Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştperdeya şer û pevçûnên rojhilata navîn

02/10/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Di roja 7’ê Cotmeha sala 2023’yan de tevgera Hemas a Filistînî li dijî Israîlê êrişa bi navê “Tofan El-Eqsa” pêk anî. Di encamê de bi hejmarek mezin welatiyên Israîlî yên sivîl hatin kuştin, gelek bi saxî hatin revandin. Di wê rojê de alîgirên Hemas wiha texmîn kirin ku wan Israîl tune kiriye û serkeftina mezin bi dest xistin.

Çend roj di navbera me û salvegera yekem a êrişa navborî de mane. Di nava vê demê de rêveberiya Israîl ya herî sûdgirtî “Tofan El-Eqsa” derket. Israîl herêma Xeza ku ji aliyê Hemasê ve dihat rêvebirin kir, navenda şerê xwe yê topyekun. Serokê Hemasê Ismaîl Heniya jî di nav de hejmarek zêde ji Rêveberên Hemasê û navendên wê yên leşkerî hatin tesfiyekirin. Xeza li ser welatiyên Filistînê hate ruxandin û bi hezaran welatî bûn qurbanî.

Balkêşe Îsarîl li vir ranewestiya û êrişên xwe li dijî Lubanê û Huzib El-Ah bi dijwarî da destpêkirin. Bingeha Êrişa tunekirinê bi teqîna komî ya hemwext a alavên vegihînê (bêtêl) ên ji aliyê endamên Huzib El-Ah ve dihatin bikaranîn. Hîn Rêveberiya Huzib El-Ah ji derbeya yekem hişiyar ne bibû, pêla duyemîn a teqîna telefonan pêk hat, ew jî derba duyemîn a giran li dijî Hizib El-Ah ê bû. Îsraîl li vir jî ranewestiya û derbeya herî giran ku xwe dispêra hêza istxbaratî tesfiyekirina Sekreterê Giştî yê Huzib El-Ah ê Hesen Nesrela û komek rêveber û fermandarên wê bû.

Êrişên Israîl li dijî Huzib El-Ah û Hemasê hîn jî bê navber dewam dike. Wezîrê Parastinê yê Israîl di daxuyaniyên xwe de, gef li Hizib El-Ah ê xwarin û got hîn gelek tiştên bêne kirin, mane. Ji vir jî diyar dibe ku Hêza navdewletî û hegemoniya cîhanî rê ji Israîlê re vekiriye, li dijî Huzib El-Ah, Hemas, Îran û komên wê yên li Sûriyê û Iraqê tevgereke tesifiyê pêk bîne.

Ev di çarçoveya xetimîna hêzên serdest bi hemû nav û rengên xwe de pêk tê. Yên di wê navberê de dibe qurbanî jî gel e, dibe hejmarek alîgirên Huzib Al-Ah, Hemas, Îran û her wekî din hatibin kuştin. Lê bi hezaran welatiyên sivîl li ber çavên cîhanê têne kuştin, birîndarkirin û koçberkirin. Angu careke din civaka Filistîn û Lubnanê dibin ardiwê plan û lîstokên wan.

Di rewşeke wiha de hin dengên bi kurdî derdikevin dibêjin wekî Hemas, Hizb El-Ah û her wekî din metirsî li ser Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî jî heye!. Di nêrîna min de berûvajî dema xetimîn zêde dibe, wê her kes hewl bide li riyên çareseriyê bigerin. Rêveberiya Xweser ku di aliyê xwe yê bîrdozî û rêxistinî de qet ne wekî Hemas û Huzib El-Ah ê ye. Dewleta Tirk bi rewşa xwe ya heyî jî nabe wekî Israîlê.

Nêrîna min berûvajî niha ji bilî sîstema Rêveberiya Xweser û Konfedraliya Demokratîk ji bo Rojhilata Navîn tu riyên din nîn e. Ev di rojên were de hîn zêdetir wê bikeve meriyetê. Rêber APO di parêznameyan de rewşa li Rojhilata Navîn baş lêkolîn kiriye û riya çareseriyê xêz kiriye, Ew jî bûye mertala sereke ya parastina Rêveberiya Xweser.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.