Friday, May 30, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeya piştgiriya civakî ji bo nexweşên Telasîmiya

02/10/2024
in Uncategorized
A A
Projeya piştgiriya civakî ji bo nexweşên Telasîmiya
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Ji bo peydakirina pêdiviyên bijîşkî bi taybet ji bo nexweşên penceşêrê û zarokên telasîmiyayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heyva Sor a Kurd rêbazeke piştgiriya civakî ji bo nexweşxaneya Onkolojî, Telasîmiyayê û şewatê ya li bajarê Qamişlo pêşxist.

Li tevahî dewletên cîhanê alîkarî û piştgiriyên mirovî ji bo nexweşiyan û nexweşan tê pêşkêşkirin ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ve, lê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber neqebûlkirina Rêveberiya Xweser û saziyên girêdayî wê, di nav de navend û rêxistinên tenduristî, alîkarî nayê pêşkêşkirin. Nexweşên telasîmiyayê hewcdarin ku bi awayekî rêxistinkirî û bi ewle xwîn ji wan re bê veghustin. Ji ber rewşa şer li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nepêşkêşkirina alîkariyê ji hêla rêxistinên girêdayî tenduristiyê yên navdewletî rewşa nexweşan aloz dibe, bi taybet nexweşên telasîmiya ku pêwîste bi awayekî rêxistinkirî xwîn ji wan re bê pêşkêş kirin, tevî kêm derfetan Heyva Sor a Kurd bi hemû rêbazan hewil dide xwîn û pêdiviyên din ji bo nexwşan peyda bike.

Ji destpêka avabûna Heyva Sor a kurd tu piştgiriyeke rastersat jê re nehatiye pêşkêşkirin, ji ber şert û mercên jiyanî yên zehmet, buhabûna çûn û hatina ji bo dermankirinê li herêmên din, bûhabûna dermanan Heyva Sor a kurd pêwîstî dît ku nexweşxaneyeke Onkolojî, telasîmiya û şewatê bê vekirin, da ku xwedî li gel û nexweşên xwe derkeve. Bi vê yekê barê Heyva Sor a kurd giran bû ku van pêwistiya hilgire ser milê xwe. Weke saziyeke bi tena sere xwe ev erkê mezin bi cih anî, bêyî destekdayîna tu aliyekî.

Projeya piştgiriya civakî

Da ku Heyva Sor a Kurd destek û alîkariyê ji bona nexweşxaneyê û pêşwaziya tevahî nexweşan ji hemû herêman bike, projeyeke piştgiriyê bi destekdayîna gel re da destpêkirin. Ji serê salê ve planek hate çêkirin ku projeyeke piştgiriya civakê ji bo alîkariya nexweşan bê kirin û ev pênc mehin ku ev piroje ketiye meriyetê. Ev proje di riya komîteyeke navendî û îdarî de û ji bona ku xebateke berbiçav li ser erdê bê kirin û tu şaştî dernekeve û ev xebat bikeve xizmeta nexweşxaneyê kar û xebat bê navber tê meşandin.

Projeya piştgiriyê bi alîkariya gel tê kirin, sindoqên xwebexş li firoşgeh, market, saziyên sivîl û civakî yên herêmî ku civak pê re eleqdar dibe, li van cihan sendoq hatine danîn û gelek kes bûn alîkar ji bo temamkirina vê projeyê. Derdora 70’î sindoqî li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate danîn. Bajarên ku sindoq lê hatin danîn evin (Dêrik, Tirbespiyê, Girkê Legê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, Dêra Zorê, Minbic, Reqa, Tebqa û Kobanê bûn). Dibe ku hejmara sindoqan zêdetir bibe ew jî wê li gorî encamên ku ji vê pirojeyê were girtin be.

Sîstema projeyê

Li cihê ku sindoq tê danîn hevpeymanek di navbera her du aliyan de tê îmze kirin, da ku her cara ku sindoq bê vekirin her du alî bi hevre beşdar bibin, lîsteyek heye her cara ku sindoq bê vekirin nirxê ku hatiye komkirin tê nivîsandin. Sindok her du mehan carekê tê vekirin, her cara ku sindoq bê vekirin derman û pêwistiyên bijîşkî yên ku wê werin kirîn bi raporeke fermî di riya daxuyaniyekê bi gel re wê were parve kirin.

Li gorî endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Sozdar Iko wê proje bi rengekî domdar berdewam bike û wiha ji rojnameya me re diyar kir:” Di cîhanê tevahî de ji bo mîna van nexweşiyan piştgirî ji hêla Rêxistina Tunduristiya Cîhanî ve tê pêşkêş kirin, lê ji ber neqebûlkirina Rêveberiya Xweser û saziyên girêdayî wê tu destekdayîn nayê kirin. Ji ber vê yekê em neçar dimînin ku mîna van projeyan raghînin, ji xwe projeya me wê berdewam be, eger di pêşerojê de alîkarî bê pêşkêşkirin dibe ku pilana vê projeyê bê guhertin, lê li gorî derfet û dema heyî ev proje domdare.

Qebûlkirna gel ji projeyê re

Gelê herêmê piştgriya xwe diyar kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman, bi raghandina mîna vê projeyê re, destekê didin projeyê, li gorî ev cara yekemîne ku dest bi vekirina sindoqan hatiye kirin, encam baş tê xuya kirin, lê divê gel zêdetir alîkariyê bike, nas bikin ku ji bo çi ev proje hatiye destpê kirin. Gelek insyatîf ji bo pêşketina vê projeyê û projeyên din ku alîkariya nexweşan bike û bikeve xizmeta wan tê dayîn, di pêşeojê de wê bên ragihandin.

Nexweşxaneya Onkolojî, Telasîmiya û Şewatê

Nexweşxaneya Onkolojî, Telasîmiya û Şewatê ji hêla Heyva Sor a kurd di dîroka 12-17-2023’an hate vekirin, di nexweşxaneyê de sê beşên sereke hene, ( Telasîmiya, Penceşêr û Şewat), beşa şewatê amade ye lê ji ber îmkanên madî hatiye sekinandin. Beşa penceşêrê jî ji destpêka vekirina nexweşxaneyê ketiye meriyetê, ya telasîmiya vekirina wê nehatiye raghandin, lê ji destpêka vekirina nexweşxaneyê pêşwaziya nexweşan dike.

Beşa Telasîmiya

Di nexweşxaneyê de nexweşên Telasîmiya tên pêşwazîkirin û derman kirin, rêjeya mezin ji nexweşên telasîmiya kategoriya zarokane, 170 nexweşên telasîmiya hene, bi awayekî mehane ji carekê heta du caran li gorî rewşa nexweşan li nexweşxaneyê vedgerin da ku xwîn bê veghustin.

Xizmetên ku ji nexweşan re tên pêşkêş kirin

Muayeneya Tibî, testên tibî û derman bê dirav ji bo nexweşan tê pêşkêş kirin. Du bijîşkên taybet yên nexweşiyên xwînê hene, bi nexweşan re têkildar dibin, xwîn tê peyda kirin ji bo nexweşan. Ji bo banka xwînê tê amadekirin û wê di demek nêz de bikeve xizmetê.

Post Views: 61
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’
ROJEV

‘Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re were dayîn’

29/05/2025
Ji çiraxên hunera kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên hunera kurdî

29/05/2025
Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya
NÛÇE

Bi meşeke girseyî gel ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya

29/05/2025
Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir
NÛÇE

Siyasetmedar Hamît Geylanî koça dawî kir

29/05/2025
‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’
JIN

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’

28/05/2025
‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’
NÛÇE

‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’

28/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.