Ronaz Silêman/Qamişlo
2’yemîn Konferansa Jineolojî bi biryar, peşniyar û planên nû hate encamgirtin. Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê û rêbazên jineolojî di her rehend de bingeha avakirina feraset û pêkanînên pergala konfederaliya demokratîk a jinan dide pêş.
Konferansa 2’yemîn a Akademiya Jineolojiyê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” di 25-26’ê Îlonê de li hola Serdem a li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di Konferansê de nûnerên ji hemû saziyî û dezgehên ku di nav qadên avakirina pergala netewa demoqratîk cih digrin û rehendên pergala konfederal ya jinan pêk tê, beşdar bibûn. Di konferansa li ser rêbaz û sparteyên zanista jinan nîqaş hatibûn kirin. Herwiha Konferans bi encamaneyekê bi dawî bibû.
Naveroka encamnameya 2’emîn Konferansa Jineolojî wiha bû:
Konferansa me ya duyemîn di bin diruşmeya “Zanatiya Jinan Bi Jineoloji Nûjen Dibe” 25-26 îlonê li bajarê Hesekê pêk hat. Yê ku cara yekemîn peyva jineolojî anî ziman Reber Apo bû. Pergala serdest bi pêkanînên tecrida herî giran hewl dide li pêşiya belavbûna fikrên Rêber Apo di nav civak û cîhanê de bigire. Ji ber vê yeke konferansa me gihandina nêrînên Rêber Apo ji hemû jinên cihanê re wekî têkoşîneke ji bo şikandina tecride û erkeke serekî ye.
Gihandina zanista jiyana azad bi berdelên giran tê sazkirin
Akademiya Jineolojiyê konferansa xwe di şexse Şehîd Malda Kusa û Nagîhan Akarsel de diyarî hemû şehîdên azadiyê kirin. Şehîd Leyla Agirî yek ji damezrînêrên Akademiya jineoloji bû ku bi kesayeta xwe re nûnertiya dîrok û tecrubeya tevgera jinên azad yê Kurdistanê dikir. Coş, evînî, zanîn, zanist û zanatiya Şehîd Helîn Dersîm rêya me roni kir. Endama xebatê ciwanan yê jineoloji Şehîd Îsyan Armanc rihê şoreşgertiya jinên ciwan temsil dikir. Şehîd Denîz Poyraz wekî endama kargehen jineolojî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bû û bi sekna xwe pîvanên welatparêzî, civakîbûyîna zanistî temsil dikir. Rastiya van hevalana jî dide diyar kirin ku li ser vê axê her gava ber bi gihandina zanista jiyana azad bi berdelên giran tê sazkirin.
Jineolojî bingeha avakirina konfederaliya demokratîk a jinan e
Di konferansê de hate nirxandin ku divê analîz û xebatên jineolojiyê hîn zêdetir bi rehendên netewa demoqratîk, tevahiya sazî û dezgehên jinan re û bi taybet jî bi hemû beşên civakê re werin parvekirin. Gerdûnîbûna xebatên jineolojî werin belavkirin û kûrkirina şaxên xebatê di nav jiyana civakê de hêz didin hev û hevdu temam dikin. Danasîna jineolojiyê heya astek pêk hatiye. Her çiqas hîn jî pêdiviya bi berdewamkirina xebatên danasîn û famkirina jineoloji hebe jî, êdî divê em derbasî qonaxekî nû bibin. Û girîng e ku ji niha û şûnve Akademiya Jineolojî hîn zêditir ji pêdiviyên şoreşa jinan re bibe bersiv û ji pirsgirekên civakî re bi nêrîna sosyolojiya azadiyê ve bibe rênîşandana çareseriyan. Di heman demê de girîng e ku bi tevahiya qadên civakê re peywendiyên hevdû tamamker werin xurtkirin, da ku rê û rêbazên jineolojî di her rehend de, bibin bingeha avakirina feraset û pêkanînên pergala konfederaliya demokratîk a jinan.
Pêşxistina asta sazibûna akademîk ya jineolojî:
Di zaniste de şoreşeke paradîgmayî çêkirin, avakirina moderniteya demoqratîk de erkên rewşebîrî dikeve ser jineolojiy ye. Ji bo vê erkê xwe pêkanîn, karê û xebatê jineolojî gavek din pêşda birinê de giringe ku pergala akademî ya jineolojî were runişkandin. Divê endamên navênden lekolînê, akademî û perwerdekarên jineolojiyê giranî bidin erkên xwe yên rewşenbirî û kadroyên terker ên akademîk pêşbixin. Ji bo bikarin di kesayet û jiyana xwe de, kar û xebatên xwe de nûnertiya jineolojî bikin.
Li ser mijarê metodolojî:
Girînge ku em nîqaşên xwe derbarê rê û rêbazên xwe gihandina heqîqetê kûrtir bikin. Xala sereke di mijara metedolojî de derbaskirina bandorên hişmendiya desthilatdar ji bo em bikarin bi jiyanîkirina paradigmaya xwe ve bigihînin nêrînên zelal û çareseriyê.
Li ser mijara perwerde:
Perwerdeyên jineolojî li ser civakê bandorek mezin çêdike. Ji bo ev perwerdeyan gihandina hemû jinan û civakê giringe. Divê jinên ku perwerdeyên jineolojiyê didin di serî de daîmî xwe perwerde bikin ji bo bikarin têrker bin. Him di aliyê naverok de him jî di aliyê sekna xwe, uslub, ziman û rêbazên xwe de bikarin bandorekî erênî li guhertin û veguhertina demokratîk li civakê bikin.
Li ser mijara şoreşa jinê:
Jineolojî di mayînde kirina şoreşa jinê de xwedî roleke girînge û bê şoreşa jinê jineolojî ne pêkan e. Li ser vê bingehê, dive akademiya jineolojî di peşxistina bingeha zanistî ya şoreşa jinê di hemu rehendan da bi awayeke çalak dinav pergala konfederal ya jinan de rola xwe bileyze. Ji bo avakirina girêdanbuneke rast di navbera zanist-jiyan û jin, jineolojî analîzên xwe, encamê lêkolînên xwe dive biteysîne xebatên komun, meclîs, kooperatîf û akademîyan.
Li ser mijara gerdûnîbûn û Rojhilata Navîn:
Gerdûnibûna kar û xebatê jineolojî li ser bingeha şoreşa ku li Kurdistanê despê kiriye çedibe. Bi taybetî bi şoreşa jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûye. Bandora xwe li ser jinên cihanê, taybet Rojhilata Navîn dike û jineolojî weke zanista vê şoreşê te naskirin. Divê tekiliyên li ser asta cihanî de zedetir fireh bibin, tekiliyên heyî gihandina asta rexistinê û van xebatan kirina bingeha konfederaliya jinên cihanê. Şoreşa jinê li ser jineolojî bigiheje bingeha xwe ya zanistî. Li ser koka zanînên civaka axlaqî u polîtîk, tecrûbeyê şoreşa jinê dikevin qonaxeke nû ya jineolojî. Ji bo sedsala 21 bibe sedsala jinê, bi formula Jin, Jiyan, Azadî emê tekoşina xwe ya qada zanistî bilind bikin.