Amara Baran/ Qamişlo
Polîtîkayên xiyanetê yên qirêj ku li dijî ciwanên Rojavayê Kurdistanê tên meşandin, li Enqere û Hewlêrê tên amadekirin. ENKS’ê bi fermana Mîta Tirk û PDK’ê ciwanên kurd yên Rojava direvînin Başûrê KurdIstanê, bi rêya pereyan, fihuşe û madeyên hişbir hewil didin wan bikin sîxur û di çerxa xiyanetê de wan dizîvirînin.
Tifaqên qirêj ên li derdora MÎT-PDK-ENKS’ê bi awayekî şênber derdikevin holê, mîrateya dîrokî ya ENKS’ê ku bi awayekî aktîf lingê xiyanetê li Rojava dimeşîne. Li hember xayîn wê tu carî agirê dile vî gelê natefe ewe her û her geşbibe.
MÎT, PDK û ENKS’e li navenda Sêmêlê sîxuran ava dikin
Navenda Sêmêlê a girêdayê bajarê Dihokê ku bûye navenda MÎTa Tirk bi 10’an ciwanan perwerde dikin û dişeyinin Rojavayê KurdIstanê da ku agahiyan kom bikin û ji navenda MÎT’ê re bişînin. Endamên MÎT’ê her çend rojan carek derbasê Sêmêlê dibin û her çend rojan carek zanyarên Rojava digrin û dibin Tirkiyê.
Ne tenê Rojavayê Kurdistanê, di heman demê de li Başûrê KurdIstanê jî saziya Parastin ya girêdayî PDK’ê agahiyan li ser kesan kom dike û piştre şantaj û gefan li wan dixwin û bi vî rengî wan davêjin çiraxa sîxortiyê.
PDK û dewleta Tirk hewil didin xebatkarên Rêveberiya Xweser birevînin Başûr
Gelek navendên hevpar yên di navbera PDK û dewleta Tirk de hatine avakirin û li van navendan jî şerê Rojava dikin. Ew dixwazin mirovan û bi taybet kesên ku di nava saziyên Rêveberiya Xweser de kardikin, birevînin derveyî Rojava.
PDK’ê di bin navê ewlekariyê de bi îstîxbarata Tirk re hûr û kûr kar dike, berê vî hevkariyê daye Rojavayê Kurdistanê, tîrên bi jehr davêjin destkeftiyên wê û dixwazin Rojava radestî dewleta Tirk bikin. Gelek kesên zeîf û ketî xwe radestî çend qirûşan dikin. Gelek caran dest dirêjî li jinên kurd hatine kirin û dîmenên wan hatine kişandin, û li hemberî wan bikartînin ku wan bikin sîxur. Jiyana gelê kurd dikin hembêza dagirkeriyê de.
PDK’e û ENKS’ di rêya xiyanetê de asê mane
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi derketina Tevgera Apocî re heya niha bi dewleta Tirk a dagirker re di nava hevkariyê de ye û ev hevkariya PDK’ê di salên dawî de bi taybet li Başûr û tevahî Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiyê û gelê Kurd sîxûrtiyê ji dewleta Tirk a dagirker û qirker re dike. Encumena Niştîmanî a Kurdê Sûrî (ENKS) jî li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji PDK’ê re ya sîxuriyê (ajantiyê) dike. Ango gotin di cih de be ENKS di rewşeke hetikandinê de ye
Ji ber vê yekê ev kes û komên di nava ENKS’ê de ku tevlî êrîşên qirker yên li ser gelê xwe bûne, îmze avêtine bin her cûre pêkanînên dijmirovahiyê ya di serî de li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin.
Armanca wan çi ye, dîroka wan çi ye? Çima ewqas mijara diyaloga kurdî-kurdî dixin rojevê? Nêzîkatiya wan a li hemberî çand û zimanê Kurdî çi ye? Herî girîng jî niha Kurdên ku li dijî her cûre dagirkeriyê, pişavtin (asîmilasyon) û qirkirinê têkoşînê didin tiştê meraq dikin, ev kesên ku li hemberê gelê xwe ewqas kîn, hêrs, nefretê dike û di ritma xiyanetê de asê mane. Ev kesên ku di ENKS’ê de cih digirin, armanca wan a helwestek wiha çi ye.
Bermahiyên xiyanetperestan li dijî şoreşa Rojava ketine dewrê
Bi destpêkirina kirîza Sûriyê re, hin Kurdan bi çeteyên ku navê opozisyonê li xwe dikin bûn yek û li gel hêzên ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve hatin birêxistinkirin ku navenda xwe li Stenbolê bû, dest bi kar kirin. Her ku şoreşa Rojava bi pêş de çû, van kesayetan tevî komên çete yên faşîst, înkarker û selefî bûn, dest bi êrişa li dijî şoreşa Rojava kirin. Van kesan hemû êrişên li dijî Kurdan ên li Helebê û derdora wê bi rê ve birin. Di êrişên El-Nusra û DAIŞ’ê de ev kes û çeteyên girêdayî wan jî hebûn. Yek ji berpirsyarên 12 hezar şehîd û zêdetirî 20 hezar birîndarên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ew in. Li hemberî pêşketina kantonên Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê PDK’ê ew di bin navê PDK/S û piştre jî ENKS’ê de anîn cem hev da ku nasnameyeke siyasî bidin wan. Armanc tesfiyekirina şoreşa Rojava bû û li şûna rejîma Baasê avakirina xîlafeteke selefî ya dewleta Tirk a faşîst bû.
