Farûk Sakik
Şerê Cîhanê yê Sêyem ev 30 sal in dewam dike. Di van salên dawî de bi siwîqastan şerê Rojhilata-Navîn derbasî qonaxeke nû dibe. Bi kuştina Qasim Sulêyman dest pê kirin. Piştre me dît rojek helîkoptera Îbrahîm Reîsî dema ji Azerbeycanê vedigeriya ket. Reisî jiyana xwe ji dest da. (Piştî çalakiya teqandina bêtêlên Hîzbullahiyan, derket hole di helîkoptera Reîsî de bêtelek teqiyayî hatiye dîtin). Piştî demek, lîderê Hemasê, Îsmaîl Haniye li Îranê hat kuştin. Herî dawî jî lîderê Hîzbûllah Hasan Nasrallah hat kuştin.
Pîştî kuştina Hasan Nasrallah di medya civakî de videoyek hat parvekirin. Oldarek Şiî, 2 roj beriya bûyerê, hişyarî dida Hasan Nasrallah û digot Îranê te firot wê te bikûjin. Îran piştî hemû kuştinan behsa tolhildanê dikir û tu tiştek jî nedikir. Dema ku mirov li bêdengiya Îranê ya piştî kuştina ‘Îsmaîl Haniye’ dinêrê, axaftina oldarê Şiî di cîh de dibîne. Îran piştî ku şer li Rojhilata Navîn germ bû, vekişiya nav xaka xwe û sînorê xwe parast. Her wek teslimî Îsraîl bibe, bêdeng ma. Ne bi tenê Îran hemû netewe dewlet di rewşên wiha de berjewendiyên xwe diparêzin. Di Şerê Cîhanê yê Sêyem de bi eniya Lubnanê şer ber bi ku ve diçe? Natenyahû dema ku li Neteweyên Yekbûyî axivî di dest wî de 2 nexşe hebûn. Hedef û armanca vî şerî di wan nexşeyan de bû. Yek xetên enerjiyê û ya dudiyan jî ji Lubnan heta Îranê tunekirina dewletan (Luban, Sûriye, Iraq û Îran) hebû.
Îsraîl di vî şerî de Îranê wek tehdîtek ji xwe re nabîne. Ew bi dû wan hêzên ku Îranê kiş-kişî Îsraîl kiriye ketiye. Ev hêz Hemas, Hîzbullah, Haşdî Şabî û hin rêxistinên bi wan re tevdigerin. Îsraîl ji bo ku bigihîje hedefa xwe êrişî van rêxistinan dike. Hin kes behsa şerê bejayî ango dibêjin wê Îsraîl li Lubnanê tevgerek bejayî bide destpêkirin. Di roja me de pêdivî bi şerek bejayî tune ye. Îsraîl dizane ku di şerê bejayî de wê ziyanê bide. Yek neferek wan were kuştin jî ji bo wan nebaşe. Tişta ku dixwaze bidestbixe ji xwe bi hêza xwe ya hewayî pêktîne. Hîzbûllah û Hamas jî dixwazin li erdê şer bikin. Ev taktîkên Îsraîl yên şerê nexşeya yekemîn bûn.
Di nexşeya duyem de jî xeta enerjiyê hebû. Wisa dixwiye ku li gor vê nexşeyê, heta serê boruya enerjiyê ku ji Hîndistan birêketî, negihîje Ewrûpa wê şer dewam bike. Ev şer li Rojhilata Navîn û li ser xaka Kurdistan tê meşandin. Dijminê Kurdan jî dixwazin ji vî şerî sûd wergirin. Dema aloziyek çêdibe dixwazin Kurdistanê bikin bin bandore xwe da ku Kurd ji vê aloziyê sûd wernegirin. Herdû alî, ya li ser hîmên olperestî-mezheperestî an jî nîjadperetî vî şerî birêvedibin. Di şerde bedela mezin jî gelên herêmê didin.
Pozisyona Kurdan di vî şerî de xeta sêyemîne. Kurd alîgirê tu aliyek nîne. Herdû alî jî sûcdarin. Herdû alî, gelên herêmê dikin qûrbana berjewendiyên dewleta xwe. Çareseriya şer jî ji bo aliyan, paradigmaya Rêber Apo ya ku pêşxistî; netewa demokratîk e. Di sîstema netewa demokratîk de jiyana însanan-gel esas tê girtin. Carek dinan jî hat îspatkirin komplo û tecrîd ji bo ku ev xeta sêyem li Rojhilata-Navîn pêşnekeve, Rêber Apo midaxleyî vî şerî nekê, dane destpêkirin. Îsraîl û Filîstîn divê hevdû qebûl bikin da ku ev kareseta mezin bi dawî bibe.
Kurd jî di vî şerî de, divê bi amadekarî bin û ji bo berjewendiyên welatê xwe siyasetek maqûl bimeşînin.