Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi rêjîmê re lihevkirin pêknehatine

16/08/2018
in Uncategorized
A A
Bi rêjîmê re lihevkirin pêknehatine
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku hevdîtinên wan bi rêjîma Sûriyê re li ser banga rêjîmê pêk hatin û da zanîn ku heta niha ti lihevkirine çênebûne.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) roja 15’ê Tebaxê li navenda xwe li naçeya Eyn Îsa civînek li dar xist. Civîn li hola civînan a navenda MSD`ê a navçeyê pêk hat.

Di civînê de Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî li ser aloziya Sûriyê û rewşa Rojava – Bakurê Sûriyê axivî. Elî desntîşan kir,  ji ber ku Sûriye di rewşeke pir hesas re derbas dibe, lewre jî wan hêzên xwe yên leşkerî ava kirin da ku karibin herêmên xwe biparêzin. Elî da zanîn ku wan li hemû herêmên Bakurê Sûriyê şerê terorê kir, her wiha ji bo rêveberiya herêman rêveberiya xwe ya xweser ava kir.

Elî destnîşan kir ku şervanên YPJ/YPG û QSD`ê bi hev re hemû herêmên Bakurê Sûriyê ji terorîstan rizgar kirin û wiha dewam kir: “Piştî rizgarkirinê me ji nû ve komîteyên xwe yên xizmetguzariyê ava kirin û xistin xizmeta gel. Tevî rewşa heyî jî lê hemû pêwîstiyên gel hatin peydekirin.”

Derbarê civîn û nîqaşên di navbera MSD`ê û rêjîma Sûriyê de Elî diyar kir civînên wan li Şamê li ser banga rêjîmê bûn, ji bo ku aloziya Sûriyê çareser bikin. Elî diyar kir ku civînên wan di çarçoveya xizmetguzariyê de bûn, nîqaş li ser vegerandina xebatkarên Bendava Tebqayê ji kar re hate kirin, her wiha komîte ji her du aliyan ve ji bo şopandina Rêveberiya Xweseriya Demokrtîk û rêveberiyên Herêmî yên Bakurê Sûriyê û xizmeta ku dide gel, hatin avakirin.

Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî di dawiyê de destnîşan kir ku armanca wan a sereke çareseriya aloziya Sûriyê ye û diyar kir ku nîqaş li ser mijarên din nehatine kirin û ti lihevkirin pêk nehatine. Elî got, “encamên civînê wê ji bo gelê Sûriyê erênî bin…ANHA

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.