Li ser vê bingehê PDK û MÎT’ê komeke çete yên leşkerî ji Kurdên ku ji Rojava ber bi Bakur û Başûr ve reviyan, ava kirin. Ev avaniya çete ya bi navê Roj jî hêza paramîlîter (leşkerî) ya ENKS’ê ye. ENKS bi giştî ji 18 partî û hin kesayetan pêk dihat. Di demeke kurt de hema bêje ev hemû pêkhate ji ENKS’ê qetiyan. Tenê PDK-S û yek du partiyên şexsî man. Çeteyên Roj jî wisa ne. Karê destpêkê yê çeteyên Roj êriş û qirkirina gerîla û gelê sivîl ê li Şengalê bû û ev hêza ku MÎT’ê organîze kiriye û li Baregeha xwe ya Başîka ya Musilê perwerde kiriye, niha ji bo qadên gerîla yên li Başûr dorpêç bike û êrişî gerîla bike, ketiye pozîsyonê. Avaniyên çete ku li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî li dijî Kurdan û gelan qirkirinê dikin, tevî van çeteyên Roj jî êrişî gerîla dikin
Li gel artêşa Tirk a faşîst-dagirker, hêzên ser bi hikumeta Hewlerê ve êrişî gerîla kirin. Artêşa Tirk a faşîst û hêzên PDK’ê bi hev re ev êriş pêk anîn. Niha jî PDK bi desteka hêzên cuda yên navneteweyî mîna sala 1992’yan ji bo tesfiyekirinê û heke ev nebe jî, ji bo ku ji Başûr derxe, êrişên xwe bi dewleta Tirk a faşîst re didomîne
ENKS’ê dîroka sîxurtî û xiyaneta PDK’ê ji xwe re mînak digire
Ev çete ku dibêjin ew li ser navê Kurdên Rojava tev digerin, lê ji bo Kurdên Rojava tiştekî nakin û heta di nava hemû hewldanên qirkirinê yên li dijî Kurdan de jî cihê xwe digirin, dîroka xiyanet û sîxûrtiya PDK’ê ji xwe re mînak digirin. Lewra Alaattîn Kapan ku di pêvajoya 12’ê Adarê 1980’an de li Tirkiyê sîxurekî di nava çepgiran de bû, di heman demê de PDK’yî bû. Kapan bi navê ‘Beş Parçacilar’ (Stêrka Sor) rêxistinek ava kir û şoreşgerên bi navên Mehmet û Îlhan li Nurî Pazarbaşi ya Dîlokê qetil kirin. Alaattîn Kapan ji komkujiya Taksîmê ya Stenbolê ya 1’ê Gulana 1977’an berpirsyar bû. Û vî ajanî, pêşengekî Tevgera Azadiyê ya Kurd Hakî Karer jî qetil kir. Piştî kuştina Hakî Karer ku Rêber Apo jê re digot ‘ruhê min ê veşartî’, Alaattîn Kapan ji aliyê şoreşgerên Kurdistanê ve hate cezakirin û rêxistina ‘Beş Parçacilar’ ji hev belav bû
Di sala 1978’an de piştî kuştina 4 mamosteyên şoreşger ji aliyê faşîstan ve li Çewlikê, PDK’a Tirkiyê jî ji hev belav bû. Hin ji alîgirên partiyê, di çarçoveya projeya PDK û MÎT’ê de çeteyeke bi navê KUK ava kir. Yekane peywira wê êrişên li ser PKK’ê bû. Ev rêxistina ku xwe wek ‘Azadîxwazên Neteweyî yên Kurdistanê’ bi nav dikir, ji bo rizgariya neteweyî guleyek jî li dijî mêtingeriyê-dagirkeran neteqandiye. Lê bi dehan şoreşger û sempatîzanên Kurdistanê qetil kirin. Dema ku li dadgehên Amedê dihatin darizandin, endamên KUK’ê li xwe mikur hatin ku ew li dijî PKK’ê hatine damezirandin û tenê li dijî PKK’ê çek bi kar anîne. Pratîka wan tenê dijberiya PKK’ê û li gorî talîmata MÎT’ê belavkirina propagandayê bû. Bi taybetî piştî salên 1960’î PDK’ê dest pê kir ku rêxistinên şoreşger-demokratîk ên li Başûr û gelemperiya Kurdistanê ji hev bixe. PKK’ê piştî sala 1980’yan di çarçoveya biryara vegera li welêt de li Başûrê Kurdistanê bingehek girt û PDK’ê jî ji bo kontrolkirin an jî tesfiyekirina gerîla bi dewleta Tirk a faşîst re dest bi kar kir. Ev hevkarî di salên 1990’î de li dijî gerîla bû êrîşkariyeke çekdarî. Di şerê Başûr ê sala 1992’yan de PDK’ê UDG ku li Bakur ava bûbû, di bin banê hikumeta Hewlerê de bi rêxistin kir.
Li gel artêşa Tirk a faşîst-dagirker, hêzên ser bi hikumeta Hewlerê ve êrişî gerîla kirin. Artêşa Tirk a faşîst û hêzên PDK’ê bi hev re ev êriş pêk anîn. Niha jî PDK bi desteka hêzên cuda yên navneteweyî mîna sala 1992’yan ji bo tesfiyekirinê û heke ev nebe jî, ji bo ku ji Başûr derxe, êrişên xwe bi dewleta Tirk a faşîst re didomîne.