Nehîr pale
Jin intîhar nakin, wan dukjin; li gorî nêrîna min dema ku sîstema baviksalarî em fêrî bikaranîna gotina intîharê kirine, xwestiye em dûrî heqîqetê bimîn in. Sîstema baviksalarî ev gotin derxistiye û di mejiyê me de çandiye. Dema ku em dibînin an dibihîzin ku jinekê dawî li jiyana xwe aniye şûna em bibêjin jinê xwe intîhar kiriye divê em bibêjin me ew kuşt an jî wan ew dane kuştin. Ez çima vê yekê dibêjim? Ji ber hişmendiya baviksalarî ya di mejiyê bav û civaka cinsiyetparêz de derfet nade ku jin xweşiya jiyanê hîs bike yan jî bibîne, di her kêliya jiyanê de wê dişkînin. Li ser jinê ferz dikin ku di çarçevê qalibên ew datînin ji bo mêr bijî. Tu nirx û hurmetê nadin wê. Her tiştê jinê fîzîk, gotin, tevgerkirin eyb tê dîtin û wê tînin rewşa ku ji hemû tiştên xwe şerm bike. Rêbazên ku li hemberî jinê didin bikar anîn gelekî hişkin û rojane dilê jinê dişkînin û bê hêvî dihêlin.
Jin hîna di temenê biçûk de ye cudahî dixin navbera wê û lawikan de. Di xwarin û vexwarin, cilûberg, reng, nêzîkatî û hwd. Di her tiştî de mêr ji jinê çêtir dibînin. Jin heyanî ku saxbe di nava hewldanên ku xwe ji bo malbata xwe, hevjîn û civaka xwe isbat bike. Bi vê yekê re zextê lê dikin û di bin navê namûs û şerefê de zagonan jê re datînin. Eger wan zagonan pêk neyînê wê bi rêbazên xwe wê terbiye bikin.
Eger keç were dunyayê çima jê acizin û wê bela serê xwe dibînin? Şiklê jinê, bejna wê, qelewbûn û zeyîfbûna fîzîka wê, pora wê divê hemû li gorî daxwaza mêr be. Şerekî taybet ê giran li ser jinê tê meşandin. Kesek girîngî nade hest û mejiyê jinê, ji bo wan a girîng li gorî pîvanên wan be. Eger jin ne li gorî pîvanên ew dixwazin wê jiyanê lê bikin dojeh. Yê wê bînin asta xwe û cinsê xwe inkar bike, ji cinsê xwe hezneke û her tim hewl bide xwe bi mêr bide qebûl kirin. Ji ber vê yekê jinê fêrkirine ku tenê bi şiklê xwe ve mijûl bibe, bifikire çi li xwe bike, çawa bimeşe, kengî bikene û çi bêje. Hemû dûnyaya wê mêr e, ya girîng mêr wê qebûl bike û jê razîbe.
Di encama vê yekê de jin ji heqîqeta xwe dûr dikeve, bê armanc dijî, hêvî pêre namîne, coşa wê tine ye ku ji jiyanê hez bike û pêve were girêdan. Li beramberî zexta piskolojîk û tûndiya lê tê kirin mirinê ji xwe re çareserî dibîne. Ew difikire dema bimre êdî nema gotinên nexweş dibihîze, nema kesek tûndiyê lê dike û wê dawî li êşên wê were.
Civaka cinsiyetparêz bêwijdan nêzî jinê dibe wê tîne rewşa ku mirinê ji xwe re çareserî bibîne, piştre jî dibêjin wê xwe intîhar kiriye, li ser digrin, heyanî ji destê wan were destûr nadin ku kesek pê bibhîze û vedişêrin. Dîsa bi xwe difikirin û xema wan tenê berjewendiyên wan e.