Rohat Bulut
Yek ji hêmayên ku civakbûyînê pêk tîne çand. Çivakeke bê çand nepêkan e. Lê di heman demê de bi pêşketina bajarvaniyê re ew çanda civakî rojane heliya. Pergala hegemon û hêzên serdest her tim ji xwe re kirin armanc ku çand û civakbûyînê ji holê rabikin. Mirov dikare bêj e heta astekê jî bi ser ketin. Lê belê hişmendiya civakî û saziyên civakê bi derfetên xwe hewildidin pêşî li van êrîşên li ser çand û civakê bigirin.
Rêveberiyên civakî yên pêywridar di vî warî de xwedî rist û berpirsyariyeke girîng e. Di warê çandê de peywirên zehf girîng ên şaredariyan hene. Pêwîste ku şaredarî bi berpirsyariyên xwe yên ji bo civakê rabe. Li gel saziyên civakî û çandî ya pêwîst şaredariyên derfetan veqetîne û di her warî de bi van saziyan re di nav dan û stendinê de be. Bi taybetî jî derfetên madî hinekî li ser şaredariyan dikeve. Bi taybetî ji bo şano, konser û pêşandana hunerê avakiririna sazî û dezgehan gelekî girîng e. Di heman demê de organîzekirina xebatên çand û hunerî bi serê xwe tiştekî pêwîst e. Lewre ev kar û xebat ji xweber pêş nakeve pêwistî bi organîzekirinê heye.
Dîsa dema em lê dinêrin ji bo parastina berhemên dîrokî pêwistî bi cihên wekî muzeyan heye. Teqez divê muze hebin ku ew bîr û hafîzaya civakî lê bê parastin. Ev qad dibe cihê paşeroja civakê. Bi saya van cihan her nifşên nû yên civakê ji çand, dîrok û paşeroja xwe haydar dibin. Pêşandana her berhemên li muzeyan dibe sedema ku mirov paşeroja xwe bizanibe.
Her wiha vekirina galeriyên hunerê ji bo hunermendan dibe qadeke pêşandana hunera xwe. Ev ji bo civak û hunerhezan dibe derfetek. A pêwîst jî ew e ku hunermend derfetê pêşandana hunera xwe dibîne. Bê guman civak jî li galeriyên hunerê ji hunera hunermendên xwe haydar dibe. Heke civaka ku hunermend lê pêşketî be û eleqeyek ji bo hunera wan hebe ew civak di bingeha xwe de civakeke pêşketî ye.
Li aliyê din jî pêwîste di warê nivîskî de qîmetdayînek ji xebatên nivîsî û çapî hebe. Belê her berhema ku bê çabkirin divê bi nirx be û di nav civakê de xwedî cihekî giring be. Divê civak dikaribe bi hêsanî xwe bigihîne van berheman. Lewre jî ya pêwî divê pirtûkxane bên avakirin. Di van pirtûkxaneyan de pêwîste civak xwe bigihîn e her cure agahiyan.
Bê guman ji bo her kar û barên bê kirin divê teşwîqek hebe. Ev yek jî ji aliyê şaredariyên gel û saziyên civakî ve divê bê kirin. Teşwîqkirina karûbarên hunerî gelekî gîringe ku pêş bikeve. Naxwe ew civak ya dê bê çand û huner bimîn e yan jî dê ji çand û hunera xwe bêpar bimîn e ku li şûna wê dê çand û hunera serdestan serwer be. Ev jî tê wateya tunekirina nirxên civakekê.
Belê hemû çalakiyên çandî yên wekî organîzekirina şahiyan û çalakiyên werzîşê karûbarên mecbûrî yên rêveberiyên herêmî ne. Parastina her cure nirxên civakî di bingeha xwe de parastina civakî ye. Ev bi qasî berpirsyariya rêveberiyên herêmî di heman demê de berpirsyariya her ferdên wê civakê ye. Heke di vî warî de serkeftin hebe dê civak li hemberî her curê êrîşan bi ser bikeve. Bi taybetî jî li cihên wekî bajaran divê ev çand bê parastin. Lewre bajar bê çand nabe.