Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Avakirina bajarê pêşesaziyê projeyeke stratîjîk e

29/09/2024
in Uncategorized
A A
Avakirina bajarê pêşesaziyê projeyeke stratîjîk e
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Şaredariya Gel a Amûdê di 23’ê Adara 2024’an de, dest bi projeya avakirina bajarê pêşesaziyê li bajarê Amûdê kir. Her wiha di vê projeyê de 200 dikan hene û li kêleka wê stasyoneke sotemeniyê jî tê avakirin. Armanca avakirina bajarê pêşesazî ew e ku qerebalix, çûn û hatina trafîkê li hundirê bajarê Amûdê kêm bibe.

Beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê bajar û navçeyên kurdan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Baas ve dihat paşguhkirin, bi taybet di aliyê xizmetguzarî û estetîka bajêr de, ji ber ku tu gavên pêşketinê nedihatin avêtin. Lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê û bi avabûna Şaredariyên Gel re, hewl hate dayîn ku xweşikbûyîn, rêxistinkirin û estetîka bajêr, her wiha rehetiya welatiyan ji nû ve were dîzayînkirin, li ser vê bingehê Şaredariyên Gel li hemû bajarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek proje pêk anîn. Her wiha yek ji wan projeyan avakirina pêşesaziyeke nû ji bû bajarê Amûdê re ku ev yek wê bibe gaveke baş ji bû xizmeta welatiyan û çareserkirina qerbalixa di nava bajêr de, bi taybet di pêşesaziya bajarê Amûdê de.

Avakirina bajarê pêşesazî projeyeke istratîcîk e

Şaredariya Gel a bajarê Amûdê di 23’ê Adara 2024’an de, dest bi projeya avakirina bajarê pêşesazî li bajarê Amûdê kir. Ev projey, yek ji projeyên istratîcke, bandoreke dirêj û mezin li jiyana gel dike, di heman demê de piştî zêdebûna niştecih û aliyatan çûn û hatineke mezin di nava bajêr de pêk hat, ev yek hişt ku Rêveberiya Şaredariya bajarê Amûdê bi rengekî rêk û pêk li ser vê yekê bisekine û xiste rojeva xwe, da ku projeya bajarê pêşesazî li bajarê Amûdê bi cih bîne, ew jî li gorî pilansaziya rêxistinî ya heyî ye, xaka vê projeyê ji hêla qanûnî ve amede bû. Şaredariya bajarê Amûdê ev proje hilbijart û hevpeymanek bi kompaniyekê re çêkir, ew kompaniya jî dest bi karê xwe kiriye. Li gorî hevpeymana kompaniya ya bi şaredariyê re di 23’ê Adara 2024’an de kar û xebat hat destpêkirin û wê heta sal û 3’ê mehan dewam bike.

Armanca avakirina bajarê pêşesazî kêmkirina çûn û hatina ya li bajêr

Projeya bajarê pêşesazî ya li bajarê Amûdê ku li derveyî navenda bajêr e, di Adara îsal de dest pê kir. Li gorî plansaziya birêxistinkirinê di projeyê de 200 dikan û li kêleka wê stasyoneke sotemeniyê jî wê were avakirin. Rûbera bajarê sînaî tevî kolan û peyarêyan 92 donim e. Rûbera her dikanekê dê di navbera 100 heta 160 metreyan de be. Li gorî çavdêrên projeyê, dê belavkirina dikanan li gorî sîstema kirêkirinê bo xizmeta şaredariya gel be. Dê di bajarê sînaî de dikanên çeksazkirina erebeyan, alavên çandiniyê, kargehên sînaî hebin. Armanca şaredariyê ji vê projeyê qirêjî, qerebalix û çûn û hatina trafîkê li hundirê bajarê Amûdê kêm bibe. Her wiha heta niha jî, şaredariya gel a Amûdê ji sedî 30’ê projeya avakirina bajarê Sînaî pêk aniye. Li gorî plansaziyê ger tu astengî dernekevin, dê di Pûşbera 2025′an de proje bi dawî bibe.

Hêjayî gotinê ye ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeya avakirina bajarê sînaî ya li bajarê Amûdê ya sêyemîn e. Ji ber ku li kantona Minbic û bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê jî bajarên wiha tên avakirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.