibin, di nav de peydakirina wesayîtên çûn û hatinê û alîkariya lojîstîk.”

Endamê Komîteya Amadekar ya Festîvala ( Mono Drama) ya yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Festîvala Mono Drama yê yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke mezin e, pêwistiya wê bi hewildanên mezin hene li ser tevahiya waran. Tê payîn ku ev festîval xaleke veghurandinê be di xurtkitina şanoya tekkesê, û piştgiriya tevgera şanoyê li herêmê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.