Sîpan Şînda
Netewbûyîn û civakbûyîn ne tiştên razber in ku mirov bêje tiştek li halê naxuyê ku mirov xwe pê bigire. Ew bi riya sazî û dezgehên ji aliyê civakê ve hatine avakirin ve girber dibin û civak ji xwe bi wan pêkve digire. Di jiyan û dîroka netewan de sazî û dezgeh nîşanên pêşketin û asta civak û netewan ya sivîlbûyînê nîşan didin. Bi taybetî jî dezgehên ji aliyê civaka sivîl ve têne avakirin gelekî bi qedir û qîmetin û ji bo pêşvebirina civakî, di nava civakê de erkên girîng dileyîzin. Bê goman sazî û dezgehên ji aliyê dewletan ve têne avakirin jî bandorekî gelek zêde li ser pêşketina civakê û xizmetgûzariya wê dikin, lê belê sazî û dezgehên sivîl ji wan cuda ne. Her civakek li gorî pêdivî û hewcehîyên xwe saziyan ji xwe re ava dikin û dezgehan avadikin. Çi ji bo hewcedarîyên temamkirina netewbûyînê bin, çi jî ji bo pêşvebirina civakî be, sazî û dezgeh erkên mezin pêktînin. Kurd îro weke netewek bê dewlet, li gorî derfet û hewcedariyên xwe ji xwe re hinek sazî û dezgeh ava dikin û bi taybetî jî dixwazin çand û zimanê xwe bi riya van sazîyan biparêzin û pêşve bibin. Çi li herçar parçên welêt be û çi jî li dîyasporayan be, Kurd hewl didin ku bi riya van dezgehan xizmetekê ji netew û civaka xwe re bikin.
Di roja me de, Kurdan li Başûrê Kurdistanê federasyonek fermî hene û ev 30 sal in li wê derê Kurd bi awayekî fermî dezgehbûyîna xwe çêdikine. Her çend ne li asta tê xwestin de be jî, lê belê dîsa jî ev dezgeh ji bo pêşxistina civakî û netewî gelekî girîng in. Dîsa li Rojavayê Kurdistanê jî ev 10 sal in Kurd bi xwe ji xwe re sazî û dezgehan vedikine û bi awayekî xurt sazîbûyîn pêş dikeve û roleke girîng ji bo netewbûyîn û pêşeroja Kurdî û Kurdayetiyê dileyîzin. Mînak li herdu parçeyan zanko hene, sazîyên perwerdehiyê hene, yên aborî, binesazî, dadî, tenduristî, çandinî, û hwd hene. Ji xeynî van sazîyên fermî yên ji aliyê desthilatdariyên herdu herêman ve têne çêkirin, saziyên sivîl yên weke saziyên hunermendan, nivîskaran, jinan, û hwd jî hene ku ji derveyî desthilatdariyê xwe birêve dibin. Lê mixabin ji aliyê Kurdan û sazîbûyînê ve li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê rewş gelekî cudatir e. Ew nikarin bi rihetî ji bo xwe sazîyekê vekin û bi riya van saziyan li dora hev bicivin. Bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê Kurdan ji salên 1990’î ve gelek sazî û dezgeh vekirin, lê mixabin ev hemû ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin. Ji ber ku çi desthilatdariya Kurdan li van herdu parçên Kurdistanê nîne, çi sazîyên ew ava dikin hema di nava demekî nêzîk de têne girtin û avakar û damezirînerên wan sazîyan jî piranî tavêjine girtîgehan de. Kurd li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê sazî û dezgehan tenê ji bo armancekê vedikin; ji bona parastina çand û zimanê Kurdî. Ne ji bo çi tiştek dîye. Lê mixabin hema ji 2016’an û virve herî kêm 150 sazîyên Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve li Bakûr hatine girtin. Ev yek jî bandorekî gelek xirab li ser parastina çand û zimanê Kurdî dike. Lê belê Kurd jî di hişmendiya girîngiya sazîbûyînê de ne û ew qet texsîr nakin û hema çawa yek tê girtin, ew dest bi amadekariya vekirina dezgehekî din dikin. Kurdên li dîyasporayan di vî warî de gelekî rihet in, ji ber ku çi metirsî û tengî li pêşiya sazîbûyîna wan nîne. Belê sazîbûyîn ji bo Kurdan, çand û zimanê wan jiyanîye û divê ew di vî warî de asta sazîbûyînê li her derê pêşve bibine.