Lîloz Hisên/Qamişlo
Şanoger Dilcan Oso diyar kir ku dema ew bi lîstikvaniya şanoyên xwe kêfxweşiyê derbasî dilê zarok û mezinan dike, ji bo wî wateyeke pir giring dide û hîz dike ku keda daye serkeftî ye.
Şanoya kurdî berî şoreşa Rojava û bi qedexekirina ziman, çand û hunera kurdî re, bi awayekî veşartî li malan prova dihat kirin. Piştî şoreşê bi awayekê balkêş pêşketineke mezin di warê şano û tevahî huneran de çêbû, gelek hunermend, şanoger û derhênerên ciwan hatin naskirin û bi nav û deng bûn, karîbûn di van salên dawî de xwe isbat bikin û bi hezaran şano, fîlm û rêzefîlm û hwd… çêkirin.
Yek ji van ciwanên ku karîbû di nava şoreşê de xwe îsbat bike û bighêje armancê xwe, lîstikvan û şanoger Dilcan Osman Oso ye ku di sala 2001`an li bajarê Qamişlo ji dayikbûye û li taxa Hilêliyê dijî, derbarê xebat û jiyana xwe de ew ji rojnameya me re axivî.
Dilcan Oso diyar kir ku wî di sala 2013`an dest bi xebata şanogeriyê kir û piştî şehadeta bavê wî yê şanoger, wî biryar da ku cihê bavê xwe di şanoyê de bigre û wiha got: “Ez di zarokatiya xwe de, bi bavê xwe re li pirova şanoyan bi bavê xwe re hazir dibûm, weke provên koma Bavê Teyar, bandora wan provan li min kir û hezkirinek ji bo şano li gel min çêbû. Di sala 2013`an ez tevlî navenda çand û huner ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo beşa şano bûm, Şevzan Mehmûd mamosteyê me bû, cara yekemîn ez daketim ser dika şano di Newroza sala 2014`an li Qamişlo bû, di şanoya bi navê( Gurê Waşûkanî) me pêşkêş kir, şano behsa destpêka şerê DAIŞ`ê dikir dema ket bajarê Serêkaniyê di riya axan de, di wê demê de gotina ku bala min kişand piştî şano bi dawî bû, beşdaravanan gotin îsal me Osman li ser dike dît wê çaxê bavê min şehîd ketibû, bi van gotinan armanc li gel min çêbû ku min karîbû şûna bavê xwe bigrim û navê wî berdewam bikim.”
‘Em karin şano û lîstikvaniya kurdî bighînin cîhanê’
Dilcan Oso wiha anî ser ziman: “Ji destpêka ez ku tevlî şano bûm heta roja îro, ez tevlî gelek şano, fîlim û belgefîlman bûm û hin ji wan nivîs û derhêneriya min bû. Hedef û armanca min ku em karibin şano û lîstkvaniya kurdî bighînin cîhanê, ji cîhanê re bêjin em li Rojava xwedî zimanin û di rêzefilman, fîlim û şano de cihê xwe digrin. Herwiha ciwan û zarokên derdora xwe fêrî şano bikin û bighêjin asta ku îro em gihşatinê û ji vê xebatê hez bikin.”
‘Em di qûnaxeke nû derbas dibin di beşê şano de’
Dilcan Oso bal kişand ser lawazbûna beşa şano li tevahî cîhanê û bi taybet li rojava û wiha anî ziman:” Destpêka şoreşê gavên pir mezin hatin avêtin tevlî şahî û Newroza bûn û herî dawî festîvalên şano hatin li dar xistin, hejmara festîvalan gihaşt 6 fastîval û zêdtir 5 fastîvalên zarokan hatin li dar xistin. Di dema heyî de qûnaxeke nû çêdibe divê kampaniyên taybet vê xebatê bên avakirin da ku kesên şanoger û lîstikvanên di vê hunerê de sûdeke menewî û madî jê bigrin, û ji wan re bibe xebatek taybet berovajî niha ku şano karekî duyemîne li gel karê xwe yê sereke di jiyana şanogeran de, ev jî bi sedema şer û rewşa aborî ya zehmet, dema ku her yek xebata xwe bike lîstikvan karê xwe bike di heman demê de derhêner di vê demê de emê karibin xwe bighînin tevahî cîhanê.”
‘Girêdaneke min bi tepa şanoyê re heye’
Dilcan Oso wiha berdewam kir: “Dema ez şano pêşkêş dikim ez dibim kesayetek din, ez hîs dikim ku gelek jiyanan dijîm. Girêdaneke pir mezin bi tepa şano çêbû. Dema ku karê min tune be jî ez diçim navendê û li ser tepê rûdnim û di nava xwe de dibêjim ku vê tepê çiqas hêz û bawerî da min û ev şoreş çiqas derfet da min ku bibim şanoger û lîstkvan, ez pir kêfxweş dibim dema ez mirovekî dikenînim di riya şanoyê de ku kaîrbim bighêjim hestên wan kesên temaşevan”.
Berhemên xebata şano
Dilcan oso wiha domand:”Heya niha weke şanoger û lîstikvan 36 şano min çêkir bi zimanê kurdî û erebî ji wan skêtş û şanoyên dirêjin, zêdetirî 54 karekter min lîstiye li gelek bajarê Rojava hatin pêşandin. Di sala 2023`an di festîvala şano de ya şehîd Yekta Herekol ya 6`mîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şanoya bi navê(Kevir û taxa ji bîr kirî) xelata baştrîn lîstkvanê diyarî min hate kirin, ji bo min pir pîroz bû keda min ya salan di vê festvalê de derket, herwiha 4 belgefilm û 4 filmê min hene bi nivîs û derêneriya min”.
Şano bandoreke erênî li civakê dike’
Dilca Oso wiha got:”Şano bandoreke erênî li ser civakê dike bi taybet fîlim ji ber ku gelek kes lê guhdar dikin, kesên ku di destpêka şoreşê bûn rewşenbîr, şervan sedema yekemîn şano bû ji ber ku şano fêrkirin û dibistaneke xelkê fêrî jiyanê dike weke dibêjin şano rasteqîna jiyanê û neynika civakê ye êrînî û neyîniya civakê vedibêje. Ji nifşên nû re dibêjim ji hunerê hez bikin û pê re bijîn”.
Ji bo xebata pêşerojê
Dilcan Oso di dawiya axftinên xwe behsa xebatên xwe yên bê kir:”Komek ya zarokan heye bi navê( koma şehîd Osman) ez wan fêrî şano dikim, sala çûyî di fesîvala Rimêlan de a zarokan şanoya bi navê (zimanê kurdî) pêşkêş kirin, niha jî em hazirtiyê xwe dikin di 23-24 vê mehê wê şanoyekê nû pêşkêş bikin ji zarokan re bi navê (Xwendin) bi derênertiya min. 4 fîlimên min yên televîzyonê hene sînaryoya wê bi dawî kiriye, min pêşkêş aliyekî kiriye dibe ku di meha 9`an de em dest bi wênekêşiyê bikin. Herwiha zêdtirî 7 sînaryo yê sînama min nivîsandiye yek jê behsa komkujiya ermeniyan dike, hinek kêmasî hene weke piştgiriya madî ji me re nayê pêşkêş kirin ev dihêle ku keda me paş ve biçe ji ber ku di cihê xwe de dimîne.”






