Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê bi navê “Şehîd Heyfa” pêşengeheke wênesaziyê ji 140 wêneyên zarokan vekir.
Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona
Efrînê li kampa Berxwedan pêşengeheke wênexêzan ku 72 zarokên Efrînê rêz kiribûn vekir.
Di pêşengehê de 140 wêne hatin d
aliqandin.
Pêşengeh wê 2 rojan berdewam bike.
Di merasîmê vekirina pêşengehê de, bi dehan welatî amade bûn.
Rêvebera Tevgera Kevana Zêrîn Şêraz Hemo armanca vekirin pêşengehê destnîşan kir û got, “Tevgera Kevana Zêrîn bi piştgiriya Desteya Çand û Hunerê ev çalakî li dar xist da ku rê li ber zarokan veke ku afrînerên wan di wênezariyê de pêş bixîne û fikrê zarokan nas bike.”
Di dawiya roja yekemîn a pêşengehê de spasname pêşkêşî 72 zarokên ku beşdarî pêşengehê bûn hate kirin.
Şehîd Heyfa endama Tevgera Kevana Zêrîn bû di Berxwedana Serdemê de şehîd bû…ANHA